PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Zimanê Tirkî


Silo di dibistanê Tirka de xwendibu, wî jî wekî gelek hevalên xwe zimanê xwe jibîr kiribu. Dema ku yekî nasê xwe bidîtane neçar dima ku pêre bi Kurdi bi peyivê lê, derveyî yek du daçekan gotinên dîtir tev dîsan bi Tirkî ji devê wî derdiketin. Vê carê karekî baþ ji xwe re dîtibu. di qehwexanekê de, çaygêrî dikir. Rojekê çar Kurdên simbêlboq, bejin dirêj û zikmezin hatne qehwexanê, xwedyê qehwexanê ji ber ku Tirk bu ji silo xwest ku bi wan re têkildar bibe, wî jî digot silo bi Kurdî dizane.

Silo daxwazên wan pirsîn û ji wan re ça û qehwe anî. piþtî ku çayên xwe vexwarin xwest ji wan bi pirse bê ka wê dîsan vexun an na?

Berî ku biçe cem wan gelekî hizirî gelo çi bêje ji wan re. Ne dizanî çi ji wan re bêje. Dawî bi Tirkî fikirî û biryar da ku wekî Tirkî ji wan bipirse. Xwe nêzîkî zilamê destpêkê kir, ji xwe rengê wî silo di tirsand, diyar bu ji rexê Cizîrê bu. Xwe piçekî çemand û bi dengekî aram got:

-"Ez çayê bixme te de?"

Zilam xwekî ku tu xencerekê di zikê wî de rakê sor sor bu yekser rabu ser xwe bi dengekî bilind got:

-"Çayê bixe diya xwe, kurê kerê" bi gotinê re kulmek danî ser difna Silo. Silo li erdê dirêj bu, her çar Kurdan bê ku bihayê çayên xwe bidin derketin çun. Silo ne dizanî ku zimanê Kurdî û Tirkî wekî erd û asman ji hev durin.