PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gelo Tacirê Serhedê Perê Xwa Ji Kî Vediþêre ?


Gelo Tacirê Serhedê Perê Xwa Ji Kî Vediþêre ?


Kesek serhedî dixwaze dayîn û sitandina pez û dewaran bike. Ji bona vî karê hewceye pîqabek bikire. Ev kesê serhedî diçe li kirîna pîqaban digere û mixabin pêrê wî têra pîqaba Sikoda dike. Ev mêrik ji mecburîyetê pîqaba Sikoda dikire. Dest pê dike pez û dewaran dikire û difiroþe. Piþtê her dayîn sitandinê pîqaba mêrik xirav û hur dibe.

Himmm mêrik pê derdixîne ku ew çiqas perê xwa rava pîqabê bike ewê pîqaba Sikoda hur û xirav bibe. Baþe merik xuyê Sikoda xwajî hîn buye.

Ji hînbuna xuyê Skodayê, mêrik di waxta perê girtinêda Skoda li cîyên dur dihêle. Rojek merik difikiriku lawê xway mezin jî bixwara bigerîne û tacirîya pez û dewara rava lawê xwajî bike. Law û bav bi hevra taciriyê dikin û gelekjî kar dikin. Lê mêrik herdem ji jina xwa dibêje em zerar dikin. Û lawê xwa temî dike û dibê je, kurê min tu herden wek min ji dayika xwara bibêje em pere qezenc nakin.

Roj di ser rojanda derbas dibe, lawê mêrik bi xemgînî bixwa û bixwa qise dike. Lê, bav li piþt lawê xwa, li lawê xwa gohdarî dike. De mizakin, lawîk çi qise dike ? Û piþtê qisedana lawik, bav ji lawê xwara çi gotinan dibê je ?

Law : Xwadê yo ev çi hele ez têdame. Ma te bavek baþ bidaba min baþ nedi bu ? Ez û bavê xwa herdem bi hevra dayîn û sitandina pez û dewaran dikýn. Karê me baþe, em gelek perejî qezenç dikin. Lê ku gava di cêva bavê minda pere hebe, ew nîzikê pîqaba meya Skoda nabe û herdem, ji dayika minra dibêje, me zerar kir... Xwadê yo ev çi hele ez têdame. ? Bi bavek direwçîn û dînra dijîm.

Bav li piþt lawê, bi dengeg bilin dikuxe...

Bav : Uhu uhu uhu.

Law : Bavo ma tu li vir bu ? Te gotinên min bîhîst ?

Bav : Kurê min, tu çima van gotinana dibê je ? Tu çima li min dikebe þikên xirav ... ?

Kurê mêrikê Tacir pir þerm dike û ji bavê xwa lêborîn dixwaze.

Law : Bawo min bibaxiþîne.

Bav : Baþe, min lawê xwa efu kir. Lê, nesîhetek min, li lavê min heye.

Law : Bavo, ez li we gohdarî dikim.

Bav : Law kurê min, nesîhata min li te, perê xwa ji jina xirav û ji pîqaba Skoda veþêre. Ango tu carê perê xwa rava jina xirav û erebeyên Sikoda neke.

Law : Bavo min ji van gotinên te, tu tiþt fehm nekir ?

Bav : Kurê min ji bavê xwa bawerke, ez her çiqas perê xwa rava dayika te bikim, ewê bivêje, ez birçîme, di mala meda ev kêmasî heyê û tu tiþt di mala meda tuneye. Ewê her car, bi qisedana ut, utê peran li min xilaske. Ez ji dayika tera pot û kincên wî her tiþt digirim, xwarin û vexwarinê jî, ji mal xalî ( kêm ) nakim

Ez werim ser pîqaba me, kurê min ji bavê xwa bawerke, ez her çiqas bi peran, li pîqaba Skodayê sarbim, ewê xwa hur û xirav bike.

Law : Bavo bibore min digot qey tu merovek xirave... Dubare ji te lêborîn dixwayim.

Bav : Ez dubare ji kurê bibêjim. Lawê min, nesîhata min li te, perê xwa, ji jina xirav û ji pîqaba Skoda veþêre. Ango tu carê perê xwa rava jina xirav û erebeyên Sikoda neke.


30. 12. 2004

Ali Cahit Kiraç