PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



JAN


Jana giran di dildaye
di kezeb ü cîgerêdaye
büye bend ü pigirîye ü
kombüye xwe lê dixîne
Jan dide lê dernakeve.
ew jan ji birîna reþ tê
Birîna jn girtî .ü diþewîte
ü tîrêjên þewata wê awêtin koka Dilê min
çiqasî dijware jana wê
ew jan di dilê minda büye
Gir!.wekî girê þêrekî ku di
Rekeha xwe hilnayê .
Xwe lêdixwîne ü giran hiltîne
dide ser hev dirêse ü badide ,
wekî Dayika dilovan,ku çawa
piþta xwe dide dîwarekî ü
Teþîya kul ü derdan dirêse ü
badide ,ü dibera lorîkên xweyî Dilovanî dibêje.
wa lorîkên Dayîka min çi
xweþin zelalin ü wekî Ava
ku ji serê çîyayê Araratê xwe berdide ser deþt ü Zozanên Reben ü hejar...
çi lorîkin xweþin lê bi janin
lorîkin çîrokin dîlokin ji
hezar salan da tên gotin
Bibün Dîrok ü çand ü pêma
Ji dema Zeredeþtê kal ü ta îro
tên gotin dibine sitran ü bi
Kurdî dixwemilîn .
gava ew lorîkan dibhîzim
tê bîra min Mastê sipî ü
Þorên civatan ên tazî .
çi dilê min li ser wê
demê jan dide ü diþewîte ü
dümana þewata wê di nav dil ü kezeba minda dimîne ü dibe
hêsîrê bê Dadgehkirî ü destê
xwe li ber Azadîyê vedigre.!


15.3.1998


Hejarê Kurd ( Hejar Elî )