PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DiGRÎM





DiGRÎM

Digrîm û dilê min
Wê þevê ez û te
Di xewnê de digrîm
Çavên bê rûndik
Çavên ziwa
Li ser bedena te
Li ser pêsîra te
Têne xwar
Kul û derdên demê
Diĵwarin
Dema bê bext
Rêça min û te
Gilî û gazin ĵi her der
Ramanên dûre dûr
Kevza çemên ne kûr
Digrîm li ser
Melûlya çavên te
Dêmin ĵi hêstran
Ku xema dikþînin
Sare doĵeha bê evîn
Bihuþta bê dilvîn
dengê giriyê min
Li hev di vegere
Li odeya bê derî
Newala bê dar
Çiyayên bê zar
Digrîm ĵi ber
Civîna çavên xemgîn
Tariya riya dûrbûnê
Bê ĵimar dibhure temen
Tû nabhîze dengê dil
Tû nabhîze qêrîna þil
Qêrîna bê saman
Qêrîna dildarê evînê
Hêvî ĵi hêviyê cudaye
Evîn ĵi xezema daxdaye
Digrîm her þev û roĵ
Di nîvê þevan de
Û di nav bera roĵê de
Têne min awirên te
Çavên reþî ar
Dikim qîr dibim bê zar
Digrîm û digrîm


01. 01. 2005


Dildar Îsmail

dildarismail@hotmail.com