PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kîlometer Zero û Rewþenbîrên Ereb



Kîlometer Zero û Rewþenbîrên Ereb

Rewþenbîrên ereb, dîtina fîlmekî kurdî di pêþberka festîvala fîlman ya cannes de tehmûl nekirin û dest bi êriþekê li dijî wî fîlmî û derhênerê wî hiner salêm kirin. Xuyaye ku fîlm ê hin û hin qire cireke mezin peydabike, ji ber helwesta derhêner ji problematîka pêwendiyên kurd û ereban di îraqa seddam de. Lê nivîskarên ereb naxwazin ku kesek çêrî ew þêwe têkiliyên sexte yên ku di navbera gelên îraqê de hebûn bike .

Piraniya nivîskarên ereb îtîraf nakin ku rejîma seddam, rejîmeke totelîter û xwînmij bû , û wê bi siyasetên xwe yên dûrî hiþmendiyê civakên îraqî herifandin û hilweþandin .

Îraqa berê di bin siya kujeran de mafên mirovan, nirx , nasnameyên etnîk , ol , pêwendiyên civakî , sinc... û hwd ji bo berdewamiya rejîmê bin pê dikir . Derhêner ti zêdegavî li pêvajoya îraqê ya berê nekirê ye, ji ber evê yekê girîngiya naveroka fîlmê, û sedema êriþên ereban. Gelo ma ev fîlm ji gerdûneke din hatiye û li me bêye mîvan

Serkêþiya kerwanê êriþkeran romanûs û rexnegêra sînemayê ya misirî XADA EBDULMUNIÊM dike di gotara xwe de ya ku di kovara OFOUQ ya înternîtî de roja 17 ê vê mehê hatibû weþandin .

Tevî ku ew fêlmên festîvalê yên din dinirxîne, lê ew pirtir li ser kîlometer zero radweste û gotara xwe bi çend manþêtên siyasî siyasî destpê dike

- cannes bi êriþeke li dijî hemdema seddam destpê dike
- fîlm ajendeyeke dahûrîniye ji sedemên kîna kurdan li ser ereban
- derhêner salêm daxwaza dewleteke kurdî ya serbixwe dike
- cannes , fîlma derhênerekî îraqî ku daxwaza serxwebûna kurdistanê dike ber hembêzdike

Nivîskara me bîhtir di gotara xwe de dibe þîrovekereke siyasî , û helwesteke siyasî ku dûrî zimanê rexneyê ye bikartîne . Goya ew fîlm talûkeyeke li ser pêþeroja netewa erebî di rojhilata navîn de .

Li gor nerîna wê, ji ber ku fîlm mijarine siyasî û girêdayî rewþa îraqê, bi taybetî têkiliyên kurd û amerîkayê analîze dike ê fîlm palmeyekê werbigre.

Ew jî li gor rexnegêra me pir caran di cannes de pêkhatiye û ew wek mînak fîlmî QENDEHAR ya derhênerê îranî Muhsin mixmilbav ku xelateke cannesa 2001 an wergirtibû pêþkêþ dike.

Ma em dikarin cudahiyekê têxin navbera çand û siyasetê an huner û siyasetê. Ma hunermend, nivîskar, helbestvan, û bi awayekî giþtî hemû rewþenbîr ne xudan helwesteke siyasîne ji bûyerên ku di cîhanê de roj bi roj diqewimin. Pê re ne tenê muhsin mixmilbav wek derhêner mijar û dîtinên siyasî di fîlmln xwe de li cannes û derveyî cannes pêþkêþkirine, navine din hene , semîra mixmilbav heye, amîr kostarêtsa heye, yûsiv þahîn heye. Van derhêneran dîtinên siyasî xistine fîlmên xwe û xelat jî çi li cannes çi jî di festîvalên din de wergirtine .

Rexnegêra ereb ji nakokiya pêwendiya kurd û ereban ( di fîlm de nakokiya hestên þoforê ereb û ako yê kurd ) seyr dimîne. goya ew ne ji vê herêmê ye û nizane ku vîrûsê ew nakokiyan di hundirê me hemûyan de heye, ma li misirê nakokî di navbera musilman û xiristiyanan ( qubtîyan ) de tunene. çima zêdegavî li pirsgirêkên siyasî û civakî, em hemû li rojhilata navîn dijîn û em dizanin ku çi nexweþî tê de hene .

26. 05. 2005


Mustefa Îsmayîl - Kobanî