PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



GOTINÊN PÊÞîYA


Ê got û kir mêr e.
Ê ne got û kir þêr e.
Ê got û nekir, kerê bê xêr e.
( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan )


- Bedewè çav kil kir, dilè xortan tev kul kir.

- Dilê tirsok singa gewr nabîne.

- Dile yekê ket kevireki´ heft salan bi xwe re gerand.

- Dil ku þikest, hedî nacebire.

- Dil ne sýfre ye ku mirov ber hemuyan veke.

- Þêr þêre çi mêye çi nêre.

- Jina ne delal, çavê mirov diêþine, jina delal dilê mirov diêþine.

- Keça gan nîþandayê didan.

- Kihêl di bin mêrxasan de dibezin.

- Mala mêran kaniya zêran.

- Mirazê min dil be ber seriyê min kevir be.

- Mirov pîr dibe, dil pîr nabe.

- Þûþa dil ku þkest nacebire.

- Dilê xweþ her lê bihar e.

- Dilê týrsonek timî dikute.

- Serîkî Çortane birekî xiyane.

- Ruto ha li wî alîyê avê, ha li vî alîyê avê

- Ruto, ruto li te nemawo, çima xanî keto dûwar mavo

- Feqîr dewlemen dibe piþtê çil salê jî wî wetirê hîna feqîre.

- Dewlemend feqîr dibe piþtê çil salê jî wî wetirê hîna dewlemende.

- '' Çu ji boy xwarina birinc ji bilxurê malê bu .''

- „BEROÞ! TU JI MIN RE DIBÊJÎ; BINÊ TE REÞ E, LÊ Ê TE JI Ê MIN REÞTIR E”

- Aqil taca zêrîne, serê her kesîda nine.

-Mirov þekalê dîyarê hirçê bike, wê hirç þekalê bixwe.

- Meru xwa bi sîrekî tê bide, bi heftê pîvazan jê xilas nabe.

- Serê salê, binê salê, sal qurbana kalê.

- Hespê qule, mêrikê file, boncîyê tule pê bawerî nabe.


**************************************

Gotinek Bapîra ! . . .



Ji xwara zu sergokî çê bikin .
Dibe rojek Kerek we jî çê bû.
Bira Kerê we xwa lê bigevizîne . . . !
                                 ( Gotina : Ali Cahit Kýraç )



***************************

( Ker çu seferê.
Disa hat kerê berê ! . . .)
                                 ( Gotina : Rusipîyêk Kurd )




***************************

Ne endamê rêxistina ne,
ne jî endamê partîyane,
zirzopê der û dorane . . . !
                               ( Gotina : Ali Cahit Kýraç )




***************************

Gotinên serê salê ...!

1 ) Nerin wî malê, têda heye qotek serê salê.
2 ) Serê salê binê salê, sal qurbana kalê.
3 ) Serê salê binê salê, xwadê jinekî bidê zilamê malê.
4 ) Serê salê binê salê, xwadê mêrekî bidê jinbîya malê.
5 ) Serê salê binê salê, xwadê mêrekî bidê qîzika malê.
6) Serê salê binê salê, xwadê kurekî bide kevanîya malê.
7 ) Serê salê binê salê, xwadê kupekî zêr bide buka malê.
8 ) Hercîyê bide xwadê bidê, hercîyê nede xwadê bike, mar pêva vede.

Sersala we a 2005 a pîroz be.



***************************


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !