Kalemêrê Botan û Xortek Serhedê Rojek kalemêrek, ji Cizîra Botan dixwaze biçe Serhedê. Kalemêr bi otobozek diçe Amedê û ji wir jî, dubare li otobozek din sardibe û biçe alîyê Serhedê. Kalemêr di rêva bala xwa dide rê, wek wendera pê xerîb tê. Kalemêr ji xortê kêleka xwa, wan pirsa dike : Kalemêr : Birarzî, ez Nohd û neh salîme, ez ji vir heftê sal berê, hatibum serhedê, dora rêyan giþtik daristan bu. Çi buye ? bi van daristana. Çima daristan nemaye ? Xort : Apo, di dîrokêda gelek serhildan çê buye, piþtê her serhildanê, dagirkerê Kurdistanê daristanê me þewitandin. Ango ji bona ku þervanên Kurd xwa di daristana da veneþêrin. Daristan hatin þewitandin. Kalemêr : Birarzî, ji bona xilasbuna daristana sebek din heye an na ? Xort : Apo, darêku dagirkera þewitandin mejî kokê wan derxist, ji bona þervata zivistanê bi kar anî. Loma daristan xilas buyeeeeeee. Kalemêr : Birarzî, hun anika çi diþewitînin . . . ? Xort : Apo, Tiþtên em diþewitînin, nizanim li cem we heye an tuneye ? Du navê wan tiþtana heye. Navê yekî Sergîne. Navê ê din Tezeke, em wan diþewitînin. ( 1 - Sergîn. 2 - Tezek ) Kalemêr : Birarzî, sergîn û tezek li cem me tuneye. Tu dikare ji apê xwara bibêje, ka ev tiþtana çiye ? Xort : Apo, ez bi te aha bidim fehm kirin. Medegeg me û du Gamêþê me heye. Gava ew rêx dikin, rêxên wan zaha dibê, em jêra dibêjin tezek û sergîn. Ango Tezek û Sergîn wek dar tê diþewitînin. Kalemêr : Eyyy bavê apo, ma gava Medeg û Gamêþên we, bi ehngire û rêx neke, hun çi xwalî li serê xwa bikin. Hihiiii kurê min dubare tiþtek din bibêjim. Gava Medeg û Gamêþên we mirar be, hun çi xwalî li serê xwa bikin. We çima kokên daristana þewitandin ? Hetanê qîyametê daristanê Kurdistanê têra þewata weya zivistanê dikir. 30. 12. 2004 |