PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Serokkomartîya Mam Celal pîroz be !


Celal Talebanî


Sorokkomartîya Mam Celal pîroz be !

PDK - XOYBUN, 08 / 04 / 2005 - Piþtê dîktatorîya Beesîyên Faþist, Mam Celal Talabanî wek serokek kurd, ango bi nasnemeya kurdî, bû serokkomarê Iraqê. Demek dirêj bû, kurdên tekoþînger, bi þerê çekdarî li hember, dagirkerê baþurê Kurdistanê sikinî bû û dawî di dîktatorîya Beesîyan anîn. Di vî demêda Beesîyan bi Enfal û Kîmya barandin li ser kurdan tofanên mezin anîn. Em bawerin, ev demên dîrokî ji bir nebin. Em tevkujînên dagirkerên Kurdistanê þermeyar dikin. Kurdan tekoþînger davî li barbarîya Beesîyan anî û wan kir tarîtîya dîrokê.

Em baxtîyarin baþurê Kurdistanê îro azade û ewê kurd jî ji îro þunda, demek li wir bi sîstema Federalî bijîn. Em hêvîdarin kurd bingeha Demokrasîyê li Iraqê saz bikin û li baþurê Kurdistanê serbixwatî amade bikin.

Em bang li rêxistin û partîyên bakurê Kurdistanê dikin, werin em destê biratîyê bidin hev, dawî li kemalîzmê û li dagirkerîya dagirkerê bakurê Kurdistanê bînin. Ger kêmnetewên li bin bandora devleta TC yê dipalixin, ji me alîkarî bixwazin, emê wek birayên xwayên basurê Kurdistanê, destên Demokrasîyê dirêjên wan bikin.

Kêmnetewên curbecur û gelên Rojhilata Nawîn bizanibin kû, kurd kela Demokrasîyê ye. Ger ew bixwazin wek merovan bijîn, em soz didin wan, ji bona jîyana merovatîyê di dema tengasîyê da, li gel wanbin. Ango wek erdhej, demên Þer û afatên cur becur da birînên wan derman bikin û wan xudî bikin.

Em serokkomartî ya Mam Celal pîroz dikin ! Hêvîya me ê kurdên li Kurdistanê û ên li dervayê Kurdistanê eve kû serokkomartîya Man Celal ji boy me bi xêr be. Em hevîdarin Mam Celal piþtê amadebuna Demokrasîya li Iraqê, ji serokkomartî ya Iraqê veqete û wek serokek Kurd, bi serok Mesûd Barzanî ra, pirsa kurd û Kurdistanê çareser bikin.

Em bi serokatî ya Mam Celal û Mesûd Barzanî piþtrastin û em wek her biraderên wan li cem wanin.

Gurzên Demokrasîyê her dem xurtbe û biruskên me, herdem li ser dagirkerên Kurdistanê be.

Her Bijî Kurd û Kurdistan !


08. 04. 2005

PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN