PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



LÊKOLÎNA LÝ SER MUZEYA BERGAMA YÊ YA LÝ BERLÎNÊ.




LÊKOLÎNA LÝ SER MUZEYA BERGAMA YÊ YA LÝ BERLÎNÊ.

Berê ku em bikevin muzeyê min bixwebixwe digot emê herin cend keviran bibînin. Lê rastî ne wisa bû. Dema em ketin hundir li pêjber min peykerên ku BZ. Sala 170 de dest bi cêkirina wan kiribûn sekinîbûn. Birastî min mitolojîya yewnan xwendibû lê min bawer nedikir ku wê rojekî ev mîtolojiya han bi vî awayî derkeve pêjberê min. Kesê bi navê Yekta Arman bi kasetê ji me re rêberî dikir û wî me li hemû muzeyê gerand. Lê dildixwest ev peyker û tistên ji bergamayê hatibûn li bergamayê bihata paraztin. Lê mixabin hemû kes dizanin ku heger ev peykerên dîrikî li wir bima wê hemû ji aliyê dewletêve bihata hurkirin û talankirin. Jiber ku dewleta Tirk ciqwas tistên dîrokî hene dixwaze hemuyan bide wendakirin. Dema ev yek tê bîra min ez ji xwe re dibêjim, basbûye ku ev tistên dîrokî li vir tên parastin. Armanca dewleta Tirk yek jê ewe ku bi wendakirina van tistan anjî astengiya li himber xebatên arkeolojiyê rastiyên dîrokê dernekeve holê. Lê hemu Cihan dizane ku li wê herêmê bi sedan gel jiyane û bi dehan desthilatdarî li wê herêmê hatiye guherandin. Lê ew hînjî dixwazin vê rastiyê vesêrin. Wek mînak li Kurdistanê bi sedan bajarên dîrokî bi cêkirina bêndavan binerd bûn û hatin vesartin.

Ev peykerên dîrokî yên li muzeya bergamayê di sedsala 19. Da hatiye kesifkirin. Ji sisêyan yek anîne vê muteyê. Aliyê vê qesrê yê rojhilat û merdiwana aliyê derve yê vekirî bi awayekî orjînal hatibû montekirin. Di wê demê de asyayiyên bicuk yên barbar êris birine sehr vê qesrê û talan kirine.Armanca cêkirina vê qesrê ji bo bajarê atinayê yê duyemîn bidin avakirin ev mitolojiya ku bi hezaran sal te gotin bi wan peykeran bi awayek zanistî di wan peykerande hatiye sirovekirin.

Tekosina Zeus ya li himber zarokên Gayan li ber cavan tê xuyan û van peykervanan bi awayek bas vê tekosinê dane xuyan. Ew Gelgantê nigmar dixwaze xirabiyê biser bixîne lê biser nakeve. Bergama bajarek mezin yê peykerane û mitolojiya yewnanan di vê bajarêde vesartiye. Dayîka erd li himber xudawendên zarokên Gaya ser dike. Dîsa li aliyê din serê bavê xudawendan (Zeus) berdewame lê Athena di serde biserketiye. Atenayî vê serkevtina serê li himber Galatayiyande ji Athena re deyndarin. Ev bajarê dîrokî ji aliyê hunermendên herî bi navu deng yên Cîhana yewnaniyanve hatiye cêkirin. Hemû hunera ku ji aliyê van peykervanan de hatiye cêkirin dewxa mirovan dibe û mirovan matmayî dihêle. Peykerê Athena di sala 1876 an de hatiye ditin. Ev peyker di dema Oymenusê duyemînde ji aliyê Fîdîos ve hatiye cêkirin. ( BZ.170 ).

Dîsa xalîca ku li salona mezin bi fayansan hatiye cêkirin ji aliyê hunermendê Îtalî Hefaistan ve hatiye cêkirin. Di dawiyê de ez bang li hemû mirovahiyê dikim ku pêsî li xebatên arkeolojiyê negirin û nehêlin van xwesayiyan ji holê rabin. Birastî sermek mezine ku li rojhilata navîn bi sedan bajarên dîrokî li pês cavê cihanê tên talankirin. Mixabin berjewendiyên dewletan yên rojane nahêle ev rews were dîtin û diroka mirovahiyê were parastin.

2005 / Berlin

Cemal Ballikaya