PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Îro 13. salvegera þehîdkirina Apê Mûsa Anter


Apê Mûsa Anter sala 1920 da hat dinê û di sala 1992de, roja 20 Îlonê li Amedê hat kuþtin. Apê Mûsa herdem di dilê gelê Kurd 'da dijî. Em wekê her Kurd þehîdkirina Apê Mûsa ji bîr nakin. Êm boy sebeba hovîtîyên dagirkerê Kurdistanê, hevalbendên wanê Xwînrij, Kujer û bi teybetî tirkên Xwînrij û Kujer þemezar dikin.

— Wekê tê dizanin Xwînrij û Kujerên Apê Mûsa, yek bi yek eþkere bûn, wan bixwa eþkere kirin ku wan Apê Mûsa kuþtine. Ev kesana ango Xwînrij û Kujerên Apê Mûsa, Kurdên Mukurhatî ' yê ango Lixwadanî ' yê ( Îtîrafçî yê) PKK bûn, qaþo ji PKK reviyabûn. Le nigakî wan dinav PKKê dabu û nigekî wan dinav JITM ê da bu.

Di despêka dagirkerîya Kurdistanê da, hetanê îro, Kurdên rewþembîr, ronekbîr, sîyasetmedar û welatparêz, her dem bi þiklên curbe, cur, ji alî yê dagirkerên Kurdistanê hatine kuþtin. Em ji bîr nekin pêþerojê ewê zarokên me û zarokên zarokên me jî, ji alîyê dagirkerên Kurdistanê bi hovîtî werin kuþtin. Hewceye em dawî li dagirkerîya dagirkerên Kurdistanê bînin.

  • 20. 09. 1992 — 20. 09. 2005

  • PDK - XOYBUN : http://www.xoybun.com

  • Jîyan û nasîna þehîd Apê Mûsa Anter :

    Anter di sala 1920an de li gundê Zivingê ya girêdayî Stilîlê ya ser bi navçeya Mêrdîn Nisêbînê hate dinê. Wî hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda kir û li ber destên dayika xwe ku muxtara gund bû, mezin bû. Apê Mûsa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û lîseyê li Adenê qedandibû. Piþtî xwendina lîsê ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stanbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd naskirin. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê diqere û qeyda xwe li beþê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewþenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê.

    Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û him ji aliyê madî ve, him ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin yûrda Dicle vekirin. Piþtî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî avakirin, bi pêþniyaza van kesan komeleya þagirtan tê damezrandin. Di sala 1944an de bi keça Evdirehman Zapcu Halê re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewþen çêdibin. Musa Enter di sala 1948an de yûrda Firatê vedike û dest bi deranîna rojnameya çavkaniya Dicle dike . Piþtî çend salên dirêj li Amedê bi navê "Ilerî Yurd" yanî welatê pêþketî dest bi deranîna rojnameyekê din dike û ew ji ber nivîsên xwe jî ji bo demekê tê gitin. Di sala 1959an de ji ber doza 49an careke din tê girtin û tevlî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne.

    Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê "Birîna Reþ" di zindanê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971an de careke din tê girtin û piþtî ji girtîgehê derdikeve, di 1976an de vedgere gundê xwe, heta 1989an li gund dijî. Piþtî 89an vedgere Stanbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEPê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Musa Anter, piþtî sala 1971an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewembarkirin.

    Ronakbîrê Kurd Mûsa Anter di sala 1976an de piþtî serbestberdana ji zîndanê vedigere gundê Zivingê û jiyana xwe li wir berdewamdike. Di sala 1989an de careke din berê xwe dide bajarê Stanbolê û di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û serpêhatiyên wî têne weþandin. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weþandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêþî dihatin xwendin. Roja 20 Îlona sala 1992an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad û jiyana xwe jidest da. Û tevlî kerwanê þehîdên çapemeniyê dibe.

    Musa Anter li ser berga pirtuka xwe ya "Hatiralarim" de wiha dibêje : "Ez þahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiyê yê 55 sala me. Gelo Ez tenê þahidim? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.


    Çevkanî :
    Ev nivîsa Jîyan û nasîna þehîd Apê Mûsa Anter, ji Ensîklopedîya Azad Wikîpedî yê hatiye girtin.

    PDK - XOYBUN : http://www.xoybun.com