PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DE WERE


De were lê
De were,weke xwe
Were,di ser sînoranra
Gav bike ü were li
Paytextadilê min bibe
Mivan,ü tu hati li derî
Mexe ü derbasbe aliyê
Jorîn,biborîne ger tu
We
stîyabü Evîna min
Ji xwera bike balgî ü
Nivîn ü li ber alawîya
Dilê min têkeve xewnen
Þirîn,ger ku em di xewnada
Li hevdu rasthatin wê
Xewnê me Sawêran bi
Hevdu biguherin.
De were lê dereng
Memîne.
Jîyan kurte tirsa min
Hewe ku ez bimrim
Ü serê xwe bi ciwanî
li ser çonga te daneynim.
De were berî ku dem li
Me derbasbibe,wekî
Buhara bê Baran bi gulên
Histixwar ü çilmesî bêzar
Bibe.
De were ü hîn ez dibêjim
Were ü nizanim çima.
Qey tu dibêjî ku ez Evîdarim
Ü ez hêvîdarim li benda teme.
Ger ku ez Evîdarbüma wê
Minê navê te li ser sîngê xwe
Bivîsîya ü kolan bi kolan
Bigerîyama,ü serfîraz rast
Ü çep biçîyama ü batata.
Ü wê ezê mestê Evîna tebüma.
Ü bihna ser lêvê Gulên tebüma.
Lê dîsa ez dibêjim were,
ta ku ez dizanibim çima
ez dibêjim were


5.10.2002


Hejarê Kurd ( Hejar Elî )