PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Heþtir ( Deve ) û Ker


Heþtir ( Deve ) û Ker


Rojek Heþtir ( Deve ) û Ker ji xudîyê xwa direvin û fîrar dikin. Heþtir ( Deve ) û Ker, dema ji xudîyê xwa direvin, soz didin hevdu, ewê bi hevra hevalî bikin û bêxtî li hev nekin. Leku her du, ji hevdura dibêjin, tenê yek xukî me heye. Xuyên hevdu, ji hev dipirsin. Ka em mizekin, xuyê wan çiye ?

Heþtir ( Deve ) : Hevalê Ker, yek caran lotika min tê. Ka bibê xuyê te çiye... ?

Ker Hevalê Heþtir ( Deve ) xem nake, bira lotika te were. Lê xuyê min jî eve ku, yek caran zirîna min tê.

Heþtir ( Deve ) : Hevalê Ker xem nake, bizire lêku dibe xudîyê me li me bigare, gava tu bizire, ewê bi me bihese û were me bive, disa me bike ber barên giran. Tirsa min pire ez têm serjêkin û xwarin . . . . !

Heþtir ( Deve ) û Ker bi hevra diçêrin û demek derbas dibe. Dengê Bazirgana tê wan. Heþtir ( Deve ) û Ker xwa ji Bazirgana dinav daranda vediþêrin. De mizekin ker çi xiravî dike...? Ango Ker, ji hevalê xway Heþtir ( Deve ) ra çi dibê je . . . ?

Ker Hevalê Heþtir ( Deve ) zirîna min tê...!

Heþtir ( Deve ) : Hevalê Ker, ez ketime bextê te nezire. Gava tu bizire, ewê dengê te biçe bezirgana, ew werin me bivin bikin ber bar ...

Ker xwa nagire dizire û Bezirgan bi dengê Kerê dihese. Heþtir ( Deve ) û Ker divînin wan dikin ber bar. Mixabin Ker ji ber barê giran nikare bimeþe û Bezirgan Kerê li Heþtirê ( Devê ) sar dike. Di demek kinda ( nîyikda ) digêjin serbijêrekî pir xirav. Mizekin Heþtir ( Deve ) çi tîne serê Ker.

Heþtir ( Deve ) : Hevalê Ker lotika min tê.

Ker Hevalê Heþtir ( Deve ) wexta lotika teye ? Ne ezê di vî serbejêrêda, li ser te bikevim û perem perçe bim.

Heþtir ( Deve ) : Hevalê Ker ê xuzê te zirîn bû. Xuyê min jî lotike. Ê wekê min û te, bi bin heval, ewê helê wan, wek min û tebe dibê.

Heþtir ( Deve ) duyê van gotina, lotika xwa tîne Ker di serbejêrda, diser Heþtir ( Deve ) da dikeve perem perçe dibe.

27. 12. 2004

Ali Cahit Kiraç