PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xêrên piçuk


Rojekê li herêmekî xerîb di malekê de, kevaniya malê ducan bu, her roj di bihurîn zik lê mezin dibu. ji ber vê rewþa kevaniyê zilam ne dikari li cem rakevê. Jina malê rewþa mêrê xwe fam kiribu. ji ber ku hez lê jî dikir, dilê wî pêve ma. Çu ji xelîtka xwe hindek pere derxistin û dane mêrê xwe.


-"Ji tere van peran biçe bajêr xwe rehet bike û were"


Zilam ji helwestê jina xwe seyr mabu lê ji ber ku bi kêfa wî bu dengê xwe nekir, dirafên xwe girtin û kete riya bajêr. Hîna gelekî neçubu jina cîranê wan cavlêkir, yekser hest kir ku wê biçê bajêr çi. bang kiryê de. Ew kiþande anîþkê û jê pirsî: "cîran tê biçê ku?" zilam ne xwest bêje lê jinikê ji ber ku rewþa wî fam dikir, bela xwe jê venekir. Dawî zilam neçar ma derdê xwe û mebesta çuyina xwe ya bajêr jêre got.

Jinikê got: "cîran pêwist nakê tu ji vir hetanî wîr xwe bi westîne, ka dirafên xwe bide min û were cem min ma çi buye qey". Ev pêþniyar jî bi dilê zilam bu.

Perên xwe danê de û karê xwe pê qedand. piþtî karê wî qediya vegera malê. Dema zu vegera malê jina wî fam kir ku neçuye bajêr û hindek tiþtk qewimî ne. Lê kir û nekir zilam jêre ne got. Dawî zilam li ber bandora jinê nikarî li ber xwe bide buyer bi tevayî jêre got. Jinikê jê pirsî " pere jîji te sitandin?" dema zilam got "erê" jinik pir hêrs bu û got:


_" Ma çawan çêbu, heta neha heke min ji bo xêrên wisan piçuk pere bigirtane neha ez bubume dewlemendê gund"