PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



HIN PIRSGIRÊKÊN SIYASETÊ DI ( KOMAR ) A EFLATON DE



HIN PIRSGIRÊKÊN SIYASETÊ DI ( KOMAR ) A EFLATON DE

Komara Eflaton malpereke girîng di warê sazkirina ramana siyasî de digire. Cudahiya vê pirtûkê ji hin berhemên felsefî yên din ne tenê ji ber pêþkêþkirina pirsan hatiye . Lê ,ji ber ku, ew digel pirsan, bersivan jî diyarî xwendevanan dike. Û hemû pirsgirêkên ku, li hember mirovê berê di þaristaniya girîkî ya kevnar de berzdibûn çareserdike .
Komara Eflaton, roleke payebilind di felsefeya kevnare de dilîze. Berya ku, qonaxa pirsa felsefî xwe hilbide . Lewma , di vê pirtûkê de bêhtir Eflaton li ser þîrovekirin, Rexnekirin, û bersivan rawestiyaye. Û ew bi va awayê han cîhaneke ramanî û felsefî ku ji lihevxistina kurte pirsan û bersivên dirêj hatiye avakirin, didomîne .
çimkî li cem hemû ramanbîran, fîlozofan û nivîskaran gotinên amade û qutîkirî nîne .

Pirtûk pergala hevpeyvînan distîne. Û Eflaton li ser zimanê SOKRATÎS nerînên xwe yên cur bi cur eþkere dike .

  • Li cem wî tenê pênc celebên hikûmetan hene :

    - hikûmeta aristokirat
    - hikûmeta tîmarxî
    - hikûmeta olîgarþîk
    - hikûmeta demokrat
    - hikûmeta zordest

    Ji van pênc celeban, Eflaton forma dewleta aristokrat hildibjêre, û ewê wek nimûneya herî çaktir û çêtir dibîne. Li gor wî tenê dewleta aristokrat dikare xizmeta cemawerê xwe bibîne . Lê, ew forma dewleta zordest hîç napejirîne. Di ramana wî de, ev cureyê dewletan nikare ji bilî bêzariyê, belengaziyê, û xizaniyê ti encamine berder û bi havil derxîne holê .

    Jêderê dewleta zordest di vîn û daxwaza gel de tê dîtin. Eger gel pir ji desthilatê hezbike û bixwaze wê bi dest xwe bixe, helbet ê demek bête ku, nema ew êdî dikarin destên xwe ji desthilatdariyê biþon û xwe ji bin bandora wê derînin. bi wateyeke din, eger mirov girîngiyeke zaf bide pirsa desthilatê, dê encam dewleteke xirab û ne baþ be .
    Li aliyê din, gelo ma derfet heye ku, komareke baþtir û mînakî bête bikaranîn . ....
    Bê goman, hebûna vê derfetê girêdayî ye bi destxistina kategoriya fîlozogan ji sehneya siyasetê re, û bidestxistina wan ji hikum re. Li gor Eflaton, ew kategoriya han li yaqî birêvebirina dewletê û xelkê wê ye. Çimkî wan heye þert û mercên zanebûn, paqijî, û dadmendî.

    Seba destelatdar ti helwestê li wî negirin, ew hin nerîn û gotinên xwe sivik dike. Çi ku ji bîra wî neçûye, çawa rayedaran jehir bi mamosteyê wî Sokratîs dan vexwarandin û di encamê de, wî jiyana xwe ji dest da. lewma, ew dibêje ku, ne merce ku fîlozof pêþrew bin, divê ku pêþrew û hikûmdar di þûnên xwe de bimînin . Lê, bi mercê ku ew bibin fîlozof û di warê zanistî de bixebitin .

    Ji hevgirtina herdu hêzan, ya siyasî û ya felsefî ( rewþenbîrî ) di eynî kesî de, wê berhemine bi sûde bidin çi civakê, çi jî destelatê. ji ber ku, herdu hêz di jiyana civakan de alavine bingehîn û rodarin.

    Teqez, divê partîzan û rewþenbîrên me kurdan, nemaze di heyama îroyîn de, sûdeyan ji vê ramana siyasî werbigirin, hinekî xwe bi dûrî silogan û duriþman xînin, û siyasetên xwe li gorî pîvanên hiþmendiyê bi kar bînin. Çimkî navêt ku partî rewþenbîran ji xwe re bikin serad. Herweha navêt ku, rewþenbîr jî partiyan ji xwe re bikin serad.

    Ango ; me divê têgihiþtina hevtewawkirinê, bi taybetî piþtî bi dehan gotar û nivîsar derbarî problematîka pêwendiyên siyasetmedar û rewþenbîrên kurd li kurdistana baþorî rojava.

    Li gor Eflaton, dewlet ne ji beþekî ji xelkê re sazbûye. Dewlet ji tevahiya xekê xwe re hatiye holê. Erka dewletê þakirina gel e. Û ji bo vê armancê pêwîste ku, dewlet bi danûstandineke taybet pêþwaziya hemî dozên k, wek kuspekan li hember rêveçûna dewletê radiwestin bike.

    Dema mirov bi awayekî baldarî li rewþa civaka girîkî û dewletê ( wek mînak : Esîna ) dinêre, tê dîtin ku rewþa gel û rayedarên dewletê zêde ji hev dûre. lê mixabin, fîlozofê me, vê rewþa han rexne nake û ti dîtinên dijber di derheqê va parçebûna civakî de derpêþ nake .

    Li dewleta Esîna ya kevnare, navê Esîna ya reþ hate birîn. çu ku Esîna miþte kole bû. Lê, pirsgirêka koletiyê di nivîsara Eflaton de cih negirtiye, û fîlosfê me bi ti awayan nûzî vê pirsgirêkê nabe .

    Gelo, ma ew ji tirsa êrîþa dewlemendan yên ku, berjewendiyên wan hebûna koleyan dixwaze hatiye. An daniþtvaniya fîlosof di asta bilind ya hiþmendiyê de, nahêle ku, ew ti pêngavên nêziktêdayînê ji xelkên pêpelûka nizim re bike .

    wêdetir, çima ew bê helwest û hewldan li hember pirsgirêka koletiyê radiweste, nemaze ku, wî bi xwe jî taliya koletiyê di jiyana xwe de, tam kiriye. Ma ev ne qelsbûneke di têgihiþtina wî ji azadiya civakê re ... An felsefe ya rasteqîn divê hertim di xizmeta berjewendiyên dewlemend û rayedaran de be ..


    26. 05. 2005

    Mustefa Îsmayîl - Kobanî