PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bihara xweþ


Seyid Feysel Moctevî



Bihara xweþ

Bihare gulroxan dil da bi sehra
Leva gul biþkivîn etrafi sehra

Çemen keskin gulê zer sor têda
Kinarê cûyibaran bûye belva

Zemîn û deþt û der vek behri Çînê
Bizêrên zer beraber bûn li kurda

Kirin gazî li bilbil bêne cem van
Biken saz û biden def ta ku dinya

Nevayek xweþ bi zarûkan biþîne
Welatê me bi gulrengan bike þa

Xem û derdê me deryayê biþîne
Bidet destê me tacê Þahi Bexda

Bidet kurdan kilawê padiþahî
Bi alaya veten gul bibne ala

Li ser genca fireydûn nexme xan bin
Kur û kiç resmekî nû bikne peyda

Binasînin bi hev þahê veten ra
Bikin ceþna du sersala bi hevra

Bi nasîna kolûlkên xwe bibin þa
Gelên me nav û derve bên temaþa

Mobark ha mobarek ha mobarek
Seyid nûra meha taze þevê da

Þeva tarî û sar kirye xewê da
Bi ser berzî serk vê kursiyê da


23. 03. 2005

Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com