PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mêrê Dihek û Jina Çilek.




Mêrê Dihek û Jina Çilek.

Hebuye Tunebuye li heremekî mêr û jinekî hebuye;
Merik rojek diçe bajêr hinek tiþtên xwarinê û kiþmîþ dikire û tîna mala xwa. Tiþtê xwarinê û kiþmîþ evin, Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazut e. De mizekin mêrik ji Jina xwa çi gotinan dibê je.

Mêrik : Jinik, min li bajêr Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî, û Lazut kirîye û tu van tiþtana veþêre. Jinik nebe, nebe tu bi çilektîya xwa bîne bîra xwa û Mewûj, Hêjîr, Birinc, Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî û Lazutan bixwa. Dema rojek mêvanê me were emê bê xwarin û kiþmîþan nemînin. Bi Xwadê kim, tu îjar jî çilektî bike, ezê te ji lêdanê Sergêj bikim.

Jinik : Mêrik tu pir þerm dike, min ji tera gotibu ez êdî çilektî nakim. Tu bê xem be, ezê xwarin û kiþmiþan veþêrim.

Pistê soza jinikê demekî þunda mêvanê wan tê. Merikê dihek diçe alîyê Kulîne û bi wan gotinan, tiþtên xwarinê û kiþmîþan dixwaze. Lê jinik matmaî dimîne û tu bersîv nade mêrê xwa.

Mêrik : Xatuna min, mêvan hatiye, xwarin cê bike û ji mera kiþmîþan jî bîne.

Ey wax li helê jinikê, Jinik îjar jî, çilektî ya xwa anîye bîra xwa û tiþtê xwarinê û kiþmîþan xwariye. Belê jinik Lazut û Dehn ango Genimê Þuþtî yê kelandî kiriye nav hev û li ser agir qelandîye. Lê demaku jinik li tehma Birinc mize kiriye, Birinc xwaþa wî çuye û Birincê jî xwarîye xilas kiriye. Lê jinik Mewûj û Hêjîr jî xwariye û xilas kiriye.

Jinik ji ber tirsê, destêkî xwa dide paþ xwa direqise û bi dengekî bilind vî kilamê dibê. Jinik ji bê çarebuna xwa bi vî xeydê reqisandin û kilamên wekê dîlok van gotinana dibêje kû, merê wî fehm bike û wî carekî din çilektî kiriye. Belê jinik, ji ber tirsê vî dîloka hanê li ser çilektîya xwa rêz dike.

Jinik :
  • Mewûjo nikil tujo, te bi min çi kir... ?
  • Hêjîra nav Pêjgîro, te bi min çi kir... ?
  • Birinco dor Simbilo, te bi min çi kir... ?
  • Lazuto dor bi Sinco, te bi min çi kir... ?
  • Dehno simbil Zêrîno, te bi min çi kir... ?
  • Jina çilek, bireve binê çêlekê.

    19. 10. 2005

    Ali Cahit KIRAÇ

    alicahitkirac@yahoo.de
    mirezdin@hotmail.com