PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Qeþmer


Qeþmer


Di nav bera roj û þevekê de, ew bû yek ji nîþanên wê deverê. Mîna her tiþtên vî welatî ku, ji niþkê ve serî hildidin, wî jî heyîna xwe standibû. Te digot belkî ew ji berî holê jî li virbû. Di çend rojên pêþîn de hin kesan xwestin wî nas bikin; dikirin ku êþa wan bi ser miriyên wan de bêtirî ya kesên bajarê “EFRÎN” ê ye; ew her roj dadiketin ser gorên kal- bavan û çavên xwe yên bi þelmot, di rawestandina wî ya di nav goran de, diçikandin. Tevî giþî jî wî nedihiþt ku kes nêzîkî wî bibe. Ger çiqas civakeke fireh jî nêzîkî wî biçûya, bê silav li wan dinêrî û eger ku te bixwesta silavekê li wî bike riwê wî yê sar meþa te ji xwe dûrdixist, dest li te sar vedigerîn û lîstika kurkê, ku li xwe pêçayî û di nav bera her çendekî de li goreke ziwa tê alandin, dikiþand.

Di roja ku, ez gihîþtim mal, ev bû çêroka pêþîn ku bala min kiþand. Hîn di kêlîka ku ji min re salixdan, min xwest ez wî kesî nas bikim. Lê çûn û hatina mervên min û xêrxwestina vegerîna min, hiþtin ez hinekî vê dilxweziya xwe bi þûn bixînim. Lê “Parêzî bi Ereban nabe, çimkî ji kevin de wan em dizîne”. Belê yek caran min çîroka wî ji bîrdikir lê mêvanên min ew bi rihetî ne dihiþtin; çêrok di devên xwe de kiribûn benîþt.

Û ji lîskên gerdûnê, di roja ku ew ne di bala minde bû, min ew nas kir. Sibeyeke Tîrmehê bû, di riwê rokê de çilpikên xwêdanê dibirûsîn. Li ser dengê bavê xwe û gotina “mir” min çavên xwe mis didan. Piþtî ku hinekî min hiþê xwe birefkir, min çêrok nas kir. Bi lez min çavên xwe þûþtin, cil li xwe dûzkirin û der ketim mala cîranê ku dengê girî jê dihat.

- “Çawa çêbû”. Piþtî min silav li civatê kir, min ji kesê ku di rex min de rûniþtî bû pirsî.

- “Ti kes nizane”. Bi xwîn - sarî bersiv da.

- “Çawa kesî ne dît ?!”. Min hinekî bi xeyd û deng bilindî, lê vegerand. Kela min bêtir ji bersiva wî ya kurt hatibû. Min hêþt kesên nêzîkî me, bi çavin beloq, li me bimeyzînin. Wî jî xwest vê yekê bin cil bike, lewre bi dostaniyeke bêdil, seriyê xwe xiste ber guhê min.
- “Wek min ji te re gotibû, tukesî ew nedît. bavê lêwik, ji ber- banga sibehê de derketibû, dê jî çûbû mala apê xwe; malên wan nêzîkî hev in, du gav in. çûn û hatina wê pir dirêj nekir. Lê gava dikeve deriyê malê, dinêre ku zaro xwe li ser çemento dirêjkirî. Di bala wê de ku lîstikeke zarokî ye. Di ser wî re disekine, lê ew þiyar nabe, bi destên wî digre, lê di cih de qîjînek jê tê, dihêle cîran lê bicivin. Hatina bijîþk jî bê sûdbû; kesî ti tiþt jê fêm nekir. Ev e çêrok”. Wî hinekî bihna xwe biderxist, lê bihna min tengbû. “çawa kesî ti tiþt jê fêm nekir”. Min xwest ez wî hîn bicivilînim, lê gotina mele ez ji rê vegerandim. Em tev rabûn ku bi zaro re derkevin mezela bajêr. Bi rêv e, di meþîna li pey termê zaro de, min hinekî xwe nêzîkî pîrekan kir. Kurte- pistek di navbera wan de hebû.

- “Na yadê, ji ku bi nên...”. Lê min pevok giþ ne bihîst. Di wê kêlîkê de, mele xwendina destpêka pirtûka xweda xwestibû. Gotina pîrekê anî bîra min ku dema mele zaro diþuþt çavên min bi pariyeke nan, ku di devê zaro de bû, ket.

- “Eger ne ji pariyê nên be, wê ji çibe?”.Pirsa pîreka din, kela min careke din bilindkir. Zaroyekî çar salî, rojekê ne gotibû seriyê min têþe, çawa bê deng, bê ferman bimre ? !

- “Nizanim. Bes wek min bihîstî, û xweda þahide, dibêjin ku ( Dê ) ew fetisandî”. Pîrek a lê guhdarî dikir ku bi qîrîn dêng derîne, lê ha ji xwe hebû; di cih de dest danî ser devê xwe. Bihîstina salixa çûyî tû li min qijkir.

- “Çawa ?!”. Pirsa min û pîrekê bû yek, hiþt ku pîreka salix dida li çavên me herdiwan binêre, lê min kir ku ez ne li ba wan im. Ew jî þêt man ku dengekî din, ji bilî yê pîrekê, hebû û dema dîtin ku der dora wan kere careke din vegerîn çêrokê.

- “Dibêjin, û dîsa xweda di nav bera me û gotinê de be, ku gava ew derketibû mala apê da ku li zarê xwe yê din bipirse ku çima ew dereng mayî, evê ku çûye dilovaniya xweda xwestibû pêre here. Lê kir qêrîn ku li ber malê bimîne. Lê, ji ber ku qêrîna wê bê sûde bû, teka gorê ji lingên xwe kiþand, kire qulp, xiste stûyê wî û ew bi pencerê ve girêda. Mala min biþewite hingî belengazî xwe kiþand qulp li stû hat hev, hêþt lawik bifetise”.

Her ku pîrek ber dawiya çêrokê diçû, min xwe nêzîkî wê dikir; min xwe nedît ku di nik wan de dimeþim û haya min ji mele û bilêvekirina navê xweda, bi yek carî, tine bû. Têra ku mirov ji xweda bireve, navê wî anîbû ser zimên.

Di kuncekî goristanê de sekinî bû. Te digot ew pareke jê ye. Belkî ya rastir ew be ku yek bêje goristan pareke ji wî ye. Riwekî sar, di geliyên rûdêmê wî de qeþa girtî; du rok di çavên wî de hatine vemirandin, qeþa wan dihêlin dilê mirov vemire. Li gor gotina gundiyên min wî nêzîkî li heyþtê salî kiriye, lê di baweriya min de wî pêncî sal jî neqedandî, bes carna dîrok ji mentiqê xwe yê sirûþtî der dikeve. Min xwest ez wî ji nêzîkî ve bibînim, min xwe ber bi deriyê goristanê ve kiþand, lê ew winda bûbû, heya dema ku mele dest di ser riwê xwe re kiþand û ji mervên ê mirî xwest “rêz bigrin ku xelk seriyê we sax bike”. ew bi ber çavên me neket.

Di kêlîka ku me dikir em ji goristanê derkevin, çavên min bi wî ketin. Ew di ber kêlika tirba pûç de ketibû. Min nêzîkî li wî kir, çend caran ez kuxîm, lê min nikarî bala wî bikiþanda. Bihna mirinê tehl e û dûr diçe. Ez di jorî wî re rawistîm, min dît ku lingê qeþmerekî nav zeviyan “feza’e” þikestî û gêrbûye ser tirba pûç û tihî. lê dîtina zanaveke osmaniyan di nik qeþmer de, kesîtiyek dida wî. Bê ku fermana ti kesî bistînim, min ew xiste berîka xwe, kesî jî ne got çima û çi bû ewê te xistî berîkê xwe. Lê ti tiþtî hêja jê ne hat standin. Ji bilî ku navê wî Gerebit e; di sala 1886 an de, li ser dengê giriyê xwe, ken û lîlandina yên dorê, cara pêþîn çavên xwe vedike, lê kesê nizanibe kengî cara dawiyê çav dane hev. Hemî agahên mayî hatibûn sîr kirin. Bi qasî þûna cixareyekê, zanava di dest min de, di nîviyê de, hatibû þewitandin.