PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ala Kurdistanê
mehmûd lewendî

wekî her gelî, kurd jî xwediyê alekê ne. Ala kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, spî, kesk e û di nava wê de jî rojeke zer heye. Ev al di 1920'an de ji aliyê Teþkîlatî Ýctîmaiye Cemiyetî ya kurdan ve hatiye tesbîtkirin.

Mistefa Paþa Yamûlkî yek ji damezirînerê Teþkîlatî Ýctîmaiye Cemiyetî ye ku rengên ala Kurdistanê tesbît kirine. Ew di hikûmeta Þêx Mehmûd de jî bûye wezîr,û berpirsê rojnameya nîv resmî ya Bangî Kurdistan a vê hikûmetê; dibe ku ala kurdan a serdema Þêx Mehmûd jî bi pêþniyaza wî hatibe qebûlkirin.

Her neteweyek xwedî alekê ye. Al nîþaneya huwiyeta (nasname) wan e, sembola hebûna wan e. Ala her gelî bi þiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ne. Wekî her gelî, kurd jî xwediyê alekê ne.

Baþ nayê zanîn ka ji bo cara yekem di dîrokê de kurdan kengê al an jî sembolek ku þûna alê bigre bi kar aniye. Lê ew kurdên ku ev serê 6-7 hezar salan e ku li Kurdistanê, yanî li cihê xwe yê niha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret ava kirine. Wekî her dewlet û îmaretên qedîm, teqez wan jî alek an jî li þûna alê sembolek bi kar aniye. Yanî ew dewletên wekî Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hwd. ku di dîrokê de roleke mezin lîstine, leþker çêkirine, bajar û medeniyet ava kirine û li gorî tarîxzanan jî bav û kalên kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên kurdan; wekî Þedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Behdînan û hîn gelekên din, her çendî nîvserbixwe bûn jî lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leþker û qesr û avahiyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çend sed salan li Kurdistanê desthilatî kirine, diviyabû alek an jî semboleke wan a ku li þûna alê bi kar bînin hebûya.

Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin desthilatiya wî de bû, xwedî pere û top û tiving bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewropayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan þandibûn Ewropayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û bazirganiya dewleta xwe keþtiyên þer û yên bazirganî dabûn çêkirinê. Gelo mirov dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku ew qas tiþt kirine, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tune ye, em nizanin alên wan çawa bûne.

Her kurdek bi efsaneya Kawa dizane. Kawa hesinkar e. Pêþtimaleke wî heye. Piþtî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, wê pêþtemala li serê gurzê xwe badide û ber bi Ferîdon ve diçe û Ferîdon wê wekî al hildibijêre. Dîsa di klasîkên kurdî de jî gelek þaîr û nivîskarên kurdan wekî gotin, al bi kar anîne. Çend mînak:

Zalimê kuþtim þepalê/ Nazikê, qencê delalê/ Bûn hîcaba zilf û xalê, adek û ala û tox. /(Ji Dîwana Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Bejn û bala tox û ala /Min kirin vêkra mitala /Çîçeka terhînî wala /Dil ji min bir, dil ji min. /(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr /Jêrî alaya te bim roja esîr /(Ji Mewlûda Melayê Batê, 1417-1491) /Ya Reb îmanê dixwazin em midam /Jêrî alaya Muhemmed wesselam. /(Ji Mewlûda Melayê Batê)

Ýþaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret þîn /Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîþan. /(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)

Ala kurdan a îroyîn

Ala kurdan a ku îro ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin lê bi baþî nayê zanîn ka kengê, çawa û ji aliyê kê ve hatiye çêkirin? Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêmkirin di destpêka salên 1920'an de ji aliyê rêxistinên kurdan ên wê demê ve hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela, wê wextê Kurdistan Tealî Cemiyetî li ser karta huwiyetê ya komeleyê (nasnameya komeleyê) "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" aleke kurdan çap kirine ku ev al jî "Katibê ómûmî yê komeleyê Zeynelabidîn çêkiriye." (1).

Li gorî Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paþa) ala kurdan a îroyîn ji aliyê Teþkîlatî Ýçtîmaiye Cemiyetî ve hatiye tesbîtkirin ku þiklê wê wiha ye; li jor rengê sor, di navînê de spî, li ser rengê spî þiklê rojê û li binî jî rengê kesk wekî ala neteweyî ya kurdan tesbît û îlan kirine.

Her çend ku di destê me de tu belgeyên din an jî resmekî alê ya wê wextê tune ye lê dîsa jî li gorî gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku ala kurdan a ku îro ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin di 1920'an de ji aliyê Teþkîlatî Ýçtîmaiye Cemiyetî ya kurdan ve hatiye çêkirin (2).

Di sala 1921'ê de Mistefa Paþa Yamûlkî ligel hin ji damezirînerên Teþkîlatî Ýctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Rahmî Bedirxan, Kemal Fewzî û Mewlanzade Rifat dixwazin biçin baþûrê Kurdistanê, lê îngiliz nahêlin ew derbas bibin, tenê Mistefa Paþa Yamulkî ji ber ku ji Silêmaniyê ye, derbas dibe. Mistefa Paþa diçe Silêmaniyê û di hikûmeta kurdan a ku di roja 10.10.1922'yan de di bin serokatiya Þêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe Wezîrê Perwerdehiyê (2). Her wê demê ji aliyê Þêx Mehmûd ve aleke kurdî hatibû qebûlkirin û wî pûl jî çap kiribûn (3). Di destê me de ev al jî tune ye ku em bibêjin þiklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Paþa Yamulkî yek ji damezirînerên Teþkîlatî Ýctîmaiye Cemiyetî ye ku þiklê ala Kurdistanê tesbît kiriye û di hikûmeta Þêx Mehmûd de jî bûye wezîr û berpisiyarê rojnama nîvresmî ya bi navê Bangî Kurdistan a vê hikûmetê; ne dûr e ku ala kurdan a serdema Þêx Mehmûd jî bi pêþniyaza wî hatibe qebûlkirin.

Resmê Ala kurdî-1928

Ronakbîr û siyasetmedarên kurdan ên ku di salên 1900-1928'an de li Kurdistanê û li Stenbolê di nav komele û cemiyetên kurdan de cih girtine, piraniya wan piþtî salên 1925 û 1930'î hatine li Sûriyeyê bi cih bûne. Wan her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxistinek ava kiriye. Ji weþan û pirtûkên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine, tê fêmkirin ku her ew ala ku di 1920'an de hatiye tesbîtkirin, ji aliyê Xoybûnê ve jî hatiye qebûlkirin.

Dîsa tê gotin ku di serhildana Agiriyê de Ýhsan Nûrî her ev ala kurdan bi kar aniye. Heta resmekî ku ji wê wextê maye, di gelek kovar û pirtûkan de hatiye belavkirin.

Mesela li ser berga pirtûka Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala kurdan bi rengînî hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilizî "Flag of Kurdistan" ango Ala Kurdistanê hatiye nivîsîn. (Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928)

Di Hawarê de ala kurdan

Di kovara Hawarê de ku di sala 1932'yan de li Þamê derdiket, li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin.

Celadet Alî Bedirxan di beþa gotareke xwe ya li ser alê de, ala me ya îroyîn tarîf û rave dike û wiha dibêje: "...Ala kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, spî û kesk e, di nava wê de roj diçirûse." Hawar, H: 9 r. 1-2)

Ala kurdî di 1932'yan de li ser her du bergên Hawar, h: 11 bi rengîn hatiye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê spî û li binî jî kesk, di ortê de jî taveke 18 tîrêjî (an jî stêrkeke 18 niçikî) heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina Þêx Evdirehmanê Garisî nivîsek nivîsiye û tê de wiha dibêje: "...Belê þêxê min, min ji te re kefenekî wisa hilbijart ku hê jî tu kelaþ pê nehatiye pêçandin, min ji te re tirbeke wisa kola ku hîn tu mirî neketinê. Min kefenê te kir, Sor, spî û kesk û zer, ala te û min tu veþartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand. Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit. Tirba te tirbeke welê ye ku ne kêla wê bi birûskên ezmanî diþike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweþe, ne axa wê bi baran û lehiyê qul dibe û ji hev dikeve. Tirba te kitêbek e ku nifþên gelê me deste-desta bikin û her nifþ ji nifþê din re heta paþiyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin. Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland..." ("Þêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, H: 11(10.11.1932), r. 2-3)

Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4'an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala kurdan nivîsiye ku çend malik jê ev in:

Ala kurdan /Ala kurdan di nav rok /Çi bedew û bi heybet /Bi çar reng î, rengên te /Çi delal û çi xweþkok /Xêzek kesk û xêzek sor /Nav spî û nîvek zer /keskesor e, bi roj e /Ev li jêr û ew li jor

Di Hawar, h: 8 (12 Ýlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsiye û di malikên pêþîn ên vê helbestê de ala kurdan wiha tarîf dike:

Ala kurdan /Ronahiya dil û çav /Diyariya dê û bav /Pêsîra wê roj û tav /Spehîtiya ax û av /Ala kurdan ser be ser /Sor û gewr e kesk û zer (Dr. Kamûran Alî Bedirxan, Dilê Kurên Min, Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, Þam, Çapxaneya Tereqqî,1932)

Mehabad û Ala kurdan, 1946

Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paþa) der heqê ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê de wiha dibêje: "Desthilatên Komara Mehabadê ala Kurdistanê ya ku di 1919'an de ji aliyê Teþkîlatî Ýctîmaiye Cemiyetiyê ve hatibû tesbîtkirin, girtin lê li kêleka roja wê, resmê du simbilên genim û li piþt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhuriyetî Kurdistan nivîsîn û ew wekî ala Cumhuriyeta Mehabadê qebûl kirin."(4).

William Aegleton jî der heqê ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê de wiha nivîsiye: "Di Gulana 1944'an de rêxistina Komel, bi arîkarî û hevkariya hevalbendên xwe yên li Iraqê, ala Kurdistanê ya neteweyî amade kir. Ev al ku ji sê xetan pêk hatibû, her xeteke wê, rengek bû. Li jorê sor, li ortê spî, li jêr jî rengê kesk cih digirt. Bi vî awayî berevajî qulibandineke bi rengên ala Ýranê, ala Kurdistanê hatibû çêkirin. Li ser alê roj -ku sembola kurdan e- û li kêleka rojê du simbilên genim, li piþt wan jî çiyayek û pênûsek hebû."(5)

"...Serê sibeha meha Çileya Paþîn a 1946'an bû. Tav diçirisî, rojeke xweþ bû... Ji gundên dorê gundî û serokeþîr hemû hatibûn Mehabadê. Meydana Çarçirayê tijî bûbû. Cadeya ku ji her du seriyên bajêr digihîþt Meydana Çarçirayê bi alên Kurdistanê û bi flamayên sor û spî û kesk hatibûn xemilandin..."(6)

Mûsa Anter di bîranînên xwe de qala rêxistineke îllegal ku di salên 1948'an de ligel Yusif Azizoglu û çend kurdên din danîne, dike. Di rêxistinê de sondek jî dixwarin. Ji bo sondê destê xwe datanîn ser ala kurdan û çekekê û sonda xwe dixwarin. Mûsa Anter ji bo vê alê wiha dibêje: "Wezîfeya çêkirina alê li ser min bû. Ez çûm Kapaliçarþiyê min her yek nîv mîtro, çar reng qûmaþ kirîn. Al îro jî tê zanîn. Sor, spî û kesk, li ortê jî rojeke zer. Sembola reng û roja li ser alê wiha ye; Rengê spî nîþaneya aþtiyê ye, rengê sor nîþaneya xwîn û þoreþê ye, rengê kesk nîþaneya bereketa Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Roj jî sembola dînê neteweyî yê kurdan, Zerdûþtî ye..." (7)

Bulletin Du Centre D-Etudes kurdes, 1948

Di bin berpirsiyariya Dr. Kamiran Alî Bedirxan de li Parîsê di navbera salên 1948-1950'yî de li ser hev 13 hejmarên wê derketine. Nivîsên wê bi Fransî ne, carna cih daye hin nivîsên îngilizî jî. Li ser bergê her hejmara wê ala Kurdistanê heye ku rengîn e. Sor li jor, spî li ortê, kesk li jêr û li ortê jî roj heye. (8)

Hestên keçeke kurd

Di hejmara 9'an a rojnameya Kurdistan a Komara Mehabadê de axaftina keçeke kurd a bi navê Ýþret Azmî ya li ser ala Kurdistanê hatiye weþandin. Ji bo tarîfa ala Kurdistanê em çend rêzan ji wê axaftinê destnîþan dikin:

"...Ey Ala Kurdistanê ya sê rengîn, ey nîþana bilindiya Kurdistanê!.. Rengê te yê sor þahid e ku tu bi xwîna kurdan hatiyî hilgirtin, rengê te yê spî nîþana dilpakiya kurdan e, rengê te yê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye..."(4)

Çavkanî: (1)-Malmîsanij, Bitlisli Kemal Fevzi ve Kurt orgutleri içindeki Yeri, Stokholm, 1993, r. 127, 129, 148

-Doç. Dr. Ergun Aybars, Istiklal Mahkemeleri 1923-1927, Ankara, 1982, r. 152

-Akis (Haftalik aktualite dergisi), no:11 (25 Aralik 1967), r. 24

-Behçet Cemal, þeyh Sait Üsyani, Sel Yayinlari, 1955, Ust., r. 89

(2)-Zinnar Sîlopî, Doza Kurdistan, Beyrût, 1969, r. 60

(3)William Aegleton, Mehabad Kurt Cumhuriyeti 1946, Turkçesî: M. Emin Bozarslan, 2. Basku Komkar Yayunlaru, Koln, 1989, r. 94-95, 152

(4)-Sîlopî, r.200, 203, 204

(5)-Aegleton, r.94-95

(6)-Aegleton, r.152

(7)-Musa Anter; Hatiralarim, Doz Yayinlari, Ýstenbol, 1990, r. 61-62

(8)-Bulletin Du Centre De Etudes kurdes, No:1(1948)-no:13(1950), Parîs.

-Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928.

Ev nivîs ji malpera www.kurdinfo.com. hate girtin.


Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !