PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ciwanê Abdal : Çar Halbestên Nûjen.




1 - ) BÎRANÎNÊ JÝBÎRBÛYÎ

Hey hê..
Bûyer û rêbûrîyên
— Nû û kevn
Tevde çûn û firîyan
Û
Li ser ristên bîranîna danîn
Mîna çûk û çivîkan lusiyan,
Çendîn dêw û lawirên
— Rojane û hercarî û wekberê

Diran zer û dev girêz
Tê ne
Daf û xefikan xwe vedidin
An lêdidin bi çeqel û kavkanî
Ku bifirînin newalê jibîrkirinê
An biterqînin serkaþê negihanê
— Winabikin rê û gelewêjê...

Çendî ku ez
Da ji evîna þilfî tazî bimînim zarok
Û ji sawîr û bala bimînim
— Weke wan varok.

**

Ciwanê ABDAL

Ciw@nê ABDAL

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


2 - ) PÛTÊ HÝÞYAR

Pir tiþt têne ber çav,
Xweþ dibînim
Roj û sal û dîwar
Û dibin penaber.
..
Pir tiþt têne ber guh weþ,
Xweþ dibihîzim
Deng û awaz û pergal
Û dibin koçer.
..
Pir tiþt têne ber bal
Tên û diçin kaþ û newal
Jibîr nabin, vedigerin dîgar
Û dibin keser.

Lê pirsa bê pirs
Çi jê ma li cem te nîgaþ,
Ji ber wêna te winda bû
Ji ber navê te ber ba bû
Ji bilî sozê evîna te
— ma sozeke deyndar
Pir dîtin..
pir jibîrkirin
Lê kî tenê ma pûtê hiþiyar.

*-*-*

Ciwanê ABDAL

Ciw@nê ABDAL

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


3 - ) BANÝYANDÝN

Yarê
Çawa li hev baniyan
Li ronahiya tarîkê
Çavê min û te
Û nama hev naskirin

Çawa bi hev hesiyan
Guhê me,
Li deng û vedenga kaniyan
Û daxwaza hev sazkirin.

Çawa hilm û bihn dimeyan
Çawa û çawa
Qene me dil li cem hev daniye
An bi hev guhertine cihê waliya
Û herdo bi yek xwînê meyan
— û meþiyan

Ew dilê di singa hevde þînhatî
Çawa ji pirsên hev baniyan
Çimkî dil ketine hev
Û ji hev hezkirin e..?

*-*-*-

Ciwanê ABDAL

Ciw@nê ABDAL

* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


4 - ) ERÊ, NÝZANÝM

Nizanim çima
Çendê min li hev dikevin
Çelq dibin çep û rastê min
Ango,
Li hev dikevin textikê çênîkê min
Jiber..
Ne tenê
Pelê sozên
— Min û te diweþin
Ne tenê
Þaxê bêrîkirina
— Min û te hiþk dibin
Ne tenê
Berikê pêrgîbûna
— Min û te kerik dimînin
An
Ne tenê
Zivistan
Buharek qir û qerisî diçîne
Lê belê..
Payizê li reh û rekeha xistiye
Xurîna çewtiyê
— Li tovan rapêçaye.

Erê yarê..
Nizanim çima
Bayê evînê du þaxin
Yek þad û kêm qûþe
Yek xemgîn û bihtir çoþe
Û
Herdo li alifê dilê min
— diçêrin wekhev erzan..
Her yek li gorî xwe dipizi ve.

**

Ciwanê ABDAL
Ciw@nê ABDAL


Çar Halbestên Nûjen û ên li jorê, di van malperanda hatiya weþandin

kurdi@tirej.net
rojava@rojava.net
avesta@avestakurd.net
mehname@yahoo.com
pdk_xoybun@yahoo.de