PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bira tu bi çi hat Elmanya ?


Bira tu bi çi hat Elmanya ?

Kesek ji Bakurê Kurdistanê û kesek jî, ji Rojavayê Kurdistan ê li Elmanya' yê dibin cînarê hevdu. Rojek Kurdê Rojavayê Kurdistanê li Elmanya yê diçe mêvanîya Kurdê Bakurê Kurdistanê. Li hel û xatirên hev du dipirsin. Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê, ji Kurdê Bakurê Kurdistanê pirs dike, ka ew bi kîjan rê hatiye Elmanya. Mixabin Kurdê ji Rojavayê Kurdistanê zimanê Tirkî qet nizane. ( Kurdê Rojava yê Kurdistanê, ji berkû zimanê Tirkî qet nizane, bi sedemê ew nizane kû, bi zimanê Tirkî, bêje, Tir Kamyonek mezine )

Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira tu bi xwadê dikî, tu bi çi hatî Elmanya ?

Kurdê Bakurê Kurdistanê : Keko bi xwadêkim ez bi Tirê hatim Elmanya.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê matmaî ( Þaþ ) dimîne û pirsa xwa dubare dike.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira xeyran ji minra rast bibê û tu bi xwadê dikî, tu bi çi hatî Elmanya ?

Kurdê Bakurê Kurdistanê : Keko bi xwadêkim, ji tera rast dibêjim, ez bi Tirê hatim Elmanya.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê bi bersîva biraderê xwayê Kurdê Bakurê Kurdistanê eciz dibê û ew vî bersîvê didê.

Kurdê Rojavayê Kurdistanê : Bira tu bi Tirê hatibe Elmanya ez jî bi Fisê hatime Elmanya.

10. 04. 2005

Ali Cahit Kiraç