Adil DURAN : KURDÝSTANEK AZAD DÝXWEZÝM ! Bi xwe, girtî serbilindî û zanistî Bi þer, xwîn û bi hezaran þehîdan Dil û ben de, bi goþt û hestî Bi cangorî yeke bê tixub, bi rastî Em gîhîþtin coþandina niþuvan! Ewê îro dîrok bi nazin xwe nuve dîke Þitilên Mahabat ê biþkivîyan vedike Li rojhilata navîn jîyaneke nu destpê dike Bi þahî û serefrazî be ! Ew destpêkek e Ma, nizanin çi bu li Dersimê, li Palu ê Mahabat ê Dinya li ser serê me dileyîzi, Ezman li ser me de tê Ji bo Xatirê Seîdê kal Rizo, Þéx Saîd û Qadi Mýhemed Nebin dil û bende, heya kû ji destên me bê ! Ew hesret ya sedsalan, ya Pîr û kalan e A Zerdeþt, a Xani, a Cîgerxwîn a Bedirxanan e A Þéx mahmud, a Barzan a bilbil û gulan e Ew pêþbirkîya hesinkar Kawa, û evîna Memê Alan e Peyagir û sermestê serketinîyê mebin Bi can û dil destên xwe destên hevdin Ewa gavekî þîrîn e, ji bo azadî û aþîtîyê bermedin Bedêla wî bi xwînê ê mirinê nebe medin! Ez di halê xwe de welatparêz im Kurdhezim, xwedî raman û hêzim Ji bo Kurd û Kurdistan bi lezim, di bezim Di Rê ya Felat û serxwebun de pêþbirkbezim.. Adil DURAN |