PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mamê Miho û Bedîrxan Beg


Mamê Miho û Bedîrxan Beg


Carik cara rahmet dê û bavê guhdara ;
Heb û tinebu Cizîra botan de Bedirxan Beg hebu. Â’delet a Bedirxan Beg meþhur bibu nav dinê de. Miho yek hebu xelkê Amêdîyê bu. Xela wî zemanî de çêbu. Miho jî hêstira cil kir rojek roja ji bo zarokê xwe yê exsîr berê xwe da Tilehfer ê . Ka çend konaxa çû barek genim ji xwere kirî keyfa wî gelek xweþ bu.

Got ;
“Ez ji zarokê xwere bibim, keyfa wa wê gelek xweþ bibe”. Ji sefera xwe zivirî, berê xwe da mala xwe, ka çend konaxa . Ev malûmê herkesî ye Miho westa di rêde… Rasta kanî û merge kî hat.

Mîho got ;
“Tu der jî vêderê çêtir tune û barê xwe danî û bêhna xwe vekir. Têr nanê xwe xwar, ava xwe vexwar, nimêja xwe kir, hêstira xwe barê xwe ve girê da. Ewî Miho yî navê Bedîrxan Beg seh kirîye, lê nedîtîye.

Miho, deng hilda wek delal a, bakir:
“Wa Bedirxan Beg ! Eve çend roje Miho yê fekîr westîya ye, ez nûbeta xwe de nerazam e, min haj hestira xwe ma heta niha. Vê carê eger tû gelek camêrî, neraze haj hestir a Miho ê belengaz bimîne…”

Tu nebêjî wê navê de didu nijdevan ( diz ) a deng ê Miho dîbihîstin.

Gotîn;
“Ev ehmeq e, Cýzîr a boatan lý kûderê, Bedîrxan Beg wê kengê dengê wî seh bike. Ka tu razê, bila Bedîrxan Beg haj nubeta te bimîne…”Miho vestîya ye, xewek giran de raza ye. Bellîye xew û mirin yek e. Ewa nijdevanên ehmeq, hêdîka kêr avêtin werîsê hêstir a Miho qetandin barê wî qulipandin hedî hedî ser piþta hêstira wî… wexta Miho jý xew rabu lê nérî ne bar maye ne hêstýr …. Qérik erdê da heta ezman a… “Wey Bedîrxan Beg ! Tu çý zilamek î bê xêret î… tu çawe nubeta xwe de razayî ? ! ev bela hat serê te û Miho ê feqîr li vê derê…”

Got :
Tu xwe bigre, ezê hatim te…
Dilek kul pazde ê birîndar… Þev kir roj,roj kir þev, berê xwe da Cizîr a Botan.Wî derd ê giran ve… Heta hat Cizîr a Botan. Çu dîwanxana mîrê Botan. Slav kir dîwanxanê, çu destê Bedirxan Beg. Hat cihê edebê runiþt. Hurik hurik runik ji çavên wî dihatin xwarê. Sebr û fikir kir li dîwanê nêrî.. Bedirxan Beg guhda derdê hemu a, qeder halê xwe yek bi yek derdê wan derman kir. Dur giha Miho ê feqîr.

Got :
“Keremke mamê min navê te býxêr ? Tu bi xêr û slamet hatî, tu ji kuve tê ? Tu hatî çi ?”

Miho ê feqîr wek camêra daxwe rabu ser pîya u got :
“Ya mîrê min ! Ez xulamê te Miho me. J i ehlê Amidî yê me.” Gotina xwe ji sêrî heta binî jêre got.

“Ya mîrê min, qusura min efu bike; Miho ê feqîr ewqas roj haj nobeta xwe ma. Ma gelo ne aybe tu nobeta xwede razayî ! Þerm bike ! Ji navê xwe ! Sebep çi tu nobeta xwede razayî ? Heta ku ev bela bê serê min û te !..

Bedirxan Beg ser rukek spehî got :
“Mamê Miho, qusura min efu bike, ez mirof im. Her kêmasî çêdibe. Ez hêvî dikim min helal bike ! Wî zehmet ê xwe…”

Bedirxan Beg bankir xulamê xwere got :
Kuro filankeso here xanê, çi hêstir a mamê min Miho bivê cil û ben bike bidê..” Miho û xulam çun xanê. Xulam dest avête çi hêstir a qenc e ew anî ji mamê Miho re.

Miho gelek xwey wîjdan e…

Got :
Hêstir a min, ne wek vê spehîye. Xulam ma heyirî. Çend hêstir anî nîþa Mýho kir, Miho jiber wijdana xwe qebul nekir.

Xulam got :
Mam ê Miho nexwe tu ji dilêxwere dest bavêje yêkê. Tu dizanî ka hêstir a te çaweye. Miho hêstirek wek ya xwe girt.Hat xatirê xwe ji Bedirxan Beg bi xwaze.

Bedirxan Beg, got :
”Tu hatî mamê Mýho ? Tu kêfxweþ û qayil buyî ?

Mamê Miho got :
”Xwuda tac û textê te qewî bike !”

Bedirxan Beg wê navêde kaxezik reþ û heþîn kirîye got :
“Mamê Miho ji tere zehmet nebe ji kerem a xwere dema tu býçî mala xwe înþeallah, te bêhna xwe vekir. Vê kaxezê bibe ji Mîrê Amidî yê re..

Kaxezêde nývîsye :
”Ew dizker derketin derketin ! Ew dernekevin ezê Botan rakim, bême reyê piþta te biqelînim !..”Miho dilek kul, pazde ê birîndar kaxez girt û maçî kir, danî ser serê xwe û kire xelîtkê xwede.

Bedirxan Beg gotê :
”Eve ji tere çend mecîdî pere jî. Te divê barê xwe ê dexlê vêderê bikire, te divê tu kuderê bikirî tu keyfa xweyî. Miho xatirê xwe ji Bedîrxan Beg xwest û berê xwe da felekê, piþta xwe da oxirê, qesta mala xwe kir Amidî yê. Heta gihîþt mala xwe vê navê de zarokê wî dil kul û þepýrze bibîn. Dema kifletî qî û zarokên wî Miho dîtin zêde keyf xweþ bûn û weke biçin bihiþtê .. Miho jî teab û ezîyate xwe ji bîr kir di gel zarokên xwe. Dost û mirovên Miho hatin serdana Miho,”Wey Miho feqîro hate niha tu kûderê bî.

Miho got :
“ Vaye hal û keyfet ev bu. Lê willehî ez tiþtekê de dîsa ketme bin tirsa xwe de.. Mîrê Botan gotîye; vê kaxezê tu bidî Mîrê Amidî yê.” Tabî Miho ê feqîr ket bin tirsa xwe de. Tirsa Rebbê a’lemê . Wê navê de, yê barê Miho dizî seh kir. Ew jî ne dizekê bê wijdanin.

Poþman bûn wê neheqî ya xwe.

Got :
Ya qenc û baþ ewe; yê ku nîvê rê bizivirî ew nîvê zîyanê ye. Emê biçin xwe bavêjin ber dest û pîyê mamê Miho belkî me efû bike. Daqene xwudê jî me ef û bike. Ez nabim sebebê qetl a du milletê giran. Þêv nîvê þêvê hey melakek hey camêrek dan pêþîya xwe û hatin destê xwe li derîyê mamê Miho dan.

Mamê Miho derî vekir.

Got :
“Keremkin mêhvanên delal.” Rûniþtin keyf xweþî û suhbet kirin. Miho digot qey, ev jî serdançîyên minin. Ne dizanî ji bo derdê xwe hatine.

Soz û bext ji mamê Miho standin û got :
Tu me eþkere nekî star navê xwudaye ! me xwe avêtîye mala te . Miho soz û bext da wan.

Miho nizanî derdê wan çîye.

Got :
“ mamê Miho,ji biçuk a qusûr ji mezin a efû. Xwudê dizani me qebheta te kirîyê.” Mamê Miho ma heyirî .. tabî soza zilamê berêye… Miho keyfxweþî got “ Hun serserê min hatin…. Herin barê min û hêstir a min bînin, ne min hun dîtine ne jî hewe ez dîtime jibu xwudê..”Ew çun bar û hêstir a Miho anîn. Bin starêde tu kesî ne dizanî ji xeyrî xwuda û Miho pêve… Wextê bar û hêstir anîn dîsa Miho yê feqîr ket bela xwe de. Wîjdana wî qebul nekir ku bar û hêstir hatî, bar û hêstýrê Bedirxan Beg bixwe. Bêhna xwe tememî vekir. Sibeh kê got ya Allah ya xwudê û berê xwe da Cizîra Botan. Þêv kir roj, roj kir þêv gihîþt Cizîrê… Çû dîwanxana mîr. Slav da. Çu destê mîr , hat cihê edeb ê.

Mîr jî ket bin tirsa xwede got qey ka çi qawýmî ye.

Got :
“Mamê Miho xwudê xêr bike.”

Got :
“ Mîrê min xwudê tac û textê te qewî bike! Te ji serê me kêm neke !. Hal û keyfet ev e…” Mîr, dîsa ma e’cêbmayî. “Mamê Miho te çima ev tea’b dît. Min ew hêstir û bar, dabî te jî tere.”

Miho got :
“Ne mîrê min ; heçî bê qesta te bike,tu vî awayî zêde bidîyê, tê ji mîranî bikevî. Wijdan a min qebul nekir ez vê behra zêde bixwim. Mea’lumê tebe, seda hene bi navê Miho.. rahmet dê û bavê guhdar a ! Guhê xwe bidin camêr a û herd û mila….


Mele xelîl