PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ayîn


Seyid Feysel Moctevî


Ayîn

Hemî ayîn û dîn tevhev bi pîrozin
Heger tarîtiya millet bihev dabin

Heger iþkandibin þaxek li cehla vî
Heger dara omîd û arezû çandin

Heger qapûs kirin xew zaliman yêkca
U zalim ketne tirsêda ku dê bimrin

Heger dil dûr kirin carek li mala xem
Bi ava mehbetê þuþtin du çavê min

Heger iþkandibin ser ya didanê van
Li ser yek milletê mezlûm û derdavin1

Heger destê sitem iþkandibin ser vî
Li bin dîvarê kaxê wan nehêlabin

Û ahê sare nav dil da li ser lêwan
Bibîte gul bibîte nû biharek din

Feqîr û jar û bê derman ne giryabin
Durên çavê yetîmê xwe neberdabin

Xwe bê daiyîk û bab û bê neva bin ev
Bi pêxasî þiwan û rencber mabin

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


guneh nînin çi dînan ra bi tefsîran
Bi teqsîra melayê cahil û nadan

Dibû xaric li bernama jiyanêda
Dibû efyûn;li jîna wan kirêkaran

Û ev ayîn bi hêsanî diço awa
Dibû sirde li bu qiþra tebehkaran

Wekî axa gulistanê ku paqij bû
Heger neyne bi vî axê gul û baran

Guneh ya axêye yan baxevanê me?
Çi þik nîne mera îro ku bê av man

Bi destê baxevanê natevan;tenya
Vekî her alimê bê ilm û bê binyan

Ve þola xwe bi eynê dîn dizanîtin
Ku eksa dîn diket caran bi eimalan

Bi van þolên þirîn ku kir xwe kir varis
Ne varis bû verîs bû ev biteqlîdan

Nefam bû ev bi revþa dîn û dîndaran
Girêdan kofiyek devxar û rê berdan

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Meger Nûhê nebî kêm hate qîrînê
Bi omrê pir dirêje xwe li ser xelkê

Çima nekrin bi qewlê vî cefakara
Û Kenan jî li vî bû dijminek malê

Nekarî alema carî bi rê bînit
Feqet gemyek li mexlûqa îna ser rê

Dûva qerna dibîzim dengê vî lavo
Bilinde bejna tarîxê vekî xewkê

Ku nebhîstin kelama vî bivextêvî
Û tilyê xwe kirin guhda ku nebhîzê

Meger gazî nekir Zerdeþt bi omrê xwe
Bi pindarê bi guftarê bi kirdarê

Ku nîkîpey bibin dayim li kê gu pê
Li ahirmen bi dûr bin ev bi fersengê

U Mûsa tê li berdan ra dike giryan
U kaxa nerm û þîrîne vî firevnê

Dike qorban li pêxasan ku bêpêne
Li ber wan re diçe tebiîd û teþrîdê

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Û Ibrahîm digergûn kir zemanê xwe
Dema ço ber derê bitxanê tenhaye2

Þikandin bitbitek tevrî li bitxanê
U tevrê xwe li bal meznê bitan kir cê

Dema dîtin bit iþkestin li hev cem bûn
Digotne hev dibe karê Birahîm be

Birahîm got ku ev kare li min dûre
Dibe îþê mezin bit be li ser kêþe3

Ku zêhna mirva xalîket li teqlîdê
Li ker bûnê li kir bûnê ku des berde

Xorafatê; jiyana xwe bi der bîne
Û tula xwe li vî Nemrûdî bistîne

Dikir gazî li xelkê dar û ber çîkin
Çira hûn bûne berde, dar û ber kêne?

Nikarin xwe li mîza seh4 biparêzin
Çitu ma dê ve vê zolmê biparêze

Di gel vê gotinê bû ku kirin agir
Bi vî re ta çira dinyayê xamuþ be

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Dema Îsa li Meryem hate dinyayê
Teb û tabek nexweþ kefte kinîsayê5

Li Qudsê rahiba qidîse derxistin
Û Meryem tev þehê alem kirin ser rê

Binaçarî keçaOmran û berxê xwe
Qedem danîne ser erdê xelîlokê6

Qiraxê çem diço bu masiya herdem
Bi hesret bû bi sulek7 nû li dinyayê

Zikek birsî û rengek zer li bejna vî
Bi bihtanan ketin pêre bi her derkê

Bi destê rahibên dêr û kinîsayê
Binavê xizmeta Mûsa bi bêdadê

Kirin dara Selîbê gul li Îsa ra
Ewanê ku mofexer bûn bi Mûsayê

U dara wan bi þeriî bû ne beqanûn
Bi hizra xwe dizanî bûn bi Tevratê

Meger ne Mûsewî bûn ev berî Îsa
Çima girtin rêya Îsa bi wan fêlan

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Meger ne gotinê wan her duyan tevda
Bi emrê vî xodayê heq bibû buþra

Li ewda8 ra ku teqdîrê bide des wan
Bi vehya asimanî ev bibûn peyda

Ku varis ken li ser erdê heçî merde
Biden wan ra kilîda genca tedbîra

Li ser edlê û insafê li xelkê ra
Û destê zalima kurt ke li mezlûma

Û der halê ku Îsa xwe Suleyman bû
Eger çi padiþa bû ev di eqlîda

Di gel rût û rebenna hemniþîn bû ev
Feqîrek naw feqîran bû di rewþêda

Çire nînin morîdê vî xema xelkê
Û zerq û berqê kincê wan di çavanda

Dimîne vek qelemkî tûj û derdaver
Diçe ta ku biçlqîne xewa papa

Ku carek din me Rûhilla bibe mêvan
Bi pêxasî li nav pêxas û serquta

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Ku dad û edil peyda bin û þer rabin
Kulîlkên mehbetê her dem me peyda bin

Xubara ser dilê xemgîn biken ber ba
Gulên yeisê li naw xelkê bihiþkînin

Sira sar bikne zindanê li naw dil da
Û fikra gel bi zanînê bitevzînin

Dubare bêtin ev fikra ku vî çandî
Ku berxê me li kuþtin; kuþtinê dûr bin

Çirayê Aþitî hilken birêka xwe
Bi Zeytûnê miseleh bin vekî þêr bin

Biden ber ba sitûna ceng û bêdadê
Biken ava dilê sotî bila xweþ bin

Û derxînin kurê vê Miryema bakir
Li bin sêdarê bînin der ku rizgar bin

Çiko îro nefehmin dîn hemî fikrê
Ciwane vî bi zincîra girê bestin

Û destê vî kirin taska xenêda ev
Ne Îsaye moxalif vîne kiþþîþin

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Hiloþînin vê binyanê hiloþînin
Binaya zilm û bêdadê hiloþînin

Kelavên9 kevne nadanî hiloþînin
Bi xavî kelpîça çêbû, hiloþînin

Nikarit berdewam bit ev hiloþînin
Binayên sist û lerzanin hiloþînin

Ku xwe zalim bûye Îsa hiloþînin
Moxalif fikra Îsaye hiloþînin

Sidayê heq nine lawo hiloþînin
Bi meshef meshefa nîne hiloþînin

Gelo vî qesir her nîne hiloþînin
Hemû qesrê ku cindînê hiloþînin

Nedînîne nedînîne hiloþînin
Rijandin xwîna Zeytûnê hiloþînin

U berg û riþyê vê sotin hiloþînin
Kulozê10 wan bi Nablosê hiloþînin

Hemû rêk û hemû resmên xelet rakin
Li naw xelkê bitedbîrê hiloþînin

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Bi pênsid sal û hevtêde nehalek din
Bi pê Îsa li Bethayê11 dihat dîtin

Li nav yek merdumek serhiþk û çolek hiþk
Ku keçkên xwe li bin axê diveþartin

Dixarin goþtê sûsmaran li sehrayan
Vekî berxek li mêwanî ku biryan bin

Mûhemmed vê derê rabû bû pêyxember
Bi pêxas bû vekî Îsa Mesîhê min

Bi þivvan bû vekî Mûsa li ber pez bû
Ku bitwane12 li insana bibe dayin13

Û axa ser dînê pêþîn bihavêje
Ku endaza girê Sîna li ser dînin

Xobara olîyên bê derd û bê dawîn
Ku dîn wan re bûye laþe kû zik têr kin

Mûhemmed hat ku carek din teze nû ket
Nevaya Mûsiyê Omran dikir novin14

Biket tefsîr Incîlê vekî Îsa
Bi edlê biþkinît piþta sitemkaran

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Buheyra rahibê meþhûre îsayî
Dinasîtin Mûhemmed ra bi zarûtî

Çiko nîþan û navê vî li veidan bû
Kemalik bû li fêlên baþ û camêrî

Û Neccaþî ku þahek pir bidîndare
Û ageh ilmê Îsayê li Ifrîqî

Ku ta dûrket li wan keydên butan carek
Dibe perjan li dînê vî li Êtyopî

Li tirsê olperestan her vekî îro
Bi sê salan ku dînê xwe bi mexfîtî

Dida nîþan bi xeyla merdimê guhdar
Li malê wan dibû mêwan bi tarîtî15

Dema zanîn bi vî wan merdimê olî
Bi pîlana ketin dûra ku xamiþ bî

Neket behsa musawatê neket heqdar
Xolam û berdeyên bêyar li hev bînî

Û þoriþ çêbitin pala û berdan ra
Nizama zilmê destê wan bi riswa bî

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Li ber hindê hemî der girtibûn ser da
Dixastin her mezin bit ev li Mekkêda

Bi þertê ku neket pê solkê zilmê
Bi þertê ku nebe piyxemberê rûta

Velî emma bi pêyxember bû ev rûta
Nekarî bû tehemil ket fiþara va16

Hemû zehmet kirî bû canê Ehmed ra
Ku canî gel bibe rizgar li bendê da

Nemînin benda zulmê da çi qevmê vî
Dema zulmê17 hiþarî dîti naw ebda

Bi lez ket ta çirayê Rojê bimrînit
Dubare awê çûyî bînte rûbara

Li bin iþkencêda kuþtin vekî îro
Sumeyye Yasir û emmar rojêda

Þikandin seddefên þîrîn vekî qendê
Li nav mercanê lêvê da bi terfenda

Hemî rêkê jîyan ser vî kirin agir
Bi teþrîdê kirin mêwan li þeibêda

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Li destê zulm û bêdadê dikir hicret
Li naw þevkî reþ û tarî vekî nifret

Di gel yarê þikevtê bû di vê rêda
Bi qesta Yesribê vê þev li mal derket

Diço ta ku feqîran xirkete balhev
Hikûmetkê bitevzîne li ser derfet18

Neken istû19 li ber her nakesek pir xar
Nebînin hestiyên bêser li der ketket20

Bi keydên nahezan dîsa vekî seylan
Dibarîn ser milê vê ommetê zehmet

Kirin ax naw serê vîda li kulanan
Bi destê jinkekî cahil bi mellamet

Li ser Ayîþê dayka moiminê rojê
Bi namerdî monafiq hatinê bi tuhmet

Li xezva ohodê da jî bi keydên xwe
Nekirne qevlê pêyxember þikestin ket

Heta axir nefes þemia cihanê bû
Û got îro mi kamil kir li ve þiret21

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Li paþî wan hemû pêyxember û dînan
Gelik partî û hizbên muqtedir hestan22

Û manîfîst23 û qanûnên teze anîn
Ku bitwanin24 birîna gel biken derman

Heger çi derdê adem îro ta Adem
Hemîþe her sitemranin sitemger man

Ne þerme ger bibêjin em, çi nû nînin
Cehan yan edle yan bêdad û bê emman

Ku dinya her þev û rojek bitikrare
Li ser heq û nehq þer tên; hemû rojan

Hedîsa vê hedîsa par û pêrare
Qisa Nûhe û ya îro li mehvaran

Dibe bas û dibe qisse li naw malan
Bitikrarî bitikrarî li her salan

Heta piþtî hezaran pak dînin vî
Hezaran yên mezin rabûn ketin bendan

Vekî Gandî û Mandêla li dinyayê
Ku Gandî jî Mesîhek bû li Hindistan

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Bi tedbîrê rivîyyê pîre îstimar
Li naw baxên welatê xwe dikir dilsar

Nekir alvêr25 li gel dijmin dema nasî
Bi tehrîmê ,Birîtanya dibû bê par

Bi solek dar û bendek kindira Bengal
Bi lebsek navik û çokan ,dibû dîyyar26

Bedenke jar û zik birsî serek aqil
Bi roj û þev li xelkê ra dikir gotar

Kirîn tebiîd û zindan û cuda xistin27
Ku bifroþit vetendaran bi kîskî ar28

Li naw mej bûn gelik þêrên jiyana nû
Ku çon zindan û tebiîdan û ber sêdar

Nenasîn tirs û neçevyan li ber dujmin
Bi dana ser li sêdarê biha bû dar

Û keþkên me li dîrokê gewahîne
Ku ber banga mela keþkek dihate xar

Gelik caran bihesret bûn li vê keþkê
Ku ter kin lêv û zarê xwe bi car û bar

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Meger wan heq nine ser me ku insan bin
Li þolên pîs biken dûrî ku derman bin

Çima îro sîyasetwan û hizbên me
Li bîra xwe diben tengaviyên bêbin

Dixon risqê ku nawê wan bi xewna kariger nayê
Li beyna wan û xelkê wan codayîye bifersengin

Û kurdîtî bûye qurban li ehzaban
Û bû hesret li bu kurdên diyarê min

Û bo carek li hev rûnin bibin vehdet
Bibin teslîmê fikra heq bibin insan

Tevav hizban bi hev bînin li kurdan re
Çi dinyayî çi dînî bin bihev bînin

Nelêbînin gelo hevdu nelêbênin
Nexapînin bira hevdu nexapînin

Eger olî bi îman bin kelamê xwe
Tu car dûr nakevin heq ra û naqehrin

Çima ferqe me eimalan û gotaran
Meger ne gotin û kiryar dibe yekbin

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤


Dema hate Medînê nonerê Romê
Dipirsî xelkê ka qesra Omer kanê

Digotin me çi qesr û barigeh nînin
Û þahê me livê razaye bin darê

Ku ferqa vî li gel ebdan tu nabînî
Me nîne ferqi mabeyna tu kes lêrê

Nine ev heq li mîrê me bike ber xwe
Kirasik þor û yê din bê kiras mabê

Dema wan re heram bû zulm û bêdadî
Heram bû parîyek zêde li sibhanê29

Hemî pêyxemberê me kariger bûne
Çima em cêniþînê wan bi axane

Gelo miþkil nine dînan û ayînan
Me des berda li heqqê xwe welatê xwe

Bi cê rojê ketin pê sîbera evran
Heçî çon pêþ û pêþvetir diman paþve

Seyid nîne çi dijmin dîn û ayîna
Meger dîndarê bê derde dirozin30 bê

Hemî ayîn û dîn tevhev bipîrozin
Hemî fikrê monever tevde nevrozin


¤ ¤ ¤

26. 12. 2004

Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê

Seyid Feysel Mojtevî

sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com