PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mandêla û Parlimana Me


Seyid Feysel Moctevî



Mandêla û Parlimana Me


Bi silavekî silamet li dilek hezîn û pir xem
Ku bikem li þîrmerdan û hemî jinên mokerrem

Li tewayif û eþîran û li destekên mocellel
Li hemî piçûk û gencan û li wan gulên þilomel

Û silav û sed silavan dikeme xelat û pêþkeþ
Li du parliman û devlet li velatekî gelek xweþ

Ku bi meskene ji wan re du çemê Forat û Dicle
Bi temen de çardesalin ku hikûmetên codane

Ne bi xeyrî kurdin ev du ne li dayikek codane
Li bi xatira xebatê ku biken li pîredê re

Bi codane ev codane li zemîn heta semayê
Dibe em bi þokr û hemdan biken û hemî duayê

Ku bi þer nehatin ev du û nekirne kêþ û gêre
Û nehatne hew tifengan û moselselê siware

Bi biratiyek gelek xweþ li veten kirin du peytext
Li gel û herîm du þahin û dilaverin bi ser text

Û bi gumrikan codane li herîm û mulk û malan
Û bi kasikan neyêkin ne bi sifrk û nemekdan



Ne þebîhê hew dibin ev li binaya borc û baran
Dikevin bi naw kêberkê li binaya wan nimayan

Dikin ev li gel himayet bi kemal bênihayet !
Dikin em ji wan du mîran bi mobarekî himayet

Hger em îro feqîrin ne goneh mîr û vezîrin !
Ne kel û burc û kelatin ne li wan þêrê velatin

Çoko ev pir bi xebatin bi du þahê xwe beratin
U du meclis bi subatin heçî xeyrî bû hilatin

Yeketî Partî du mabûn Elî û hevza xwe mabûn
Bi Gulistanê du mabûn du gulên sorî tewa bûn !

Bi du parlimanê tenha li hemî dinê diyar bûn
Çiko hîçkesek vekî wan ne dibû li parlimanûn

Û li þehr û nîv þehran bi du qanûnan diçin rê
Li du rêberan dikin guh li du sîberan dikin pê

Li bi vê muqeddese ji me ededa dudê bi kurdan
Dudunê heçî dibînî tu li naw xumsa zemînan



Eger em biken bi insaf û neken bi zulm û zorê !
Bi heqîqetê bivêstin du emîrê me velîne

Bi veten re pir xewasin du bira û yeknenasin
Me li dujminî dinasin li hemî bela hevasin

Çiko sal bi sal emîrin bi velatê xwe kefîlin
Ne divestiyên xebatê ne diçin xew , bi heyatin

Ne vekî hemî kesanin ku bi çarê ev tevaken
Li eþîretan bikin der Li emîriyê codaken

Heke Mandêla du sala bi emîrîyê revabû
Bi nezaniyê duçar bû ku li kursiyê peya bû !



Bajêrê Senendec li Îranê 05. 01. 2005


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com



Helbest : Mesnevî
Vezn : Feelatu Faêlatun Feelatu Faêlatun
Behir : Remel Musemenê Meþkûl