Evîn Evîn Biskên xelek çavên belek ez kirme vê qesra belek Ez pur hilavêtim gelek paqij kirim, kirme melek Di paxela zerya kelek ez bûme mestek, bê dilek Bu min diiîna þerbetek neçobû ser lêvê kesek Lev bêqirar û serkeþek çêbû li min behra dinê Bûme xerîqê gerdenek destê xwe avêt binçenek Bê dest û pê û bê serek ser destê vê bedrê, þevek Min bûme yêkcar bêxevek hizrek xeyalek bêderek Ez bê nîþan u þandeyek hebsa zuleyxa bûm gelek Zindan û bendan bûm felek marên sîa min bûn xelek Êþ û kulê min bûn gelek zexm u brîn bûme felek Mohtacê lêva þekkerek melhema dest pixemberek eyid nexaze melhemek ta bu te mînit xem xemek Xem bu dilan dermaneke bu agiran vek aveke * * * Ey sarivan hêdî here sebr û qirara min dero [1] Ev dil ku min bal xwe hebû gel dilsitana min diço Ez mam tinê, bêkes,nexweþ tu dibê ku nîþek dûr livê Ket hestiyê bêdest û pê hestî û mêjkê min dixwo Gotim bi fêl û hîletan pinhan bikem êþ û xeman Nayê veþartin ev li kes dunya dizanel rence rwo [2] Sebrê bike ey sarivan tundî neke gel karivan Li iþqa vê serva revan rûh û revanê min diro Ev diçitin meþan,meþan min derdê tenyaî kiþan Pirsêl, nîþanê min neke, ez bê nîþan û bi miro Ez ketme nav behra xeman min nav û nîþan lê neman Ez dame ber van sîpelan eqlê serê min vê diþo Gel van hemî bê dadê vê van suzê bê bunyade vê Ev nav dilê min de dibe yan mêvane çav û biro Dîsa vere ser çave min ey dilbera sahib dila Bi derçona rûhli beden dikin bi nev’an guftgo Min xwe bi çavê xwo didît rûh li beden da der diket Qesrek li axê bin diket mîrek li malê derdiço Seidî vere ahan neke mel morvetê bê par neke Min taqeta zulmê niye giryan mire zêrin îro Seyid bila mevzûn bitin helbest û þêirê me hemû Da þa bibin pê van hemû bigrin ji Seidî reng û bo [3] [1] - diçît [2] - ah û zarî [3] - Ev xezela vergêrana xezelkî Seidîyê Þîraziye bi dexl û teserof Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê sayedfaysal@yahoo.com mojtavy@hotmail.com |