PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



H Î V


Seyid Feysel Moctevî



H Î V

H Î V tu dizanî çiye
Ev yek vîrosek vehþîye


Vextê diçîte naw beden

Tête biþer ew gel beden


Gel wan silûlên naw beden

Vextê ku kuþtin yek li wan


Rêkê li derdan vediken

Rewþa mirinnê ser diken


Ev qence bête gotinê

Devrana me ya hazirê


Pir veyros û alûdeye

Alûdeyel reftamedê


Mexsûs li sala yek heza

Rû nuhsed û heþta yeka



Ku li meymûnê peyda bibû

Ev Veyrosa H Î V bû


Girtin li vê derdê xedar

Cotek li serbazên hejar


Naw Imrîka bûne diyar

Bu mirrinê bûn cannisar


Bûn baniyên derdek mezim

Bû camia beynilmihen[1]


Zû minteþir bû deþt û der

Bû yek belayek pir xeter


Bu vê cehana mêjve pîr

Mexsûs li xelkê pir feqîr


Ev bû belayek ma ji ser

Heftê û çen milyon beþer


Îro bi vî derdî esîr

Bûn mobtela bûne hevîr


Milyon li bîst û pênc da

Çone kevîra mergida


Ca merg heqqe ey bira

Nabî bitirsin em li va


Emma nebaþe em li vê

Xafil bibin bê bîr û rê


Baþe biken çare li vê

Ta em nebînin rengê vê


Ca baþe bê gotin li vê

Ev veyrose diqilqile


Li rêkê hankî tê mirow

Li xwînê û hemcinsiyê


Vek tîxeyê selmaniyan

Vek hat û çonê bê eman


Þansek mezin mel vê heye

Ev veyrosek sûsûliye


Her vextê bê der naw beden

Bu çen deqîqa namînin


Dimrin vekî mirdarekê

Naket çi cara karekê


Ey dayik û xûþk û bira

Derdê vê ra derman nema


Ev derdekî derman size[2]

Taonekî insan kuje


Nabe elac ev gorbigor

Meggr bi parêz bête gor


Hûn bên bi bêhdaþtê biken

Derdan li me zêde neken


Em devlemendin derdida

Me derdê bêhed bûn cuda


Em be xodan û bêkesin

Dixturê me jî hîçkesin


Hûn baþ bizanin vê demê

Çi þer û ceng û hemhemê


Nikarî bukjit în hemê[3]

Zarû piçûkên vê demê


Ca min bi vê xatir nekir

Ev gotine lefza nesir


Ya din ku ez bêjim ve ra

Hevza edeb naket reva


Belke piziþkê mihteber

Baþtir bikarin bêne ser


Behsê bi rewþen ken me ra

Ta em bikarin kar ra



* * *


[1] - dinyaya derdisera

[2] - bê derman

[3] - hemû



Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com