PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kurmanc û hikmeta Xudê


Seyid Feysel Moctevî



Kurmanc û hikmeta Xudê

Xanî tu bizane paþi qernan
Xanî li me bûne kuncê derdan

Em ketne bi renc û mihnetek pir
Mala me dibû konek li maran

Xem bûn li dilê me aþiyane
Dexlên me birin bi oþr û talan

Cem bûn li me derd û jan tebayî
Asayiþ û emniyet me badan

Dil kirne kela birîn û derda
Avek li herîmê me diverdan

Gul bûteyê me dikirne mexmûr
Rîþa dilê wan visa qelandin

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

pir bû dilê min li rêka pir xûn
Xûna dilê Xanî kirme Mecnûn

Mala me li hingî ra xirabû
Gava ku bekir li naw me rabûn

Xanî felekê cihan deyiþ kir
Nezma ku te dî bû ev nemabûn

Dinya bi kemalê xudnema bû
Kurdan li serî kilav nemabûn

Zerrat etum li hev cuda bûn
Ekrad bi çespê hankî ma bûn

Dayim beþere bi kehkeþanan
Xwe kirne bin asiman de kanûn

Danîne li vanderan bibînok
ta bigrite bin nezer hemû þûn

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Ca xeîri ewane ku mi gotin
Ilm û hunerin ku me firotin

Xev man li cehan bi gavekî dûr
Lev merdumi ra ne ba esasin

Ma çend te gote me nerazên
Razan bi me ra gelik heramin

Dayîne bi destê þerqnasan
Cama vê cehannima bi zanîn

Madam li me bibin miheqiq
Tama devê milletî binasin

Gava ku bi mekr û hîlebazî
Hatin ku veten me ra reha kin

Mala me biken bi roþenayî
Destê me li aqilî qetandin

Ev bûne bi derzî û xeyatek
Pîwan û birîn li her çi xastin

Kirne be meda cilên dilê xwe
Jehra mirinê kirne qurê min


Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Me eql firotibû þeva tar
Gurgî li me girtibû miya par

Pê xarin û mast û do nemabû
Mabûne li ser vê tendûra sar

Lerzîn û girînê em girêdan
Cergê me bibû gelek birîndar

Tirsa me li gurgekî miriv xar
Em bûne biebdê xwe giriftar

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Xanî tu li destê mîri þakî
Helbestê te mîri ra xerîdar

Þahenþehê goft û gû bi ayîn
Pirtûkê te kurd ra bi guhdar

Þeirên te bi ezberin cewana
Malek nine têde ev neçin kar

Mîrî tu eqil û hizr û bîran
Ferman li te dil diket li dadar

Gevher li guhên velat diçînin
Dayim mem û zîn bi iþqi dildar

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Emma bi nezaniya ciwana
Carane ku dil bibe hevada

Berdet hedefa velatê dil xwîn
Rûnit bi kinarê mahirû da

Keîf û henekên du roje xweþ bit
Bayî feleka mezin bi ba da

Rabûn û rûniþtinek sivik ser
Þayiste nebû cewanê kurda

Gencên me biçîne kafîþapan
Ta vexti bi çetkê ken qefes da

Bengî û xumar û mest û bed hal
Xalî ser û mesxerên ibada

Mecbûri li dîweran biçit xar
Desteng û feqîr û bend der pa

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Hala ku cewanê me xemîrin
Hebsa hevesa heva esîrin

Lazim dike bayekî milayim
Miwanê hiþan û aqilan bin

Gazî bike genc û lavikên xwe
Ta hafizê gencê vî velat bin

Tazaminê mayina gelî bin
Ta keydê mokeyedan þikînin

Ta neqþeyê dijminan bidin ba
Gel derd û birînê vê reha kin

Kîbord û miþik bigufti gûne
Ta lav û kicên me dil birînin

Bu xastekê zor biçok û nezdîk
Firmêski li her du çav bibarin

Vexta ku cewan hedef biçûk bû
Em dê kuderê veten bibînin

Saza dilê saziwan bireqsin
Daxa dilê Ehmedan bizanin

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Ehmed, gelekin jane serê me
Destê xwe nedanê ser dilê me

Tirsa li xulam û butperstan
Koþtin du bira li dîdeyê me

Em kirne bi kor û gêj û sevda
Bizmik bi keser kirne devê me

Ta em li çi derdê xwe nebêjin
Her çende elem kula dilê me

Ta em çi li malê xwe nezanin
Bê eql û nezan û fem kirin em

Serxweþ bi bilindiya birûcan
Rakirne kilav li ser serê me

Agah nebûn li roj û þev ra
Tûfanê xira kirin pirê me

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Hakim bi eqil diken hikûmet
Hikmet eve aqilan bi þevket

Danên bi bijartinek hisabî
Mîrek ku bi intixabê ser ket

Bînin bi velatê xwe bikin ser
Ta millet û gel re rabe xizmet

Ferhengî û þaêran hevînit
Ilm û edeba me ber belaket

Ala qelema me ihtizaz ke
Nûsîn û xetên me ev rewa ket

Fikra serê fakiran bixûnit
Mevca ku bi vî li parliman ket

Cemket li gelê xwe fikr û ara
Asan bi terîqeka intinit ket


Bînî te bisenjiþê me eqþar
Bînanî velatê moiteber ket

Gava ku pirin vesîlê rebtê
Bê rebte heger xwe bê xeber ket

Ca þah dibit bi irtibat bit
Ta derd û dilên gelî bi guh ket

Da renci bidil nemîne Xanî
Teyrên nehezî li banî Fir det

Bên xanyê xema bilez xirakin
Rabin li guzeþta xwe bi nifret

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Çen sale ku Xani xani berda
Hêþta me xewa þirîn neberda

Dinya kete qernê bîst û yêkan
Mîrê me diman bi rojê xew da

Zarûkê me pev re mane birsî
Ketne li deran kulan û derda

Mecbûr li ber kutek vi nanî
Bûn berde û zincîrî dinê da

Keyfin bi sitandina hiqûqa
Dayim du gohin bicistcûda


Emma çi biken bi vî zikê jar
Gava ku bibîne derd û renca

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Xanî tu dibînî wan birîna
Birsîtiyê zariyên me kurda

Cara ku zikî dikin tejî nan
Paþan bi imaretek dibin þa

Dil xweþ bi vê lîstukê dimînin
Axa vetenî bixwe didin ba

Em kengê bikaribin þiyar bin
Gawa ku bi melebin dinê da

Rabin li xewê gelo de rabin
Çendîne ku man xewa giran da

Zilzalê zemîn bi lerze anî
Þahê te bi ah û qîrê girya

Eyvay tu derdê xwe nizanî
Bêçareyî mezherî þibaka

Maþkanêyelavo tu neleyze
Hiþyari bi keydê dijminan be

Rabin li xewê cehan bibînin
Berqa qelema rewane ferda

Bal zaneyê pir cewan bibînin
Ta dehrê kilîl bi destê wan da

Em jî beþerin vekî hemûyan
Mala me çira çira nepeyda

Salane ku ramiyarin emma
Gul baxê dilê xwe baþ neavda

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Ey pîr û cewan û merdê dana
Destên xwe bi helqe ken li hev ra

Birca felekî bikin nizare
Zû rabe tu xweþ li bamidada

Bejna xwe kirasê xwe tu bidrû
Derzî nede destê wan xiraba

Dinya bi çihar nikare rewþen
Îþên xwe nehêle wan þewan ra

Ferhadeke kûh ken be îro
Bivrê te li Bîsitûn nemehya

Þîrînê ku xwe li çav eser kir
Destên te bi pora arezû ma

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤

Bikrin li seranê hazirên xwe
Bezma du serî velatê kurde

Bînin û bi mifteyek firoþin
Ta kes duduya bixwe nebîne

Em mest û xumarê her du þêra
Cengîne bi saliha Sedem re

Nakin bi guhê xwe hîç soxenkê
Çonku bi cihadê bûne ser xwe

Çekdar li wan duyan hizarin
Nabe ku bi derdê gel bizan be

Aya dê bikin bi qevlê Xanî ?
Xanî li me ra nekin kelave

Resmên xelete þevê tevakin
Nezma hesene xebatê dane

Seyid bi qedîm de her visane
Þayed bibe Rojek ne visa be

Ez mame di hikmeta xudê da
Kurmanc di devleta dinê da

¤¤¤


Bajêrê Senendec, 07. 01. 2005

Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com



Helbest : Tercîibend

Vezin : Mefûlo Mefailin Feûlon

Yan : Mefûlo Feûlo Failaton

Yan : mostefilo faêlon feûlon

Zû Behreîn

Behr : Hezec Mosedesê Exrebê Meqbûzê Mehzûf