PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Aþiqim ez




Aþiqim ez

Aþiqim ez aþiqê deþta cemalim ez li evdan bêniyazim. Bûme aþiq derd û rencan. Lev bi ser nakim kilavê tirs û xewfa merdimê dûn. Ger nehêlin þîn bibim ez bax û bostanê xudê da. Dê firoþim tirs û lerzê ez bi serma, dê mirim ta bibme avek ser bi axê bikme der. Ger qirare dûrî hibba dilniþîn bim, konci zindan bo mi qesrek dilribaye ez li vê nakim qusûrî, dê visa sebrê bikim ser ta weten tenha bimîne.

Ne nikarim biçme der mîrê dinê destê niyazê bikme pil, bo du rojê jînekî sar kûtekî tenha sitînim. Bibme ker ga bibme seh van. Ma ezê ta key bimînim? ta ku xwe erzan firoþim. Dirhem û dînar û kincan bikme armancek qevî dil van du rojê axirê. Þahi mêranî firoþim bêbiha bikme bi destê nakesan de? ne nikarm, ne nikarim.

Ez kirim kincê mirovan, ta ku derd û xem bizanim, xwe nekim zindani xew da. Dest û zenda hilbidim zevyê nekêlayî bikêlim. Gulizaran bikme rengîn, singê zozanan biçînim. Desti alaxa zemanî dûrî revþa gul bikim. Baxi pir bit bîte rengîn ta ku bilbil nexmeyan teqdîmi iþqek pak û bêdavîn biket ta roji roþen her bimînit.

Xwîn þirînim ez nikarim vê dinê tenha bimînim. Destê xem danêm bi çokan sûreta yeisê bixwînim. Ev civane aþiqel cindîtiya xwe. Em bi pê vî diçne der malê bibînin, mehveþa dil kir kovan da. Lev re ez aþiq bi Leyla, Zîn û Þîrîn û Þeker mam, ketme zindana xeman de bûme ava gerdena vê. Bûme Zêrek pir biha, hez dikim ez bibme toz û bibme axek bê beha ta ev þirîna pir beha pê li ser çavê mi dane min biket kana telayî. ez bi vê bibme beþer ta ez bimînim.

Yêke din bejna bilinde, serbilinda rindi rinde, þevçera zozan û gunde, pir þirîne xemrevîne, dilriba wek vê çinîne. Pir li ave sorgulêt vê xenderûne Damenêt vê mêrg û çîmen kesk û sorin. Bûye mesken bo xezalan. Ev Gulistane gelo lavo xolamim ez li vî erdî de erdim sûsen û beybûn û askan nabe ber min bikne reþ beþ, van gula nav xwe bikin beþ, aþiqê bejna welatim nademez ava heyatê ax û toza singi rabû. Ev li îman bû gula min. Aþiqê iþqa weten her aþiqê iþqa xudaye.

Vezn : Faêlaton
Behr : Tevîl

Senendec 05. 10. 2005
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com