PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



YEyê “pozê Komara Tirkîyeyê firkand” !


  • STOCKHOLM, 18 / 12 / 2004

  • YEyê “pozê Komara Tirkîyeyê firkand”!

    Di 16 û 17ê çileya pêþîn ya 2004an de li paytexta Belçîkayê, li Brukselê civîna Konseya Ewrûpayê pêk hat. Di rojeva civînê de li gel gelek pirsên ko dewletên endam yên YEyê her þeþ mehan carekê li ser dipeyivin, li ser berfirehkirina YEyê û di vê xalê de jî pirsa peywendîyên YEyê û Tirkîyeyê xala herî girîng bû. Ev girîngî ne tiþtek ko qeneeta min a þexsî ye lê her wekî ko di hemû çapemenîya cîhanê de jî dîyar bû, ji alîyê hemû endamên YEyê jî xala herî girîng a rojeva civîna Konseya Ewrupayê bû.

    Komara Tirkîyeyê (KT) hazirîya xwe, bi kêmanî li pêþberê raya giþtî ya xwe û li cîhanê wisa dabû dîyarkirin ko dê “ew tu þertan ji bona biryara li ser tesbîtkirina tarîxa despêkirina mizakereyên endametîyê qebûl nekin”. Her weha wisa nûnerên KT wisa îdîa dikirin ko ji xwe “KT pîvanên destpêkirina mizakereyan û taybetî jî pîvanên Kopenhangê bi cîh anîne” û loma jî dê “tu þertan qebûl nekin û divê mizakereyên endametîyê di mehên havîna 2005an de bê qeyd û þert” dest pê bikin.

    ( Wene : Vîldan Tanrikulu )


    Nuha netîce di destê me de ye.
    Ez dê pirsa me ya kurdan ko yekser eleqeya wê bi me re û bi KTyê û bi YEyê re hene di vê nivîsê de deynim alîyeke.
    Ez dê li ser hêvîyên KTyê û biryarên Konseya Wezîran ya YEyê yên di 16 û 17ê Çileya Pêþîn de hatine girtin rawestim.

    KTyê xwe hazir kiribû ko ji vê civînê ev biryarên li jêr derkevin :

    1. Divê biryar bê girtin ko KTyê hemû pîvanên Kopenhangê bi cîh anîye.

    2. Divê biryar bê girtin ko KTyê di mehên havînê ya 2005an de dest bi mizakereyên endametîyê bikin.

    3. Divê di biryara destpêkirina mizakereyên endametîyê de tu þert ji alîyê YEyê ve neyê danîn.

    4. Divê YE di biryara xwe de li hesasîyetên sîyasî û millî yên Tirkîyeyê li ber çavan bigre.

    5. Divê tu îstîsna ji bo þertên mizakereyan û dema ko mizakere bi ser bikevin û KT bibe endama YEyê, neyên tesbît kirin.

    Nuha jî em li biryarên Konseya Ewrûpayê ( KEyê ) û beyana encamê ya civîna KEyê binêrin bê li ser KTyê çi hatine gotin.

    1. KTyê dê di payîza 2005an de, ango di 03.10.2005an de set bi mizakereyên endametiyê bike.

    2. KTyê dê nikaribe berîya sala 2014yan, eger mizakere xelas bibin jî bibe endamê YEyê.

    3. Destpêkirina mizakereyan nayê wê maneya ko dê Tirkîye bibe endamê YEyê, ango ev mizakereyên endametiyê “dawî nedîyar” in.

    4. Divê KTyê di pêvajoya mizakereyan de hemû xalên pîvanên Kopenhangê bi cîh bîne û ev yek ji alîyê hemû endamên YEyê bi yekdengî bê tesdîq kirin.

    5. Divê KTyê berîya ko di 03.10.2005an de dest bi mizakereyan bike, “Peymana Enqereyê” ko 1963yan de îmze kirîye bi deletên ko nû (maha Gulanê ya 2004an de) bûne endamê YEyê re jî îmze bike. Di nav van dewletan de Komara Qibrisê ko tirk nas nakin û jê re dibêjin “rêvebirîya Rûman ya li Qibrisê” jî heye, ango KT divê Komara Qibrisê bi awayek fîîlî û hiqûqî nas bike.

    6. Di warên “serbestîya gera hêza kar” de, “subvansîyona (alîkarîya aborî) sîyaseta ziraetê” û “sîyaseta herêmên paþvemayî” de û her weha “di sîstema avahîya rêvebirîyê (îdarî)” de îstîsna û bend dikarin bên danîn.

    7. Eger KT bi xwe bixwaze, dikare dawî li mizakereyan bine û dev ji “xewna xwe ya 41 salan (hin kes dibêjin 200 salan!!!....) ya gihiþtina medenîyeta hevdem” berde!

    Tiþtên ko TK berîya 16ê Çileya Pêþîn ya 2004an xwe jê re amade kiribû û encama ko KTyê di 17ê Çileya Pêþîn ya 2004an de qebûl kirîye ev in!
    Bi kurtî û kurmancî.
    Lê bi rastî û bi belge!

    Nuha jî em li pozbilindîya nûnerên KTyê binêrin!
    Rojnameyên tirkan û her weha yên Ewrûpî jî nivîsandine ko serokwezirê KTyê Recep Tayyip Erdogan “resta xwe xwendiye” û balafira xwe amade kirîye ko berîya dawî li civînê bê, vegere Tirkîyeyê. Her weha tê nivîsandin ko di hevdîtina xwe ya bi serokwezîrê Hollandayê û di eynî demê de jî serokê Konseya Ewrûpayê Jan Peter Balkenende re gotiye ko “hûn dixwazin ko em 70 mîlyon mirovan deynin alîyek û berjewendîya 600000 kesan hilbijêrin”.
    Xuya ye ko Recep Tayyîp Erdogan “resta xwe xwendîye” lê “blof” (zirta) kirîye û cirm-û meþûd hatiye girtin!

    Her weha encama civînê dîyar dike ko ne bi tenê YEyê li hiqûqa xwe xwedî derketî ye lê her weha Recep Tayyip Erdogan jî mecbûr maye ko serê xwe, ango serê Tirkîyeyê, li pêþberê hiqûq, ne li pêþberê nifûsê, bitewîne mafê 600000 Qibrisîyan qebûl bike.

    Em kurd jî li ser van pirsan sekinîn.
    Me gelek nivîsar û beyanname belav kirin.
    Lê di vê nivîsê de jî dîyar dibe ku;
    Pirs ne hejmara (nifûsa) neteweyek e!
    Pirs ne ew e ko her tiþt her tim li gora berjewendîyên dewletan tên rojevê û çareser kirinê!
    Pirs ne ew e ko mirov biçe, mîna ko birêz Saîd Aydogmuþ di nivîsek xwe de (bi tirkî) anîye ziman, ji ”komîsyonçîyên xanîyan ne kirêkirina xanîyek, lê kirîna xalîyek bixwaze”!
    Ango, her pirsek, her armancek û her daxwaze li gora dema xwe, li gora cîhê xwe û bi mixatabên van pirsan re bi hêzeke xurt û bi zanîn dikarin bên rojevê û çareserkirinê!

    Loma jî, eþkere ye ko ”pozê dewleta KT hatîye firikandin” û di eslê xwe de nûnerên KTyê ”stûxwar” ji Brukselê vegerîyan Tirkîyeyê!

    Vê ca, pirsên mîna;
    Çi bi me kurdên bakûr û Tevgera welatparêz a neteweyî ya Kurdîstana Bakûr (çi di sewîya þexsî, çi di sewîya civakî û çi jî di sewîya sîyasî û rêxistinî de) hat?
    Me çi kir?
    Divîya bû ko em çi bikin?
    Û ji vir û þûn ve divê em çi bikin?
    jî bimîne nivîsareke din!


    Vîldan Tanrikulu



    http://www.kerkuk-kurdistan.com