PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ger Navê Mêvan Tosin be.


Ger Navê Mêvan Tosin be.


Ji vir pêncî sal berê, rojek ji rojan kesek bi navê Tosin, bi mêvanî diçe mala hevalek xwa. Kevanîya malê hinek saftînik buye. Ango jinik, di hiþê xwada feqîr buye. Merê jinikê diçe kulînê, ji jina xwa daxwa dike ku, ew were, li mêvan bipirse.

Mêrik : Jinik, were xêrhatinê li mêvanê me bike.

Jinik : Mêrik, baþe ez werim li mêvan xêr hatinê bikim. Lê navê mêvan nizanim, bi kerema xwa navê mêvanê me ji minra bibêje, ez werim xêr hatinê li mêvan bikim

Mêrik : Jinik navê mêvanê me Tosine.

Jinik : Mêrik Tosin çiye ?

Mêrik : Jinik ji berku ev nava bi Tirkîye, ezjî baþ nizanim. Lêku qasê ku dizanim, navê Tosin bi Kurdî wekî Mozik û Conega ye.

Jinik : Baþe ez karê xway kulînê xilas bikim û dura werim lîmêvan bipirsim.

Merikê xudîyê malê, piþtê qisedana bi jina xwara diç cem mêvan. Kevanîya malê karê xwa xilas dike û difikire ku biçe li mêvan bipirse. Mixabin, jinik dema tê oda mêvana, navê mêvan ê rast ji bîra dike. Jinika malê bi van navên þaþ dest pê dike û li mêvan dipirse.

Jinik : Birayê Mozik tu bixêr hatiye.

Mêvan yekê þermok buye, ji þerman xudan dide û bi van gotina bersîva jina malê dide.

Mêvan : Xuþka min, navê min Mozik nine.

Jinik dubare li mêvan dipirse.

Jinik : Birayê Conega tu bixêr hatiye.

Mêvan, ji þerman hinekê din, xudan dide, xwa dive tîne û bersîva jinikê dide.

Mêvan : Xuþka min, navê min Conega nine

Jinik cara sisîyan li mêvan dipirse.

Jinik : Birayê Boxe tu bixêr hatiye.

Mêvan ji þermê, xudanek zêde dide û bi sond bersîva jinikê dide.

Mêvan : Xuþka min bi xwadê navê min Boxejî nike.

Jinika xudîyê malê, cara çaran hêrs dibe û van gotinana ji mêvanra dibêje.

Jinik : Birawwwww bi xwadê, tu ji heywana her heywanekîye, lêku ez nizanim, tu kîjan heywane.


06. 01. 2005


Ali Cahit Kiraç