PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kendal Nezan : Helwêsta welatparêzên kurdan li hemberî pêvajoya endametîya Tirkîyeyê divê siyaseteke “erê, lê” be


Kendal Nezan : Helwêsta welatparêzên kurdan li hemberî pêvajoya endametîya Tirkîyeyê divê siyaseteke “erê, lê” be

  • FRANSA, 02 / 12 / 2004

  • Ez bawer dikim ko ji bo gelê kurd, biryara baþtirîn ew e ko Yekîtiya Ewrûpayê tarîxekê ji bo destpêkirina gotûbêjên ( mizakereyên ) endametîyê dîyar bike. Nedana tarîxekê dê derîyê Yekîtîya Ewrûpayê li Tirkîyeyê bigire. Wê çaxê dê neteweperestîya tirkî gurrtir bibe, nermahîya siyasî ya du-sê salên dawîn, çend gavên ko ji bo demokratîzasyonê hatine avêtin rawestin, dînamîkên derve yên guherandinê biritimin. Ew ê xesara mezin bigihê kurdan û ne bi tenê kurdên Tirkîyeyê, lê yên Iraqê jî. Ji ber ko Tirkîyeyeke ko hesabê Ewrûpayê neke, dikare li dijî Kurdistana Iraqê bêtir êrîþkar û gefdar. Lê dayîna tarîxekê dê li Tirkiyê ji bo veguherînên siyasî, civakî û aborî derîyê hêvîyê veke. Ev pêvajo dê ji bo xebata siyasî ya gelê kurd jî bergehên nû veke, bi þertê ko kurd bikaribin bigihên hev, li ser daxwazîyan, bi alîkarîya hêzên demokratîk ên ewrûpî bixin rojeva pêvajoya endametîya Tirkîyeyê. Ev pêvajo dê ta endazeyeke giring rê li ber têkilbûna rejîma tirk ya nav karên Kurdistana Iraqê jî bigire.

    Bi kurtî, destpêkirina gotûbêjan pirsa kurdî hel nake, lê ko kurd baþ bixebitin, ji bo çareserkirina wê ya demokratîk bi piþtîvanîya raya giþti ya derve rê vedike.

    Bi dîtina min, helwêsta welatparêzên kurdan li hemberî pêvajoya endametîya Tirkîyeyê divê siyaseteke “erê, lê” be. Erê, em kurd dixwazin ko Tirkîye bibe endama Yekîtîya Ewrûpayê, ew bi qezenca me ye jî, lê bi þertên ko Tirkîye berî ko bibe endam, mafên bingehî yên gelê kurd binase, hoy û mercên demokrasîyeke rojavayî bi cîh bîne.

    Pirsa gelê kurd ya sereke çi ye ? “Mafên gelê kurd yên bingehî çi ne ?“ Ango, kurd li Tirkîyeyê çi dixwazin ? Ji bo bersivdana vê pirsê, divê ko ji bo avakirina konssensuseke neteweyî, di nav civaka kurdî de, di nav ronakbîr û siyasetvanan de diyaloxeke fireh û piralî dest pê bike. Gava ko konsensuseke realîst ko him daxwazîyên meþrû yên kurdan him ko terazîya hêzên navçeyê û yên cihanê bide pêþ çavên xwe peyda bû û bi zimanekî maqûl hate formulekirin, kurd dibin xwediyên cureyeke peymana neteweyî. Wê demê ew ê him li Ewrûpayê him li Tirkîyeyê barê me siviktir, karê me hêsantir bibe. Qet gumana min tune ye ko em ê bikaribin van daxwazîyên kurdan yên sereke bikaribin bi raya giþtî ya rojava, bi Parlamana Ewrûpayê û bi piranîya dewletên ewrûpî bidin qebûl kirin, alîkarîya wan bistînin û bi saya van dînamîkên derve Tirkîye mecbûrî nasîna mafên kurdan bikin.

    Lê diyaloxa nav kurdan ne hêsa ye. Li nav elîtên siyasî yên ko doza Kurdistanê dikin, ji dervayî cihêtiyên siyasî û îdeolojîkên normal, ixtilaf û dilmayinên pirhejmar û dîwarên psîkolojîk ên stûr hene. Divê ko em bere-bere van dîwaran hilweþînin, tehemula hevûdu, guhdarîya hevûdu bikin. Ez bawer im ko bi qasî ko em xwe ji rejîmên dijminên gelê kurd re kêm dikin, ji hevûdu re jî kêm bikin em ê di demeke nêzîk de bigihên encamekê: Bê aþtî û diyaloxa nav kurdan, bikaranîna pêvajoya Yekîtîya Ewrûpayê ya ji bo gelê kurd dê pir dijwartir be, lihevanîn û civandina kurdan, bi tenê bi destên kurdan dibe, erka me ye, kes nikare di þûna me de wê bi cîh bîne.

    Enstîtuya kurdî demeke xwe daye vê xebata dijwar, lê zarûrî. Hêviya me heye ko em ê bikaribin di vê rêyê de pêþ kevin. Em hewcedarê alîkarî û piþtîvanîya hemû welatparêzên kurd in; ev xebata han, ne bi tenê wezîfa me, ya hemû welatparêzan e.


    Kendal Nezan :

    http://www.kerkuk-kurdistan.com