PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hêrsa Sofîyê Serhedê


Hêrsa Sofîyê Serhedê


Sofî dizewice Xwade lawek dide sofî. Sofî û jina xwa lavên xwa bi delalî mezin dikin. Sal diser salanra derbas dibe, lawê sofî dibe xort û ew lawên xwa dizewicînin. Sofî, di zarutîyê da lawê xwa ji kar dur girtiye. Ew dixwaze hêdî, hêdî lawê xwa biki ber xebatê. Êvarek sofî ji jina xwara van gotinana dibêje.

Sofî : Jinik ez difikirim sibê lawê me biþînim ber pez. Hema sibê þivanê me ji kar derxînim û lawê me bikim þivan. Tu çi dibê je ?

Jina Sofî : Na mêrik nabe, lawê me di umrê xwada neçuye ber pez. Feqîrê min çizane, pez bidi çêrandin û avdan. Ewê li çol û çîyan pezê bide Guran û were. Tirsa mina mezin, Gur û cinawir lawê me bixwe. Qene lawik, çend roj bi þivanra biþîne ber pez...

Sofî, her çiqas ji jina xwa dipirse, lêku wî qerar daye, gava bibe sibe, ewê lawê xwa biþîne ber pez.

Sofî : Na jinik, ez xibera te nakim. Lawê me edî buye xort. Ger ew aniha tenê neçe ber pez, ew tu carê hînê kar nabe... Ezê lawê me tenê biþînim ber pez.

Ewê bibe sibe sofî lawê xwa wekê þivan bike ber pez. Lêku lawê sofî pezan bibe sevînê jî.

Sofî bi destê sibêra, bi lawê xwara radibe û berê xwa didin alîyê pez. Sofî û lawê xwa digêjin ber pezê xwa, heqê þivanê xwa didê, þivan ji kar derdixîne û wî rojê wekê þivan lawê xwa dike ber pez û dizivirî mala xwa.

Rotira din danê sibê, li nizîkê malê, lawê sofî dike qêr û qêr van gotinana dibê je.

Lawê sofî : Guran pezê me xwarin. Guran pezê me xilas kirin. Guran qira pezê me anîn.

Sofî li ser van gotina, li hespê xwa sar dibe û berê xwa dide alîyê pezên xwa. Digîje nav pez, ji sed û pêncî pezê þêst pezên wî sax maye.

Sofî bi mereq pezên mayî dide pêþîya xwa berê xwa dide mala xwa. Sofî, ji danê nivroy þunda, digêje ber derê mala.

Sofî bang li kesên li malê dike. Bi dengê sofîra buka sofî derdikebe derba.

Sofî : Mêrê te nod pezê me da Guran û hat malê. Suc sucê mine, ez nikarim ji we kesîra hêrskevim. Qîza min, qe ne zu ji minra, qutîya tutina min bîne.

Buka Sofî : Bavo tu rocîye.

Sofî : Qîza min, ez dibêjim, zu ji minra qutîya tutina min bîne.

Buka Sofî qutîya tutina xezurê xwa ji malê tîne û dide desta.

Sofî li berderî li ser kursîkî rudine û cixarekî dipêçe. Mizekin ewê binek cixarê bikiþîne û çi bibêje. Sofî bin li caxarê dixe û duyê cixarê pifê ezman dike û wuha dibêje.

Sofî :Wêy xwada yo, tu Gurê xwa dike nav pezê min û qirê li pezên min tîne, ma ez rocîya te naxum ?


11. 12. 2004


Ali Cahit Kiraç