PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gundî û Bajêrî


Gundî û Bajêrî


Du kes dibe hevêlê hev. Ê yek gundî buye, ê yekjî bejêrî buye. Werin em bihevra van kesana naskin. Emê bi dawîya wana bikenin û þîretan bigirin.

Hevalê bejêrî li bajêr karê hesîngerî dikir. Hevalê bajêrî kesek ji xwa heskirîbuye. Ango ev kes cilên rind lixwa dikir û di warê xwarin û vexwarinêda gelek comert buye.

Hevalê gundî li gund karê reþberî dikir. Hevalê gundî jî merovek baþ û tehmakar buye. Ango ev kes cilên xirav li xwa dikir û di mala xwada vexwarin û vexwarinên xwaþ nedixwar.

Hevalê gundî rojek dibe mêvanê hevalê xway bejêrî. Hevalê bajêrî bi mêvanîya hevalê xwayê gundî gelek þa dibe û xwarinek xwaþ ji hevalê xwara çê dike. Xizmeta hevalê bajêrî xwaþa hevalê gundî diçe. Hevalê gundî daxwaza kîrîvatî li hevalê xwayê bajêrî dike. Hevalê bajêrî bi vî daxwaza hevalê xwayê gundî kêyfxwaþ dibe û herdu dibin kirîvê hevdu.

Piþtê kîrîvatîyê kîrîvê gundî çend caran diçe mala hevalê xwayê bejêrî li wir, xelî, kebap, penêr, tomast, hingiv û bi van xwarinanra xwarinên dinjî dixwe. Her xwarinên xwaþ, di mala kirîvê bajêrîda buye.

Rojek jina kîrêvê bajêrî ji mêrê xwara van gotinana dibê.

Jina kîrîvê bajêrî : Mêrik, camêrek bu kîrîvê te. Ew herdem tê mala me û navê tev zarôkên me hîn buye. Te rojek derê wan venekir. Xwadê dizane, aniha bi malbatî, xeybeta te dikin. Rojek çend tiþtên dîyarî, bigire biçe mêvanîya kîrîvê xwa.

Kîrîvê bajêrî : Jinik tu rast dibê ezê sibê biçim mêvanîya kîrîvê xwa.

Dibê sibe kîrîvê bajêrî ji boy kîrîvê xwayê gundî çend dîyarî digire û barê xwa dide gundê kîrîvê xwa.

Kîrîvê bajêrî, digêje gundê kîrîvê xwa, li nav gund, ji yekî mala kîrîve xwa dipirse. Yekê ji gund, mala kîrîvê wî rava dikê û jêra dibê kîrîvê te, aniha ne li male, ew û zarokên xwa, li zevîyê ne û zevî rava bajêrî dike. Kirîvê bajêrî, berê xwa dide zavîya kîrîvê xwa û piþtê nîvroy digîje zevîya kîrîvê gundî.

Kîrîvê bajêrî : Kirîv roja te bixêr be û ji tera quwet be.

Kîrîvê gundî : Wey kîrîvê minê hêja tu bixêr û ser çavê minra hatiye. Ez gorî sê xetên min maye ez cotê xwa xilaskim. Dixwaze bi zarokê minra biçe mal. Anjî li hêvîya min bisekine sê xet cotê min xilas be, em bi hevra biçin mal.

Kîrîvê bajêrî : Xem nine, ez dikarim li hêvîya kîrîvê xwa bisekinim.

Kîrîvê gundî : Baþe, wî demê, ezê zarokên xwa biþînim malê. Tu mavanê meye, bira zarok biçin malê paxiþ bikin. Û tevdîra, xwarina meya êvarê bibîne.

Kîrîvê bajêrî û malbata kîrîvê gundî di zevîyê li xatirê hevdu dipirsin. Û hevdu nas dikin.

Kîrîvê gundî, jina xwa ji bona xizmetê, diþîne malê. Lê hîna li zevîyê, bi dizîyê kîrîvê bajêrî, ji bona tevdîrîya xwarinê, jina xwa temî dike. Mixabin dirêjayîya zevîya kîrîv sê hezar metreye. Hetanê sê xet cotê kîrîv xilas dibe, tarîya êvarê dikeve ser wan. Piþtê xilasîya cot, herdu kîrîv berê xwa didin malê. Û têne malê, dest bi xesedanan dikin. Çay û qehwe vedixun. Dema raketinê ye, kîrîvê bajêrî dixwaze bikeve xew.

Kîrîvê bajêrî : Kirîv ger hun, cîyê min daynin, ezê bikevim xêw.

Kîrîvê gundî : Kirîv qurban, aniha xwarin were, emê xwarin bixun. Piþtê xwarinê, ezê ciyê kîrîvê xwa daynim.

Kîrîvê bajêrî dimîne hêvîya xwarinê. Divîne ku jina kîrîv sênîya xwarinê anî, nonê sêlê û nonê tendurê danî ser sênîyê. Û du badî ( Tas ) danî pêþîya wan. Kîrîvê bajêrî di serîda fehm nekir ku xwarina wan çiye. Kîrîv serê xwa, dirêjê sênîyê dike û divîne tenê þîr hatiye, ser sênîyê. Kîrîvê bajêrî vî yêkê muruzê xwa dike. Kîrîvê gundî, ji kîrîvê xwayê bajêrîra, van gotinana dibêje.

Kîrîvê gundî : Kirîv qurban tu çima murzê xwa dike. Ma ev þîre, ji þîr, gelek tiþt çê dibe. Ango, berx þîr dixwe, jê goþt çê dibe û ji þîr, dew, mast, çortan, peynêr, run, toraq û gelek tiþtên dinjî çê dibe. Te, ha van tiþtan xwar, ha jî þîr xwar. Kirîv qurban, em hîna li zevîyê bun, min jina xwa temî kir, ji bona ku zu were malê, ji tera xwarina þîr amade bike.

Kîrîvê bajêrî, bilez xwarina xewa dixwe û dikeve xew. Dibe sibe, kîrîvê gundî dubare, di taþtîya sibêda xwarina þîr, dide kîrîvê xwayê bajêrî. Kîrîvê bajêrî, bê deng xwarina xwa dixwe û ji kîrîvê xwayê gundî, destur dixwaze, ewê biçe mala xwa.

Lê kîrîvê bajêrî sonda kîrîvê xwayê gundî xwarîye. Di dilê xwada wan gotinana dibê.

Kîrîvê bajêrî : Kîrîvo ez qurbana tebim, ma tu nabe mêvanê min, ez fenek wer bînim serê te, tu feleka xwa þaþ bike. Kirîvê bajêrî li ser vî biryara xwa dizivire bajêr û çavê wî her dem li rêya kîrîvê gundîye.

Demek þunda kîrîvê gundî, bêrîya kîrîvê xwayê bajêrî dike, berê xwa dide bajêr û diçe cem kîrîvê xwayê hesînger. Herdu kîrîv li hevdu dipirsin û kîrîvê bajêr çay û qehwe, dide kîrîvê xwa. Lê kîrîvê gundî bê sebire. De mizekin çima ?

Kîrîvê gundî : Kîrîv demek dirêje em li dikana ( karxana ) teya hesîngerîyêne. Ez îro mêvanê teme. Ji xwa êvare, tujî îro hinek zu karxana xwa bigire.

Kîrîvê bajêrî xwa, li kerîyê datîne. Kîrîvê gundî çend caran, van gotinê xwa dubare dike. Û kîrîvê gundî, bi hêrs, van gotinê xwa dibê.

Kîrîvê gundî : Bi hêrs navê zarokên kîrîvê xwayê bajêrî rêz dike û dibêje kîrîvo, min bêrîya vana giþtikê kiriye. Dibê ez wana yek û bi yek maçkým.

Kîrîvê bajêrî : Þapikê xwa diþeqitîne jêr, kîrê xwa rava kîrîvê xwayê gundî ke û dibê were vaya ( xirê min ) maçke.

Kîrîvê gundî : Hay kîrîvo tu xirifîye.

Kîrîvê bajêrî: Na qurban ew zarokên te navê wan jimart, ew giþtik ji wî xirê çê bunê. Ger te va xira maç kir, te her wek tev zarokên min maç kiriye.

Kîrîvê gundî : Kîrîvo bi xwadêkim tu xirifîye û tu dîn buye.

Kîrîvê bajêrî: Kîrîv tê bîra te, dema te, þîr danî ber min û te wan gotinan got : '' Kîrîv qurban; berx þîr dixwe, jê goþt çê dibe, disa ji þîr, dew, mast, çortan, peynêr, run, toraq, gelek tiþtên dinjî çê dibe. Dema te þîr xwar, ter her wekê, van tiþtan xwariye. '' Kîrîvo vana gotinê tene. Ma zarokên min jî, ji kîrê min, çê buye. Ez çima bivî gatinên xwa, dîn dibim û dixirifim.

Kîrîvê gundî, li gotinên xwa difikire û ji ber temakarîya xwa, gelek þerm dike. Dizivire jî kîrîvê xwayê bajêrîra, van gotinana dibê.

Kîrîvê gundî : Kîrîv bi xwadêkim, tu aniha kîrê xwa dide min, ezê kîrê te maç kim û ev yeka ji minra bibe þîretek. Û dura tuyê bibê mêvanê min, ezê zincîra tehmakarîya xwa biþkêrînim.

15. 04. 2005

Ali Cahit Kiraç