Êþ û Birîn ( Êþ û Birîn ) [1] - bistînin Êþ û Birîn Ba û baranêl me da bûn Sir û sermayêl me da bûn Em kirin ah û girîn Rah û çarê me nemabûn Kes û karê me nerabûn Em kirin derd û birîn Xwîn du çavê me dibarîn Pîr u kalê me dikalîn Em kirin êþ û evîn Qudret û hêzim nemabû Derd û rencande tewabû Em kirin bêkeyf û hal Hîvîya mej ma hewal Þew û rojêl me xeyal Em kirin bêhizr û gêj Ser û sirrê me teva bû Roh û canê me nemabû Em kirin bêbext û yar Ser û pêyê me þikandin Reng û rûyê me helandin Em kirin bêdest û pê Gulê baxê me verandin Dil û cergê me helandin Em kirin dax û keser Reh û rîþê me qetandin Zevî û varê me çerandin Em kirin bê zevî û var Nan û doyê me birandin Rê û resmê me þêwandin[1] Em kirin bênan û do Qesr û burcê me çevandin Milk û malê me rewandin Em kirin bêmilk û mal Av û kanîl[2] me çikandin Rohnîya çawa rijandin Em kirin bêçav û kûr Milk û warê me çerandin Destê mel desta qetandin Em kirin bêbêr û war Li der û deþtan bezandin Destê mel zarya qetandin Em kirin bêdeþt û der Qelemê destêm þikandin Kaxeza namê dirandin Em kirin bênar û nûr Destê mem zînê qetandin Þîrîna ferhad rewandin Em kirin bekrûkê kûr Bax û baxatê me sotin Þîr û mastê me firotin Em kirin bê þîr û mast Bi mere vehþî digotin[3] Cêl û mîyê me didotin Em kirin vahþî,nezan Dilhinavê me disotin Herçi wan xastin digotin Em kirin bêdilhinav Ga û cotê me firotin Destrenjê me disotin Em kirin bêga û cot * * * [1] - Beyn birin [2]- Kûre kirina kanîya pê simîtê ( çîmento ) bi destê beisîyan [3] - Turkan digote kurda turkê serê çîya ( vehþî ) Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |