PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pîrê û Nêrî


Pîrê û Nêrî


Pisîkek Xone hebû. Wî rojek xwest ku fotografekî ( weneke ) xwe
bikþîne. Rabû û Çû dikanafotografkêþ.

- Merheba westa ( Hosta ) ! Ez dixwazim fotografekê xwe bikþînim.
Divê fotograf mezin be, lê ji bo albûma min divê fotograf gelek biçûk be.

- Merheba! Tu bi xêr hatî Pisîka Xone.
De fermo li ser vê kursî rûne. Weha lingên xwe bavê ser hev.
Serê dûvê xwe jî bîne ber Çenê xwe.
Himm ! Balkêþ e! Dûvê xwe bibe pey piþta xwe. Baþ e !
Divê niha jî tu bikenî. Him ! Ewa haaa !
De nelive ez dê niha fotografa te bikþînim.
Fotografkêþ hê negihîþt ber kamareya xwe, pisîk baz da ber derî.

- Ma tu hewqas tirsonekî? Netirse ! Offf ! Rawest e !
Çiqas fotografkêþ got ji pisîka Xone qet wek ku nebihîze, ji derî derket û Çû.
Fotografkêþ ji hêrsan Çû ser sendeliyek rûniþt.
Serê xwe kir nava destên xwe.
Fiþe - fiþ ji dev û pozê wî dihat.

- Piçek paþê bi teqereq derî vebû.
Pisîka Xone di dev de miþkekî biçûk û ket hundir.
Hêdîka çû ser kursîyê wek ku westa ( Hosta ) jêre gotibû rûniþt.

-Çima tu hêrs bûyî westa ? Divê hevalê min jî bi min re be.
Bê heval fotograf ne xweþ e.
Vê carê te fêm kir ji bo çi ez çûm ?
De fermo fotografa min bikþîne.
Pisîkê got û li kamerayê nihêrî.