PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tu Dizanî


Tu Dizanî

di tarîya þevê de
birîn kur dibin
stêrkên xemgin
xwe ji ezman berdidin xwarê

di nav xewn û xeyalan de
wenda dibe mirov
tu nizanî
agirê dil çawa gur dibe
çavên westiyayî çere zûr dibe
ramanên serî cûrbe cûr dibe

bê bask difirim ez
kendal di min de xwe dikujin
bersîvên hemu pirsan di berika min de ne
lê nizanim keça kurd
dilekî têra evîna te nekir
ezê çi bikim


Mesut YEKTA