Hesar Hesar Fikir Fikrekî bikr Bikrtir li Miryema Îsa Û Nû, taze Tazetir , taze Li piþ Hesar Hesara bilinde Mêrdînê Bi rêkek dûr Û Salan sed Sobekî zû Vekî hespekî baranê Sivarek ser vekî Rojê Li þerqa alemê hat der Naverastê eser bû ev Û Xwe pirsî Ku Kîme Ez Heger Rojim Heger nûrim Heger ferzendê Þerqê me Velatê min kude çûye? Kude maye Ne peydaye Anku Dibe zû hatibim Û Diya min nezanî bû ku Ez Kîme? Bi lez hatim Lev perîþan û bi derdim Ez Ceger Xwînim Bi deþtek sar û kevnar Û Bi nêzîkî kela Mîrî Belek Qesra vî bapîrî Li Mêrdînê Cizîrek xweþ Qeraxa Behra Reþ hatim Ku Sîpel Sîpelan xew bû Bi çavê sahilê vê da Û Bi kiþtî kiþtiyan esker Eskerên nûrê Di nav tarîtîya Behra reþe bê bin Diçon yek yek di pê hevde Ku vinda bin ji nav tarîtiya reþda Evî qurdakirin bê hed Vekî yek ijdihayê bê der û peyker Ji mevca nûrê serbazan Erê lavo te termê van Þehîdên bê kifin Li bin her xar û dirkê vî velatî Mêze kir Mêze ? Û Ez hatim li vê behrê ketim þopan Birîn bûm derbider bûm Ez Ketim dû gel ku rakem xew Xewek sengîn li ser gel bû Û Zorek zêde lazim bû Sidayek berz û bê dawîn Ku ker ket van guhêd xewda Heçî wexta mi qîrîn kir Û Dengê xwe bilintir kir Li nav tarîtîya þev da Ketim nav mîx û bizmaran Ku ser rêça mi danî bûn Xofaþê peste bê derde Þeva tarî Bi alîkariya vî gelê xewde Bilevre Ez bûme Rundik Li ser kanyên velat barîm Vekî barankî Hûr barîm Bi evrê reþ de hatim der Ku bibme zerde kenyek xweþ Û Ser lêvê yetîmek jar û bê dayîk de Rûnmexar Bi xûna dil bikem landik Ji biþkokê Gulistanê Ku Çavê gur nebînin xew Neçilqît van Bihara xweþ Bi lev ra Ez Ceger Xwînim Hesarîme Ji piþta vê Hesara kûr Û Bê deng û sida hatim Seyid dêje tu xêyir hatî Ezîzê min birayê min Tu xêyir hatî li Mêrdînê Û Nûra nav û dengê te Ne xamuþ bû Bû tarîtî li Xuffaþan Û Per daye kurê kurdan û dunyayê eser kir ev Tu Roj bûy rojekî roþen li esmanê þeva tarî Li piþt Hissarê hatî der Geþ bûy li nav vî asiman Nûra xwe da nav penceran Sînnûr û merzek bu neman Ayîn û dînê curbecur Vek nûra Islama mezin Yan pakdîn zerduþtiyan Kirne bira kirne xûþik Ehzab û fikrên curbecur Kirne mukemmil hevdu ra Gêra derê van tefriqa Bi top û tangên aþitî Û Kelhur û gor Soran û lurên bavefa Hevram û kurmancên bihêz Zaza û badînên mezin Bakûr û baþûra bi nûr Li Rojhelatê ta cizîrê evretir Bi hev anî li ser yek sifrikê danî Bi lev ra van îro zanî Ku milletke mezin bûn ev Xudan ayîn û dîn bûn ev Bi lehce û gûyiþanda devlemendin ev Di mêjûya xwe de esl û neseb darin Di Navîn Rojhelata me Dîrokîne di gel cemþîd û key bûne Xodêyê deshelat bûne Xudan genc û velat bûne Dizan nav yek þevek tarî Birin genc û kulahê van Û Rêka jîn û ayînê Bi Qernan Qernê bê dawi Li van tarî kirin , Tarî Û Ev kirne bêdest û pê Bi hezaran evêd roþen Kirin bêdadgeh zindan Û Çavê van dibestin ku nekev Rûjê Û Berxê van moselselvar Didan ber diþne û kêran Û Mêjkê van didane marê Ehrîman Û Xûna van vekî Dicle Bê dawîn bû li nav axa gulistanê Hizaran Lale pê þîn bûn Ku sor ken rûmeta dayê Li nav vî ba û bahozan Bidomîne vekî ava Furata xwe Bilurîne biherke ku ji xelkê re Bi fersengan li dîrukê nebe dawî Tu xweþ dêjî birayê dil bi Xûne min Û Dengê te Û Dengê dil niþîne te bi her subhan Li her malek ku navê vî bi kurdan ve girê dabit Dibe zengil, dibe mêvan Û Îro em bi vê zengê li xew rabûn Sirûda Kîme Ez ser kir Mi xwe nasî, mi xwe nasî Dizanim Kîme Ez lavo Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê Ev helbesta li tarîxa 5.11.2004 li mailpera Avestakurd.net çap bûye sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |