PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Bekir Agatay : Çima Kerkûk ?


Çima Kerkûk ?


15. 01. 2005 - Iro çend rojin ez li televizyon û rojnamê tirkan gohdari dikim, lê kû ez cilê xwe biqetinim ! Her weki kû her kes zani peyvek me Kürda heyi, divên ; kû filankes naxawazi dû ji taqa filankes heri. Tirk ji naxwazin kû dû ji taqa Kurdan here. Dixwazin kû tim mala Kurda wêran be. Wek kû serokwezirê tirka Erdogan ji got: Kû Kurdistanek li Arjantinê ji cêbivi, emê wê azteng bikin û jêr bivin kelem.

Serokwezire tirkayi derve Abdullah Gül ji, beri kû Saddam bégirtin go Saddam digot, were emê Kurda bihevre xelas bikin. Wan digot qey Kurd miriþkin û destê wan tûneni û be çek û hezin, û wan digot qey em di salên beri herba cihanê didijin. Ez ji kû zanim ve peyva kû Abdullah Gül digot Saddam gotiye were em Kurda xelas bikin, kû Abdullah Gül negotiye.

Abdullah Gül li gor aqléxwe digot Saddam wendaye yan vesarti yanji miri , ew nema derkevi ortê. Iro Seddam derket ortê û tê mahkemekirin ( darizandin ). Ez dixwazim rast yanji derew kû Abdullah Gül ji li ser vê mahkema Saddam bê gühdarikirin û ji Seddam ji bé pirskirin, ka gotiye anji negotiye. Wê gavê emê bibinin ka ew peyv raste anji derewe.

Em werin ser televizyon û rojnamê tirkan.

Dibêjin kû Kerkûk, Musil, Telafar û Hewlêr bajarê tirkane. Li ser vêya ez dixwazim hemû hêz û siyasetmedarên Kurd þiyarbin. Heta do ji min li gor kû capemeni gûhdari dikir tû biryar li ser hemwelatiyê Iraqê ne xwedimaf bûn kû li dervê Iraqê yani li cihanê nikarin dengê xwe bidin, nikarin tevli hilbijartinê bivin.

Tenê tirka digotin hemwelatiye Iraqê li tirki dikarin tevli hilbijiartinê bivin.Baþe iro min bihist kû li 14 welatê cihanê kû hemwelatiyê Iraqê dikarin tevli hilbijartinê bivin. Ev tiþteki demokratike û jibo me Kurda ji tiþteki pir baþe, ji berku ( çûnki ) penaberti bûye qedera me Kurda. Li cihanê bi milliona Kurd penaberin ji vanaji nêvi Kurdê baþurin. Gerek Kurd bi qasi kû li baþur li ser hilbijartinê disekinin, gerek wi qeysa ji li dervê welat li ser hilbijartinê bisekinin.

Em werin ser Mesela Kerkûkê

Ji bav û kalkê xwede em zanin kû Kerkûk axa bav û kalaye. Ez Kurdeki ji Mêrdini me, bira herkes zanibi kû dijmin axa me kiriye çar perçe. Di dilê mede Kurdistan Yek Perçeye. Jibo baþur û bi teybeti jibo Kerkûk heta nûqûta Xwina meyi dawi emê þer bikin, ji ber kû Kerkûk axa meye.

Tirk iro divêjin Kerkûk Bajarê tirkmenaye. Ev çend salin tirkmen li wêderane ? Ewana ji giþt dewþirmene yani bi eslê xwe Kurdin. Lê tiþt nabe em wan tirkmen qebul dikin.

Li bajarê min, Mêrdin ji bili Kurda, Ereb, Suryani, Asuri ji hene. Qet nakoki neket orta me, em bihevre wek bira bun. Li baþur ji eyni waha. Lê iro dewleta tirk fesadi û fitnetiyê dikin kû di baþurde tengasîyan ( alosiye ) derxin jibo kû Kurd peþ nekevin û wek cengena diven kû emji xwe bikin hevparé Kerkûkê û petrola wê bi dest bixin.

Osmali çun Suudi Erebistanê, çun Yemenê çun Qudsê, çun Misrê çun Romanya yê. Îro Bajareki Romanya bi navê Kostansa. Giþt tirke, çima bajareki ji van dewleta nâ hew Kerkûk ... Divê tevleta tirk ji holê rabe kû proplem biqedin. An tirk herdem astengin.


Silavên minê germ ji bona xwandekaran.

Her Bijî Kurd û Kurdistan


15. 01. 2005


Bekir Agatay