PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xarzîyê Xwadê


Xarzîyê Xwadê


Rojêk swarek, li derê malekî dixîne. Mixabin ev kes, swarê Kerê buye. Ev merov bê mal buye û dixwaze bi dek û dolaban demên dirêj li mêvanîyan bimîne. Swar li derî dixine têkilîyê wî û xudan qonax dest pê dike.

Swar : Malê, malê ... !

Xudîyê malê : Fermo birayê hêja, xêre ? daxwazek te heye ?

Swar : Keko ez mêvanim. Hun mêvana xudî dikin ?

Xudîyê malê : Mevan ser serê me û ser çavê meye. Fermo pîyabe were malê.

Swar ji Kera xwa pîya dibe. Diçe qonaxa xwa. Xudîyê malê û mêvan dest pê dike û li hevdu dipirsin.

Xudîyê malê : Mêvanê hêja tu kîye. ? Ji kuda tê û tu diçe kuderê. ?

Mêvan ji bonaku demek dirêj were hewandin, qedir û qiymeta wî were girtin, xwa dike Xwarzîyê Xwadê.

Mêvan : Keko ez Xarzîyê Xwadême. Risqê min çu kîjan malê, hetanê sebra min were, ezê li wêderê mêvan bim.

Xudîyê malê bi vî bersîvê maltmaî ( þaþ ) dimîne, û dengê xwa nake. Demek dirêj derbas dibe, dilê mêvan tuneye, ji mêvanîyê here. Xudîyê malê, xudîyê kar û bere, lê ji ber mêvanê xwa nikare bi karê xwara bilîbe. Ango xudanê malê ji ber hebuna mêvan karê xwa rawestandiye ( Cîda hîþtîye ). Xudîyê malê çarekî dibîne. De em bi hevra binêrin ev çare çiye ?

Xudîyê malê : Xarzîyê Xwadê, heyran ev demek dirêje tu mêvanê mine, welleh tu di malda gelek eciz buye. Bi kerema xwa rabe, li Kera xwa sarbe, ez pê hevsarê Kerê bigirim û te hinek di nav gunda bigerînim.

Xarzîyê Xwadê : Wey rehmet li dêw bavê te be. Min di jîyana xwada xudan qonaxekî wekê te baþ û hêja nedîye. Xwadê merovan dike mêvan, bira risqê meran, bivê mala kesek wekê te.

Xudîyê malê û Xarzîyê Xwadê, bi hevra derdikevin derva, Kera mêvan palkirî û li ber derî girêdayî û amadeye... Mêvan li Kerê sar dibe. Xudan malê pê hevsarê Kerê digere, mêvanê xwa hinek dinav gunda digerîne û berê xwa dide Mizgevtê. Mêvan, bi reng û ruçikê xudîyê malê dikeve þikê û ji xudîyê qonaxa xwa wî pirsê dike.

Xarzîyê Xwadê : Keko xêre, em ji bo çi diçin Mizgeftê ?

De mizekin xudîyê malê, ji bona çi mêvanê xwa anîye derê Mizgeftê.

Xudîyê malê : Xarzîyê Xwadê bese tu li mala min bu mêvan. Aha vêderê mala Xalê teye. Hinek li mala Xalê xwa bibe mêvan.

Xudîyê malê, mevanê xwa yê Xarzî yê xwadê, li Mizgeftê dihêle û diçe.


17. 02. 2005


Ali Cahit Kiraç