EZ Û KALÊ EZ Û KALÊ Min kalek dit li Ez Mîrê Bi nimêj û bi rojî Min çend pirs ji wî dipirsî Got berxê min çi dibêjî Min got xalo tu ji kuyî Got kurê baþ ez jî nizam Mingot çawa tu nizanî Histu xwarkir hêsir rijand Piþti cixarekî vêxist Berbi piþikêve daxist Ji kezebê kur naliya Kulên xwe tev ji bo min rist Got ez mirovek bê kêrim Heft zik birçî zikek têrim Li welatê neyar digerim Deng nayê min parî kehrim Got dijmin ket welatê me Kuþtin tev jin û zarên me Kundê kor danîn baxê me Em derxistin ji warê me Weke teyrê ser hêlînê Em koçber kirin Ay Dînê Çalê genim ji me stendin Dane me nanê mêzînê Bavê min ji kul û kerba Demek kin jiyan bi der da Ez mam sêwî li vê dunê Çum û hatim virda wêda Diya min jinek pir jîr bu Awirê wî weke tîr bu Piþtî mirina bavê min Ew him jin bu ew him mêr bu Demek þunde wek bavê min Wîjî barkir çû dunya din Geh bi ketin geh bi rabun Jîyan mabu li benda min Piþti destura dijminan Herçîyê koçber vegeriyan Tev çun welat ez li vir mam Bum xulamê van romîyan Got ez Kurdim ji Muþ ê me Mirovê Xalit begê me Ew þêx saîd rêberên me Wan serî dan ji bona me Got axînam Kurdistane Ji bo didim rih û canê Îro Kurdan serhildane Li cîhanê deng vedane Carnan dibêm ez jî herim Sal derbazbune nikarim Ji bo wan tim duakarim Ne razame û þiyarim Gava kalê ewha digot Dilêm þewitî weka bizot De rabin keç derabin xort Çavê dijmin derînin cot Min got xalo sed aferî Tu ne kalî weka þêrî Þêst sale ji welat durî Te dilê min kirî birîn En tev jî, weka te Kurde Pir bi xeme pir bi derde Dibê êvê doza berde Ew nemêre ew ne merde Hunerek Gelerî |