Xort û Kal ! ... Di rêwîya rêkîda, yekê kal û xort, dibin heval û demek dimeþin, baran dibare, ango þilî dibare. Wî demê kurkekî fireh li kalo buye. Kalo dibê birarzî, fermo bikeve binê kurkê min û tu þil nebe. Xort dikeve binê kurkê kalo û bihevra dimeþin, demek þunda baran disekine. Vana demek dirêj bi hevra dimeþin, her demekî kinda, kalo dike bîra xort û van gotinana dibêje. Kalo : Birarzî, ger ji kurkê min neba, tuyê þilba. Xort sipasîya kalo dike û rehmetê li dêw bavê kalo bi van gotinana tîne ziman. Xort : Kalo, xwadê rehmet li dêw bavê te bike. Raste, ger tu û kurkê te neba, ezê þilbibuma. Wana demek kin bihevra dimeþin, kalo disa, minetê xwa bi van gotinana tîne ziman. Kalo : Birarzî heger ne ji kurkê min ba tuyê þilbibua. Kalo û xort bihevra dimeþin, rastê golek avê tên. Kalo, disa minetên xwa tîne ziman. Xort gelek hêrs dikebe û xwa davê golê û der dikeve, ji kalora van gotinana dibêje. Xort : Kalo, sihet ne xwaþ, rehmet ne li dêw bavê te, xwadê ji tew û kurkê te ne razîbe. Çiqas, baranê li min bikira, ez wuha þil nedibum. 24. 12. 2004 |