PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Daxuyaniya Mesûd Barzanî


SELAHEDÎN, 01 / 02 / 2004 — Bi navê Xudayê mezin û dilovan, Cemawerê kolinderê Kurdistanê, Welatiyên Îraqê,

De demekê de ko îro yekþemiyê, yekê sibatê, di yekemîn roja cejna qurbana pîroz de, endamên serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê li baregehê tayê duyê yê Partiyê li Hewlêrê pêþwaziya welatiyên hêjayên Hewlêrê dikir, tawanbarekê xwekuj xwe xiste nava rêzên xelkê û di nav hola tayê du de, li ber endamên serokatiyê xwe teqand û ji encama vê yekê hejmareke endamên serokatiyê û kadroyên Partiyê û welatî jî þehîd bûn, mixabin ev hevalên tekoþer di nava rêza þehîdan de bûn:


Samî Ebdulrehman, sekreterê polîtbîroyê û cîgirê serokwezîrên herêma Kurdistanê, Þewket Þêx Yezdîn, wezîrê karên civata wezîran û endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Seîd Ebdella, wezîrê çandin û avdêranê, endamê polîtbîroya Partiyê, Ekrem Mentik, parêzgarê Hewlêrê, Mehmûd Halo þûnkarê wezareta darayî û aborî, Mehdî Xoþnaw, cîgirê parêzgarê Hewlêrê û serokê tayê Hewlêrê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Ehmed Rojbeyanî, qaymeqamê bajarê Hewlêrê û Emîd Nerîman birêvebirê polîsên Hewlêrê, herweha jî hejmareke din ya kadro û endamên Partiyê û welatî þehîd û birîndar bûne.


Di heman demê de ko welatî diçûne pîrozkirina cejnê, teqîneke mezin li baregehê melbenda Yekîtiya Nîþtmanî ya Kurdistanê jî li Hewlêrê çêbû, û tê de çendîn endamên serokatiya Yekîtiya Nîþtmanî ya Kurdistanê û hejmareke kadro û welatiyan jî birîndar bûn. Bi vê helketinê tevî ragihandina hevxemiya xwe bi hemû kesûkarên þehîdên van du karesatan û tevaya gelê xwe re, em dibêjin terorîst bi van tawanên xwe dê nekarin pêvajoya têkoþîna gelê Kurdistanê û hemû gelê Îraqê rabiwestînin, lê belê hemû Îraq û pê re jî gelê Kurdistanê li ser avakirina rijêmeke federal a demokratîk ya parlemêntî û bicihkirina asayîþ û aramî û aþtiyê û avakirina welat û pêþketinê, mukur in.

Gelê Kurdistanê jî ko bi dehan salan e qurbanî dane û bi dehan hezar kurên xwe di goristanên bikom de veþartine, dê qed dev ji têkoþînê bernede, lê belê ev tawan dê wî han bidin ko hêz û karînên xwe baþtir bike yek û ji bona azadî û demokrasî û federalîzmê, xwe bêtir organîze bike. Ev ne cara pêþî ye ko em þehîdan didin, û cara dawî jî nabe, welê diyar e dujminên kurd û Kurdistanê yekbûna hêz û têkoþîna gelê Kurdistanê naxwazin, lewra jî di heman demê de tawaneke weha mezin li tayê Partiyê û melbenda Yekîtiyê pêk anî, ev jî ji bo gelê Kurdistanê û kurên wî li her derê bin, pendeke mezin e, ji bo ko ji kerb û kîna dujminan þiyar û haydar bin. Bi vê helketinê Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi xwîna þehîdan û bi xelkê Kurdistanê û gelê Îraqê soz dide ko ewê misqalekê ji rêça azadiya demokratxwaz û aþtîxwazane poþman nebe û dê ji bo yekîtiya li gor xwestekê ya Îraqê û yekîtiya Îraqê û avakirina demokrasiyê tê bikoþe.

Di heyama hin rojên derbasbûyî de terorîstan li seranserî Îraqê çendîn tawanên qirrêj li dijî welatiyên Îraqê li Mûsilê û Bexda û cihên din pêk anîne, em tawanên Hewlêrê bi zincîra teror û xerakarî yên li hemû Îraqê ko hewl didin rêzên gelê Îraqê tev bidin, qebûl dikin, lewra jî em daxwazê ji tev partî û hêzên welatparêzên Îraqê dikin rêzên xwe bêtir bikin yek û zûtir Îraqê ji terorîzmê û napakiyê paqij bikin. Em ji serketina bi ser vê rewþa naaram ya awarte de piþtrast in û paþeroj tu carî ji terorîstan re nîne. Serdarî ji bo þehîdan, hêviya çêbûnê ji birîndaran re dixwazin, Xudayê mezin piþt û penaya gelê Kurdistanê û hemû gelê Îraqê be.


1-ê sibata 2004-ê

Mesûd Barzanî