PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Tîrêj


Seyid Feysel Moctevî


Tîrêj

Li beyna erd û esmana keva kurdî me vinda bû
Bi rojek vek vê rojê da di xerba þêirê ava bû

Bi encama meha axêr li sala du hizer û dûyan
Li nav sala mesîhî da Diço tîrêj, ne peyda bû

Ne dûre ev bi pêþvaza mesîhî çobe esmana
Çukû vî heftiyek zutir ji mala dunyayê ço bû

Bi devsa edlê û dadê ku velatî re bi qer bînit
Ev jî vek her xoda tirsek pêxas û bê solik ma bû

Eger çi ev biheþtî bû û teyrê dilþkesty bû
Nevayê vî ji kurdan re mezamîrê bihiþtî bû

Firîna þaêrê kurda cehana dil mokedder kir
Ji ber destê Ciger Xwînî gulistanê ji xew rabû

Bi heftad û nehan sala li baxê xo nigehban bû
Dema çavê xwe da dunya þeva tarî û belva bû

Velatê vî li xelkê ra veku mennê û selva bû
Evî heq têde tunnebû li ber barê giran ma bû

Kire qîrîn linav tarîtiya þevda li ser dujmin
Xeva çavê gelê xewda biçilqîne ku raza bû

Ku zincîrê bibizdîne û taritiyê vlatê rojê der bîne
Nivîsînê re ev rabû bi rojan û þevan ma bû

Midada alima efzel ji xwîna þahida zanî
Qelem destî neket carek bi zanînê mosemma bû

Heta ku ev bi nûnê û qelem derket birîna dil
Li hibra qa biket zeytê çiraya malê roþen bû

Bi visia ku bi vîdabûn li nav baxê zimanê dê
Xelata vî li Zozana tijî Cûdî ji nezma bû

Mela Nayif Heso anî li Qamîþloka dil danî
Li ser vê gunbedê hilkir u rêka meb, vê xûya bû

Bi Seyid bije ve çendê Bi daxaza dilê kurda
Zimanê dilniþîn u xweþ bi qenda kurdî anî bû


Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Ev hebeste li tarîxa 20.11.2004 li mailpera Avesa jî çap bûye


Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com