PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ceger Xwîn


Seyid Feysel Moctevî


Ceger Xwîn


Ciger bû ev li kurdan re bi lev ra ev Ciger Xwîn bû
Bi dersa ilm û dîn kir çav û nav gundan de mella bû

Li nav þerê yekê de ev li Sûriyê da penaber bû
Li ber feqrê û des tengî li nav gelkî feqîr rabû

Yetîm bû bê pider ma bû gelek jî der bider ma bû
Li destê zulmê revya bû li ser ratba feqî ma bû

Evî bêbextiya kurda li nav þopa þevê dî bû
Li ber hindê dikir gazî li bêbextên di xew da bû

Di devrana ku ev têde li nav bajêr û gundan de
Gelik kes bûn ku kevrê dîn didan sîngê xwe Rojê de

Moxabin çav bi xew bûn ev nebûn ageh bi Rojê re
Nezanîbûn ku nêzîke bibin kafir bi feqrê re

Bu têrkirna zikê birsî dû laþan bûn vekî her seg
Bi cilkin þor vekî delqek ketin dû mîr û xan û beg

Binavê varisê dîni ketin pê cehla Bûcehlan
Mirad û meqseda dînî kirin ber pêyê namerdan

U pêyxember bi revþêve firutin dirhem u zêra
Li xelkê papetî dûr bûn bi fersenga, hevespeyma

Firutin ayetê pîruz bi çindirqaza dunyayê
Nevaya vî ku gazî kir li mal û can xerîdarim

Nekirne guh, bi cîyê vê kelama xweþ xwe kirne ker
Bi cîyê van bi nefa xwe Hedîsên ceilî dane der

Çira dabûne destê van li van xamuþ bibû carek
Nezanîbûn bi roþen ken bi tarîtyê diçun ser rêk

Mele Þêx Mûs li ser vê sifrika dîn da dibe mecnûn
Bi xemra ah û derdê gel li dînê xwe dibe meznûn

Bi qîrîn bû ku rêk û resmê naþîrînê gel tikdet
biroxînît û malek taze ser pêda bi terxan ket

Li ba û zilzilê dûr ket li kavil bûnê mehrûm ket
Binaya vê bi mermer kevrê îmanê mozeyyen ket

Bi nû re hate ser dînî û dersa dînî baþ zanî
Li kincê ruhbetê kir der û destek taze ser anî

Bi lev ra qîrîyab xwînê :
(Hawar Hewar Hawar hewar)
( Van cûcika dexlê me xwar )

Evîj vek Þêxê Senanî bi kufrê re serek der kir
Libasê aliman ber xwe li mêhraba beden der kir

Neço ber kotikan carek feqet das û çekuç rakir
Nekir maçî kiça ermen feqet bîra gelê xwe kir

Bi her rê û derk barîk û sû sûyek ji nûrê dî
Bi devsa nûrekî kem sû bi deþta zulmetê hatî

Di vê tarîtiya dîrokê de pir bûn çrayê nû
Û Þêxê me vekî her derdmendek dil þikestî bû

Dema çavê vî ket agir diçu bînit ji mala xwe
Biket rohnî li gencan û birayê bê xodanê xwe

Ço nav hizba komonîsta ku nan û meskenî bîne
Ku bigre destê vî carek li qupya hejhejoke de

Bi tenkî xeste û dilkî þikestî milletek xew da
Diço ber her derek ser vî dihat girtin li dunya da

Û derdê me gelek zêde Seyid bes ke neke aha
Nebarîne du çavan xwîn, ciger xwîn bû xema kurda

Bi çar onsor li þeþ derkan bi fevcê ateþîn tên der
Li þalûlan gulistanê nevaya Kîme Ez tê der


Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com