PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Gelo xudîyê Heþtir ê ( Deve ) kîyê ... ?


Gelo xudîyê Heþtir ê ( Deve ) kîyê ... ?


Sê heval ji boy xebatê diçin xerîbîyê. Bi wanra Heþtire kî ( Deve kî ) hebuye. Van hevalana bi hevra gelek rê diçin danê êvarê rastê gundekî tên. Hevalê mezin dibêje dixwazi ku ew li vî gundê bivîn mêvan...

Hevalê mezin : Hevalno emê îþev, li vî gundê bivin mêvanê malekî, hun çi dibêjin.

Hevalê navîn : Belê xewaþ dibe.

Hevalê piçuk : Ez jî wek we difikirim

Gotina hersî heval dibe yek û li gund li derê malikekî dixin . Xudîyê malikê ji vanara derî vedikê û wan digire oda mêvana.

Þansê vana, malika lê divin mêvan feqîr buye ... û xudîyê yek mirîþke kî buye.

Xudîyê malikê diçe ba jina xwa û ji jina xwara waha dibê je ! .

Xudîyê malikê : Jinik em mirîþkê ji boy mêvanên xwa þerjê bikin, tu çi dibê je ?

Jina xudîyê malikê : Na nabe. Ji xwa yek Mirîçke kî me heye, ew jî hêkan dike. Tu Mirîskê serjê bike, em zarokên xwa bi çi xudî bikin ? Emê biçin hêkan ji zarokên xwara bikirin ... ?

Xudîyê malikê : Jinik tu ser çucike... Bi van mêvanê mera Heþtire kî ( Deve kî ) heye. Dibe ji vana yek Bazirgan be. Ezê xwarina xwaþ bidim vana û bivim dostên wan. Ezê ji mêvanan bipirsim û hînbîm kîjan xudîyê Heþtir ê be, ezê goþtê Mirîskê, ê ji cîyê xwaþ bidim ber wî.

Xudîyê malikê bi van gotinên xwa jina xwa tînê rê.

Xudîyê malikê gava tê oda mêvana, mêvanê mezin jî daxwazek dike.

Mêvanê mezin : Keko ez dixwazim biçim ser avê. Tu bi kerema xwa misînek avê bide min û rêya destavê rava min bike.

Xudîyê malikê diçe misînek tijî av dike û gazî mêvanê mezin dike.

Xudîyê malikê : Mevano fermo were ez rêya destava avê rava te bikim.

Û xudîyê malikê bi van gotinên xwa bi mêvanra derdikebe derba.

Xudîyê malikê : Bira min efu bike, ava Heþtira bi wera ê we kîjanê ye ?

Mêvanê mezin : Keko xudîyê Heþtirê ezim ê din çi kuçikin.

Piþtê van gotina, mêvan derdikebe ser avê û dura bi xudîyê malikêra dizivirin oda mêvana. Mêvanê navînjî dixwaze derkeve ser avê.

Mêvanê navîn : Keko ger tu misînek avê bide min ezê jî derkevim ser avê.

Xudîyê malikê diçe misînek tijî av dike û gazî mêvanê navîn dike.

Xudîyê malikê : Mevano fermo were ez rêya destava avê rava tejî bikim.

Xudîyê malikê bala xwa dide mevanê navîn ji mêvanê mezin quretire. Lê dikebe þikê, dibêje gelo nebe xudîyê Heþtirê evbe. Dixwaze hînbe ka xudîyê Heþtirê eve an na ...

Xudîyê malikê : Bira min efu bike, ava Heþtira bi wera ê we kîjanê ye ?

Mêvanê navîn : Keko xudîyê Heþtirê ezim ê din çi kuçikin.

Pistê gotina mêvanê navîn, mêvan derdikebe ser avê û dura bi xudîyê malikêra divirin oda mêvana. Û kortebaxêra mêvanê piçuk radibe pîyanî û dibêje.

Mêvanê piçuk : Xalo xêre dêw bavê tebe, ez jî dixwazim biçim ser avê, tu bi kerema xwa misînek av bide min û rêya destavê rava min bike.

Xudîyê malikê diçe misînek tijî av dike û gazî mêvanê piçuk jî dike.

Xudîyê malikê : Mevano fermo were ez rêya destava avê rava tejî bikim.

Xudîyê malikê bala xwa dide mevanê piçuk ji herdu mêvanên din quretire. Li mevanê piçuk ji dikebe þikê dibêje, gelo nebe xudîyê Heþtirê evbe. Dixwaze hînbe ka xudîyê Heþtirê eve an na ...

Xudîyê malikê : Bira min efu bike, ava Heþtira bi wera ê we kîjanê ye ?

Mêvanê piçuk : Xalo xudîyê Heþtirê ezim ê din çi kuçikin.

Xudîyê malikê mêvanê xway piçuk jî dibe oda mêvana û ji cem wan dizivire.

Xudîyê malikê dipanice û berê xwa dide kulînê. Jinik bala xwa dide mêrê wî kur û kur diponice û jinik ji mêrê xwa pirs dike.

Jina xudîyê malikê : Xêre tu çima aha kur û kur diponice ? Derdekî te heye ?

Xudîyê malikê : Delala min ez gorî, goþtê Mirîþkê bide zarokên me bira bixun û hestîyê ji ber zaroka ma, bide ser Sawarê û bine bidin ber mêvana.

Jina xudîyê malikê : Merik ne eybe ? Tu van gotinê xwa dibê je ?. Ma te got ji van mêvana yek bazirgane ... , te got ezê bibim dostê wan .... !

Xudîyê malikê : Hêrs dikebe û dibêje goh bidin min.

Jina xudîyê malikê : Diçe goþtê Miriþkê dide ber zarokê xwa, piþtê ku xazok goþtê Miriþkê dixwin, jinik hestîyên li ber zarokên xwa tov dike dide ser Sawara di nav qerwanê da û tine dide ber mêvanê xwa.

Mêvan li sênîya xwarinê mize dikin û hestîyan divînin. Mixabin mêvan ji boy xwarinê naynên ser sênîyê.

Xudîyê malikê deng li mêvana dike : Gelê mêvana keremkin werin xwarinê bixun.

Du mêvan xwa ker dikin û mêvanê mezin bersîv dide.

Mêvanê mezin : Camêr ma emê hestî bixun... ?

Xudîyê malikê : We hersîya hevdu kirin kuçuk, hunê hestî bixun, anjî rabin ji mala min herin.


04. 12. 2004

Ali Cahit Kiraç.