Rêbendan Rêbendan ( Hezar le cêy evrazeve le cêy sîmirx û razeve ) ( Be kolê befrî tazeve xûnkarî rêbendane ev ) Hewar hewar Hesen hewar disa me bû sira neyar Dibîte çille ey eman dibîte evr û bager ev Rêkên me hatne girtinê me rizqê zarûka nema Gul û giya derext û dar bê ser sida diçone xev Xevek þirîn bi saliha ku derkevin biharekê Bihar kete derengiyê vekî gelê me xev de ev Bi dengê bagera mezin hiþar nebûn nebûn xeber Ku bagerê þikandi ev çinar û peltê pir li hev Li ber biçavê alemê ketin zevî û xem nebûn Kesê çi xem li bu ne bû û girye zari qet li ev Meger zemîn û asiman bi rundikên vekî guher Bi salihati pir ji xûn diken girîn û þîn û rev Girê didet hemû rehan diket kifin çiya û deþt Bi Agirî û Bîsitûn li Mûþ û Helgura bitev Diken sipî libas û rû bi teiziya meha mezin Ku rû li darê kir sipî li zilmê roj diket bi þev Bibare befrê zû bizû henaseyê Hesen biþû Seyid li dil kulî bibit gula bi xûn biket bi Sor Senendec, 24. 01. 2005 Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê Vezn : mefaêlon mefaêlon mefaêlon mefaêlon Behr : hezec mosemen meqbûz sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |