PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çîroka Teyrê Sîmir


Teyrê Sîmir


Go carik ji cara, rehmet li dê û bavê guhdara, yek Osman beg hebû, ji Xarpêtê bû. Du xulamê wî hebûn, herdu xulamê wî bira bûn, Husên û Hesen. Jinek heband Osman beg, kir û ne kir, nedanê.

Bakir bavê jinikê, go : “Tu Çima keça xwe nadê min ?“ Go : “Ez nadim.“

Bavê keçikê mêrik qenc bû, Osman beg bakir herdu xulamê xwe, go : “ Bidin ber þûra.“ Dan ber þûra, kuþtin. Çû keçik kiþand bi zor, anî li xwe mehir kir. Bihîst keçik li cem Teyrê Sîmir heye, fayde nabê, dipirsê û napirsê, nizanê Teyrê Sîmir li ku derê ye, ma hesret di dilê wî.

Dengê herdu xulama bi derket, xortin, kesik newêre bi wa re þer bikê. Osman beg badikê li welatê xwe : “Kî zilamek qenc heye, bere bê bi xulamê min ( re ) þer bikê, ez li wa bifericim, þerê wa çawa ye.“

Heçî tê dikujin, Osman beg got : “Herdu dakevin hev.“ Ji subegî hetta îvarî, tiþtek bi hev ne kirin. Devê ( dev ) ji wa berda, go : “ Herdu xulamê min nistilane ( westiyane ! ), nahêlim þer bikin.“

Herdu wekîlê malê wî ne, xayîntî xistin malê wî, perê wî dizîn. Osman axa (beg) nexweþ ket, herdu bi derketin, qesrik ji xwe re ava kirin. Osman beg dey ne kir, go : “Hetta rabim.“ Sax bû, bakir herdu : “Werin vir.“ Hatin cem wî, got : ”We çima wilo kir ?.”

Gotin : “Çawa ?.“

Go : “We malê mi dizî, û hûn ji cem min bi derketin.”

Gotin : ”Xeyr, me malê te ne dizî, qîmê me ne hat, em bi derketin. »

Herdu xist hepsê, zincîr avêt stoyê herdu. Yek þev rabûn zincîr ji stoyê hev vekirin. Osman beg li odê razayî ye, deriyê hepsê vekirin, çûn Osman beg, þûrê wî li cem wî bû, bi þûrê wî kuþtin. Jinik hewar kir, jinig ( k ) jî kuþtin, hatin qesra xwe. Subeh bû, xelk çûn cem sman axa dîn kuþtî, çûn hepsê, herdu xulam ne dîn, ji xwe re gotin, gotin : »Xulam ( an ) Osman beg û jinik kuþtin. » Çûn ser wa, go : »We Osman beg kuþt?. » înkar ne kirin. Gotin : »Erê.“ Gotin : “Çima ?.“

Go : “Kêfê me xwast.“ Welat hemû alva (li va) bû yek, kirin ne kirin, bi wa nikarin, devê ( dev ) ji wa berdan.

Herdu þûrê xwe hiltînin û diçin pêþiyê kerwana, xelg(k) dikujin û malê wa tînin. Kesik newêrê bi wa ra dey bikê. Þuxlê wa çî ye ? Du tajê wa heye ( hene ), diçin nêçîrê, zilamê bibînin dikujin, heçî birevê wê xelaz ( s ) bibê.

Yek roj herdu tajî sekinîn ser þikêre, dikin û nakin, tajî nalebitin, gotin : “Çi hewalê tajî ye ?.“ Ji hev re gotin : “Emê þikêrê hilînin, em binêrin çi li bin þikêrê heye.“ Þûrê xwe û mirtalê xwe jê kirin, li dera ha danîn, þikêr hilanîn, kullik li bin þikêrê bi derket, vegeriyan hatin, bevir û bêr ji xwe re birin, yeg(k) dikolê û ê dîtir tavêjê bi bêr, hetta devê þikefteg ( k ) dîn, kevirek mezin di devê þikeftê ( þikevdê ) heye, hetta îvarî lebikîn, kevir bi derxistin. Find bi wa re nîne, bû þev, nikarin herin þikeftê, rahiþtin þûrê xw û mirtala, di milê xwe daliqandin, li ber deriyê þikeftê rûniþtin.

Subeh çê bû, evd ji þikeftê bi derket, herdu zilam dî vegeriya, çû þûrê xwe bîne, þûrê xwe anî, bi derket. Heryek li alîkî man li ber deriyê þikeftê. Evd bi derket, herdu þûr avêtin stoyê wî, kuþtin di deriyê þikeftê. Dikin û nakin herdu nikarin bikiþînin ji deriyê þikeftê, bi bivir lingê wî birrîn, avêtin, çûn hindirû, sê cewhere dîn li þikeftê, dilê herdu xweþ bû, çûn hindirû, þikefteg ( k ) dî heye di zikê þikeftê. Derî vekirin, çi dîn? Keçikeg ( k ) dîn, tu dinya hemû bigerê, weke wî ( wê ) nîne. Herdu lê mirin, ew got : “Ji mi ra.“ ê dî got : “Ji mi ra.“

Keçig got, go : “Ez bi we re nayim hetta hûn hevdu ne kujin. Heçî êdî kuþt e jê re me.“

Herdu birana, destê wa il ( li ) hev naçe, li hev dinêrin. Keçikê go : ”Hûn çima dinêrin ?.” Ya ( yê ) piçûk þûr kiþand, li birayê xwe xist, birayê xwe birîndar kir. Birayê birîndar go : ”Bira, te hîle li mi kir, ez li keçikê dinêrim, te þûr li mi xist.”

Keçikê go : ”Hîle li te kir ?.”

Go : ”Erê.”

Go : ”Qenc e, ezê derman bi derêxim, ezê birînê te sax bikim û piþt re þer bikin.”

Go : ”Qenc e.”

Derman bi derxist, li birînê wî danî, sax kir. Herdu rabûn hev, keçikê bakir kurikê piçûk, bi guhê wî got, go : ”Wextê tu þer bikê li min menêre, wê te bikuje.”

Go : ”Qenc e.”

Li ber hev ketin, birayê mezin þaj ( þaþ ) bû, çavê xwe berda ser keçikê, bira derb lê anî, þûrek lêdayê, serê wî birrî, keçik go : ”Were, sîngê min ji te re pîroz be.”

Go : ”Çima ?.” Kurik jê pirsî.

Go : ”Hûn hatin didu, ew dibêje ji mi re, tu dibêje ji mi ra, divê hûn ji piþtê min qut bikin, mi bikin du perçe, perçek ji te re û yeg ( k ) jê re.”

Kurig ( k ) go : ”Na.”

Go : ”Lê çawa ? Mi go þer bikin, lazim yek wê bikuje yek, e jê re dimînim.”

Rûniþtin, kêf kirin bi ereqê û þerabê. Kurik hew sebra wî hat, destê xwe dirêj kir sîngê keçikê, keçik go : ”Na.”
Go : ”Çima ?.” Go : ”Bê mehir gunah e.”

Go : ”Gunah nîne.”

Go : ”Heye.”

Go : ”Gunah li stoyê min.”

Keçik susd(t) bû, bazda sînga wî, bi keçikê re çêkir.

Go : ”Rabe dem ( da em ) herin.”

Rabûn herdu peya hatin, hesp nîne. Ji keçikê pirsî, go : ”Bavê te kî ye ?.”

Go : ”Bavê min Teyrê Sîmir e, axayê teyra ye.”

Kurig ( k ) bi dilê xwe got, go : ”Heke heye û nîne, ev e Osman beg lê digot.”

Go : ”Tu ji ku derê hatî, evd tu girtî ?.”

Go : ”Carik ez û sisê dî ji teyra em firîn, dav li ber me danîn, me nizanî bû dav heye, me libek mircan dî, me rahiþtiyê bi devê xwe, ez ketim davê, hevalê min firîn, ez mam. Evd hat, ez girtim, ez birim þikeftê, ev e çêrokê min.”

Bir li qesrê xwe danî, xwedê kurig ( k ) dayê. Nema çar roja, mir. Yek roj keçikê çû serê qesrê, welatê wî ( wê ) had ( hat ) bîra wî ( wê ), girî. Mêrê wî ( wê) dî keçig ( k ) digirî, xeberê pîs jê re got, keçig ( k ) dey ne kir, wê þevê raza li cem mêrik. Mêrik subehê çû nêçîrê, keçikê çû serê qesrê, bedlê teyra li xwe kir û firî, çû welatê xwe, çû mala bavê wî ( xwe ). Diya wî ( wê ) û bavê wî ( wê ) û birayê wî ( wê ) þah bûn keçik hat.

Mêrik hat mal, jinê xwe ne dî, li serê xwe xist, da girî. Rabû þûrê xwe hilanî, bi dinyayê ket, çû, Sultanê Mara dî, jê pirsî, gon : ”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye ?.” Go : ”Nizanim.” Li çiya digere weke dîn.

Teyreg ( k ) dî, go : ”Teyrê.”

Go : ”Libê.”

Go : ”Mala Teyrê Sîmir li ku derê ye ?.”

Go : ”Li deþta Hilan e, avanî li wê derê nîne.”

Go : ”Nîþanê mi bide.”

Teyr go : ”Nikarim bêm.”

Go : ”Tu çi bixwazê ezê bidim te û bi mi ra were.”

Teyr got : ”Tê elbik garis bidê min, ezê bêm.”

Go : ”Bi qirar ezê du elb bidim te.”

Çûn herdu. Mêrik betilî, teyr gotiyê, go : ”Were ser piþtê mi suwar be.”

Mêrik suwar bû. Teyr bilind bû, giha ber ezman, teyr gotiyê, go : ”Li erdê binêre, erd li çi qas tu dibînê ?.” Mêrik nirî, erd li qasê bîs ( bîst ) pera dî.

Go : ”Xwe bigre tu nakevê.” Go : ”Ezman tu çiqas dibînê ?.”

Go : ”Li qasê çarhîk ( çarîk ).”

Go : ”Çavê xwe bigire.”

Teyr zivirî weke aþ, li deþta Hilanê danî.

Go : ”Ev e deþta Hilanê.”

Go : ”Ya teyr ji ku derê te em anîn vê derê ?.”

Go : ”Mepirse.”

Teyrê Sîmir teyr hemû civiyan li cem, divê ji kurê biguhêze. Çûn herdu cem Teyrê Sîmir, destê teyr maç kir. Go : ”Miradê te çiye ?.”

Go : ”Tu sax bê, ez mêhvan im.”

Çavê xwe li jinê xwe digerîne, nas nake, bedlê teyra lêye.

Jinik mêrik naz ( nas ) dikê, got diya xwe : »Ev mêrê min e, ez ji evd standim û birayê xwe kuþt. »

Teyrê Sîmir bûkê xwe guhast, li kurê xwe mehir kir. Dewat bela bû. Teyrê Sîmir ji mêhvan pirsî, go : »Tu ji çi ra hatî welatê teyra ?. »

Go : » Li tiþtig ( k ) digerim. »

Jinê Teyrê Sîmir keniya, Teyrê Sîmir got, bi zimanê teyra go : ”Ev zavayê me ye.”

Teyrê Sîmir go : ”Kî ye tu lê digerê?.”

Kurik go : ”Ez bi xwe nizanim, jinê mi bû, mi ji evd stand û mi birayê xwe kuþt.” Mi jê pirsî, go : ”Ez keçê Teyrê Sîmir im.

Go : ”Ne keça mi bû, derewe dikir. ”

Go : ”Belê.”

Go : ”Keçê min ev herdu ne, naz ( nas ) bike kijan e.”

Go : ”Bere bedlê teyra jêkin, ezê nas bikim.”

Bedlê teyra ji xwe jêkirin, herdu bi hev dixeltin, kurik þaj ( þ ) bû. Teyrê Sîmir go : ”Kijan e ?.”

Go : ”Ya teyr, bere herdu herin avê, ezê zanibim kijan e.”

Bi dilê xwe dibêje : ”Herdu herin avê, ya mezin wê bikeve pêþiyê û ya piçûk wê bimêne li paþiyê.”

Çûn avê û hatin. Jinê kurik hat pêþiyê û piçûk ma li paþiyê.

Go : ”Ev e jina min.”

Teyrê Sîmir go : ”Heq, te nas ne kiriye, ezê sere te bibirrim. Te nas kir, pîroz be ji te re.“ Go : “Keça min mêrê xwe hilêne û herin mala xwe, qismeta te ev e. Ji cem bi dermekeve hetta mirinê, dilê te teng bê; were mehek li cem me bimîne û vegere ser mêrê xwe.

Mêrik hilanî û li ser qesrê danî, li mal rûniþtin, Xwedê zaro, keçika dayê û bûn xwedî mal. Tu ji me re sax.


[ Ji berhevoka Socin û Prym, Petersbourg 1889, Rûsiya ]

Tîpguhastin : Cankurd

www.kdps.org