PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Adil Duran : ÎRO ROJA DÝLGEÞÎYê YE ! Û ÎRO ROJA XEMGÎNBUN ê YE !


ÎRO ROJA DÝLGEÞÎY ê YE !

08. 04. 2005 — Ýro ji bo Netewê Kurd roja dilgeþîyê ye. Bi taybetî li Kurdistanê û rojhilatanavîn Duriþmê Kurdan û ya tewgera neteweyî Kurdistan gîhîþt merhaleyeke mezin, Li Iraq ê ne tenê Kurd , Ereb û kêmnetewî ( hin hindikahî ) yê miletên din jî di warî heqê mirovan de, demokrasî û aþitîyê de bun xwedî maf û jê gelek fêde bibînin...

Mêzên a Rojhilatanavîn hate guhirandin, desthilatên zorbe û xwînmij yek bi yek di nav zilikên ( çop )dîrokêde têkve diçin..Pêvajoye kû nu destpê dike. Jîyan xwe nuve jînî. Têkîlî û danustaninên nu di navbeynê welatên pêþvaçuyî û yên þundemayî çê dibin.

Ji bo vê pêþketin û ji hevrazîbuna gelên Iraqê ew sazumanê ku îro darxistine ji alîyê gelek welatan ve hate pîrozkirin, lê mixabin Berpirsîyarên Komarên Romî bi dileke sar û hesud ne razîbuna xwe di rojnameyên xweyî mezin de weþandin .Dibêjin ku 'Me bi zimaneke dîplomasî careke din ew teme kirin..' ango tirs dan... Ew nêrîneke vekiriye û Romî dixwezin bi avayeke li nav Ereb, Þîî i kurdan býqelibin û Ewanan berdin pêsîrê hevudu. Û karê ewan xira bikin...

Mabesta Romîyan xirab e û ji alîkî ve jî dixwezin zirkurdên Tirkiyê derxînin pêþ ewan û mala Kurdan bi destê Kurdan kambax bikin.

Ji ber ku Di Newrozê de Ala xwe bi destê zarokên Kurdan þewitandin û qir û qal derxistin ku Nîjadperestên Romî rabin li pîyan û êrîþî kurdan bikin. Kirin jî ...

Û ji derweyî welêt jî hin Kurdên Bakur li ser malpera xwe Ala romîyan dan þewitandinê daxîlî wê lîstikê bun û di vê pêvajoyê de hevudu xwedî kirin..

Di alîyê din ve Li Bajarî Trabzonê çar xwendevanan belavok, belavkirin û ketin nav defê duhezar mîrovên çavsor û nîjadperest.

Di roja 6 -7 Nîsanê de Memed Ali Birand di rojname Hürrîyetê de nivisand û got 'Ev tiþtên ku di qevimîn xof dike zikê min' 'Ez Sernivîsê xwe a duhîn de li ser durîþmê nîjadperestên Tirk rawestîyam. Tehlukeyeke mezine. Lê Kurd jî ne baqilin.. Dývê ku hin lîstik û buyerên kû em daxwez nakin bên holê û li welatê me tiþtên ne baþ çê bibin. Týrsa min ev tirs e..'

Dibe, her tiþt mumkîne. Û ev der Tirkîye ye. Û li Tirkîye yê mafê mîrovan ya axaftinê tune. Ji ber ku demê ku rastî bê gotin hin lîstikên gemar bên xirakirin, dek û dolabin evan jî nayên zivirandin..

Bila em tiþtekî jî baþ bizanibin û baþ fahm bikin; Hemu ewa dek û dolab û lîstik Hemî li ser serê me Kurdan têne lîstinê..

* * * * * * * * * * * * * *

ÎRO ROJA XEMGÎNBUN ê YE !

— Mîroveke Hêja, têrê xwe zana û bi qedir û qîmet, Av. Medenî Ayhan li piþtve bi reþandina gulebaranê hate brîndarkirin. Û tendurîstîya wî di xeterêde ye.

Medenî Ayhan Parêzerî berê Yê Abdullah Ocalan e û çend mehan berê Serokleþkerê Romîyan jî pekand ser û Medenî Ayhan Gef nexar û ev bi rêyeke ramanî bersîvand.

Dîyare ku Zordestên komara Romîyan dixwezin Mîrovên ku pêþengîya gel dikin û zana ne ewan bêdeng bihêlînîn û Gel jî di bin tirs û xofê de bifetisînin. Armanca ewan ewe ku têkilî û piþtgirîyên kurdên bakur ji bo Kurdên baþur ji holê rakin û nehêlînin kurd yekbin...

Lîstikên berfýreh li dar xistine û dek û defên situr di pêþ me de rêz kirine..

( Wêne : Medenî Ayhan )


Da ku Tewgera Kurd û Kurdistanê pêþnekeve û têkve here.. Bi vê mabestê xirap Romî hê astengîyên mezin derbixînin pêþ me... Hewceye em hiþarbin...

08. 04. 2005


Adil Duran