GOTNÊ PÊÞYÊ KURDAN - A ) ..... -Adare, berfê da, gulya dare, lê nave, êvare ! -Agir bi erdê dikeve hiþk û ter bihevra diþewitin. -Agir bi ser serê mi ketiye tu firîkê xwe diqelîne. -Aqil taca zêrine, li serê hemi kesî nîne. -Axa jin û mêra ji heve. -Axa ji xulamê xwere got, xulam ji kûçke xwere got, kûçik ji dêla xwere got. -Ayþikê jî xwe bi þikê. B) .... -Bajarî li erdê narî. -Bar mi na êþine serbar mi dêþine. -Bav ji ês tê law pirsa bajêr jê dike. -Bav rezek da law, law gwêþyek tirî neda bav. -Bela xelkê ji çol û çiya tê ya min ji ber lingê mi tê. -Bextê Roma tune. -Bext nadim bi text . -Bênamûsî avêtin ber kûçka, kûçka qebûl nekir. -Bê Xwedê dibe bê xwedî nabe. -Bi aqlê vala tu nagýhê hevala. -Bi a qýrak û qijaka nekin; bi a teyrê baz bikin. -Bi girî, ji gorê ranabin mirî . -Bi gulke bihar nayê . -Biharê pez, payizê rez, zivistanê ez . -Bihar hat, zivistan hilat . -Bi kevçi da hev bi heskê bela kir . -Bila mirov kuþtiyê þêra be ne girtîyê rovîya be . -Bilind firyam nizim ketim . -Bi pirsê mirov dighê Xursê. -Biratî birastî . Ç ) .... -Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye . -Çûn dewsa mirya, herkes li miryê xwe girya . D ) ---- -Dara azadiyê bi xwin û xwêdanê tê avdan . -Dermanê xwestinê dane . -Derpiyê mi li xweke lê têde týr û fisa neke . -Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve . -Devê rovî ne gîha tîrî go, tirþe . -Dew tune rûn difroþe . -Dibêjin Xwedê du tiþta bi hevre nade feqira, ku yekê bide yekê ji distine . -Dinya gulekê, bêhn bike û bide hevalê xwe . -Dizê bistana mukur tên zivistana . -Dît ezim, nêdît dizim . -Dijminê bi aqil ji dostê bêaqil çêtire . E ) --- -Erd birinc be, av rûn be, ku xwedi tunebe zû xelas dibe . -Ez bi dua çênebûme ku bi nifirê te bimrim . .................................................................... Ê got û kir mêr e. Ê ne got û kir þêr e. Ê got û nekir, kerê bê xêr e. ( Gotina Mîr Mîkdat Bedirxan ) Berhevkar : www.xoybun.com .................................................................... -Ê têkeve govendê wê xwe bihejîne. F ) .... -Feqir çûn dizyê heyv ji êvarde derket. G ) ---- -Gotin: ‘Bavê te suwara kuþt ya peya:’ got: ‘Wekî kuþtin, ha suwara ha peya’ . -Gotin: ‘Kero dehþikek ji tera çê bû. Got: ‘Êmê mi kêm bû û barê mi zêde bû’ . -Gotna xweþ bihara dile. H ) ---- -Heft çirokê hirçê hene her heft ji li ser hirmîyenê. -Her gîha li ser koka xwe þîn tê. -Her teyr bi baskê xwe difire. -Heta hebû dims, ez mam û tu pis; gava nema mohti, ez Þervî û tu Bohti. -Heyfa ciwanîyê pîrî li pêye. -Hindik rind e. J ) ---- -”Jinên qenc li piþt mêrên xerab nasekinin” Jê ket pê ket. -Jina þermîn bi mil etekî, mêrê þermîn bi kirasekî. -Jojî dest çêlîkê xwe dide û dibêje: ‘Peryê wan çi nermikê’ . K ) ---- -Keçik wek sêva li darêne; herkes kevra davêye, kî bixe ji wireye... -Kenê bê ara derdikeve ji gulê diwara. -Kera nebin cem kera ji hevdû ne elimin fis û tira. -Kero nemir bihar hat, pîrê nemir qivar hat. -Kesê nezan wek darê bê berin. -Kesi kesa tune. -Kes nabê dewê mi tirþê. -Kes nakeve gora kesi. -Kevrê giran li cîhe xwe girane. -Kew dijminê serê qevmê xweye. -Kor çawa li Xwedê binêre xwedê jî wilo lê dinere. -Kurd deynê xwe ne inkar dikin ne didin. -Kurd têr dixwe li pêlava xwe dinere. -Kurmê darê ne ji darê be dar narize. -Kûçýk jî kê bitirse bi wî alî direye. -Kûçkê meye li ber deryê xelkê direye. M ) ---- -Malê axê diçe canê xulêm dêþe. -Mar ji pûngê heznake pûng jî li ser qula mêr þin tê . -Meçe þerê xal û xwarzya neke hawar û gaziya. -Mêr bi mûya, jin bi rûya. -Mêvan ji mêvên ne xweþe, xwedyê malê ji herdûya ne xweþe. -Mirin mirine xirexir çiye?. -Mirov pîr dibe dil pîr nabe. N ) ---- -Nan û dew xwarna derew. -Nan û mast xwarna rast. -Navê gur derketiye; rovî dinya xera kir. -Navê me girane; warê me wêrane. -Nêçirvan nêçira xwe nas dike. -Noka genî çû bajêr bû leblebi. -Nuh hat kevin hilat. Q ) ---- -Qedehek jehrê vexwe qedehek qehrê venexwe. -Qisas nare giyametê. R ) ---- -Reng rengîn, sor bi dengin. S ) ---- -Salê du çara cejne wan roja jî zikê feqira deþê. -Serê ço bi gûye binê ço bi gûye. -Serê kesê rast tim bilinde. Þ )---- -Þer bi tivinga vala nabe. -Þêr þêre; çi jine çi mêre. -Þûjna di çavê xwede nabine; derziya di çavê hevalê xwede dibine. T ) ---- -Taji bi zorê nare nêçirê. -Tee dayê tee dayê, ji bêaqila weye ku bihar nayê. -Te þuþt bi ava gû; ez çi bikim qenciya bi dû. W ) --- -War ew ware lê bihar ne ew bihare. -Wexta kara rû digerine, wexta þivê kevçiya digerine. X ) ---- -Xal Hidiro herro li viro. ( Hýdýr dayý her gün burda ) -Xew û mirin yeke. -Xwedê ji yekîre xera bike diranê wi di pelûlê de. diþkê. -Xwedê noka dide ê bê didan. Y ) ---- -Ya mêrkî baþ be, ya bivirî û das be, ya jî xwe xelas be. -Yek heye bi sedîye, sed heye ne bi yekîye. Z ) ---- -Zarok xemla malane. -Zêr be bine, zîv be bine, bih bi sêwî be nine (dûr be). -Zêr têkeve nav gû ji xera nabe. -Zikê têr ha ji ê birçî tune. -Zilamê fedikok bi kundkî, pîreka fedikok bi gundkî. -Ziman bê hestiye, digere. -Zimanê mirov bela sêre mirove. -Zimanê mirov bela serê mirove. Ziman girtî ser rihetî. -Zîpe zîpidare, bi bare ne bare meha Adarê xedare. -Zor zane zêr zane devê tivinga mor zane. -Zor zane, zêr zane zanin zane. |