PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dr. Seîd Mele: Heger em alîkarîya xwe nekin kes li me napirse


Dr. Seîd Mele: Heger em alîkarîya xwe nekin kes li me napirse


— Bê çawa biryara destpêkirina guftûgoyên bi Tirkîyeyê re ji bo nijadperestên tirk destkevtineke mezin bû, ew wiha jî ji bo miletê kurd þkestineke gewre bû. Bêyî ko tirk xwe bide ber tu sozan yan þertan, ewrûpî neçar kirin ko xwe ji pirsa neteweyî ya kurd ker û nebihîstî bikin û pê re li dora maseya ko lingên wê liser sînga kurdan in rûnên û bazara alîkarîya projeyên modernkirina Tirkîyeyê bikin. Vê yekê herwiha lewazî û belengazîya kurdan li ber ronahîya durûtîya ewrûpîyan eþkere kir.

Dîsa lîstikeke gemar li ser hesabê gelê kurd tê gerandin û nîþanên wê jî pir in. Madem mafên kurdan weke netewe bi hemû pîvanên navneteweyî û yên YEyê zelal û rewa nin, vêga ev çi devxwarî û çivên wan in. Xwedêgiravî, YE dê hin bi hin Tirkîyeyê kedî bike û wê bîne ser rêya mirovatîyê. Bi texmîna min, ev derew e û bi tenê kurdan pê dixapînin. YE dikare niha bi hêsanî hebûn û kesayetîya kurd bi Tirkîyeyê bide qebûlkirin û wê neçarî gelek guhertinên zagona wê ya nedemokrat û nijadperest bike, lê berjwendîyên wê yên girigtir henin. Vêca þeva reþ ji êvar de xuya ye.

Tirkîye dizane ko endametîya YEyê xurtkirin û xelaskirina wê ye û lewra jî ji mêj ve û bi tundî bi dû ve ye, lê carinan bi derewan tehdîda xwepaþvekiþandinê li YEyê dike. Bi rastî, gur bi loqa gur dizane, YE nehatiye xapandin, armancên wê jî piþtî herifandina Yekîtîya Sovyetan, berjewendîyên stratejîk in û niha jî dixwaze pêre agirê terora islamî bi razîkirina tirkan dûrî xwe bibe. Vêga ji bo durûtiya xwe veþêre derewa tirkan dide ber rûyê xwe.

Helbet, di derbarî çareserkirina pirsa kurd de, bêyî bicîhkirina hin soz û xwegirêdanên zelal yên ji aliyê Tirkîyeyê ve, divê em kurd heta ko ji me bêt, em nehêlin ko Tirkîye destnîþankirina tarîxa destpêka mizakereyên endametîyê yên bi YE re bi dest bixîne. Tirkîye dijminê neteweyê kurd e û ji ber kes dijminê xwe xurtir nake, piþtgirîya endametîya Tirkîyeyê bi vî awayê ko dibe, xwexapandin e, þaþîtîyeke taktîkî û stratejîk ya mezin e.

Li ber çavan e ko di praktîkê de, YE li idealên xwe bi xwedî derneket, çavên xwe li bicîhkirina kriterên Kopenhagê û realitêya dagîrkirina kurdan û welatê wan digire û bêyî ko ji kurdan bipirse, bi Tirkîyeyê re li hev kiriye. Yan na, heger ne fen e, ev çi dar û ben e. Çima nûnerên kurd di vê pêvajoyê de ne teref in? Çima gotina kurd û Kurdistanê di agendaya wan de derbas nabe? Perspektîvên pirsa neteweyî di vê pêvajoyê de çi ne?

Niha êdî dereng e, me derfeteke zêrînî ji dest berda, me nikarîbû ko em vê pêvajoya neyînî rawestînin û gerek ew ji me re bibe derseke dîrokî û ji bîr neçe. Ji bo ko di 17.12.2004an de xisaret dijwartir nebe, divê bi cîh bibe ko çareserkirina pirsa kurd þertekî bingehî yên endametîya dawîyê ye û ji bo pêkanîna vê armancê, lazim e ko ji niha ve li Tirkiyeyê dest bi guhertinan bibe. Berevajî wê, em kurd li dijî endametîya Tirkiyeyê û hemû peymanên pê re ne.


Armanca Tirkîyeyê ew e ko bi bahaneya berdewamîya guftûgoyan, kurdan izole bike, Yekîtîya Ewrûpayê (YE) jî bêteref bike û di heman demê de pirsa kurd bi metodên xwe yên hovane pûç û winda bike.

Ji bo ko em nehêlin planên nijadperest bi ser kevin, karibin rê li ber windakirinê bigirin û kelkê ji prosesa mizakereyên bi Tirkîyeyê re werbigirin û bi hostayetî mafên xwe ji YEyê, mîna þirîkên Tirkiyeyê bixwazin, pêwîst e ko kurd dezgehên xwe yên sîvîl damezrînin û wek netewe û ji bo pêwendîyên li gel YEyê, di rêya dezgeh û înstîtusyonên xwe yên legitîm re bi lez nûnerên xwe amade bikin. Ew jî li gora krîterên navneteweyî û YEyê, bi þêweyê sîstematîk û programkirî bidin dû daxwazên xwe yên zelal. Daxwaz jî gerek çareserkirina pirsa kurd ya neteweyî be. Bi vî awayî, kurd dikarin ji krîterên YEyê û peymanên navneteweyî yên demokrasîyê û mafên mirovan sûd werbigirin û cîh li dewleta Tirkîyeyê teng bikin. Ev yek herwiha bi statuya Kurdistana baþûr, pêþeroja stratejîya amerîkîyan li Rojhilata Navîn û bi nakokiyên wê yên li gel YEyê ve girêdayî ye.

Bi vî þêweyî YE û endametîya Tirkîyeyê ne garantîya çareserkirina pirsa kurd e û belkî dijwarkirina wê be. Îcar bila hinek kurd dilê xwe bi xewnan xweþ nekin, yên din jî karê îroj nespêrin sibehê û çûkek di dest de ji dehên li ser darê çêtir e. Êdî li ber çavan e ko pirsa neteweyî barekî giran e û em hemû bi hevdu re di keþtîyekê de nin û nabe ko herkes wê li gora ideolojîya partîya xwe bi kar bîne. Mentaliteya berê nema bi kêr têt, loma jî pêwîst e ko þêwe û navgînên tekoþînê li armancên niha biguncin û li gora qonaxa serdema îroj bêne guhertin. Divê tevgera kurd xwe wiha modêrnîze bike, da ko hemû þîyanên neteweyî, bêyî tu vîtoyan, bêne ser hev û ji bo vê armanca hevbeþ bêne terxankirin. Yê bixwaze bigiheje armanca xwe dê li hevalan bigere û ji alîkarîyê re nebêje na.

Helbet, pêþeroja me li ser me dimîne, em bi jêhatîbûna xwe dikarin mafên xwe bidest bixin. Bila dîrok nifþê me yê îroj jî þermezar neke û heger em alîkarîya xwe nekin kes li me napirse.


0 / 11 / 2004 - STOCKHOLM

Dr. Seîd Mele


http://www.kerkuk-kurdistan.com